Dastana Ehmed Awa1987

Ev Dastan di 1’ê Tîrmeha 1987’an de li devera Ehmed Awa qewimî, dema ku Hêzên Pêşmerge di operasyoneke partîzanî de êrişî çend baregehên artêşa Iraqê û çeteyan û baregeheke Artêşa Niştimanî (Ceyş Şaabî) kirin, karîn bingeh û baregehên wan bi dest bixin û di kuştin, birîndarkirin û girtina hejmareke zêde ya dîl de ziyaneke mezin gihandine wan, piştî 2 rojan li wê navçeyê man û Hêzên Pêşmerge biryara vekişînê da û ji navçeyê derketin.


Ehmed Awa navçeyeke geştyarî ya xweş e dikeve Geliyê Zelmê ya navçeya Xurmale ya parêzgeha Helebce, 84 km li rojhilatê Silêmaniyê ye, di dema Şoreşa Gulanê de, gelek dastan û êrişên hêzên Pêşmerge li wê deverê hatin kirin ku êrişî bingeh û baregehên leşkerî û çekdarî yên hikûmeta Iraqê kiribûn, di encamê de dirbên kujer bi ser wan de anîne û peyama zindîbûna şoreşê, parastina mafê gelê Kurd ê azadiyê û pêkanîna demokrasiyê di guhên wan de hat bû pispisandin.

Di 1ê Tîrmeha 1987ê de, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê planeke berfireh ji bo êrîşkirina çend çeperên leşkerî yên artêşa Iraqê û hêzên çekdar ên hikûmetê amade kirin, bi armanca operasyoneke mezin a partîzanî li Ehmed Awa û Hana Qolê, piştî bidawîhatina amadekariyên operasyonê, Hêzên Pêşmerge li wê deverê êrîşeke berfireh li ser artêş, çeteyan û Artêşa Niştimanî (Ceyş Şaabî) pêk anîn, di demeke kin de wan karîn baregeha çeteyên (Caş), baregeheke artêşa Iraqê û baregehên Ceyş El-Şeabî yên li herêmê bi dest bixin.

Di êrîşa Pêşmerge de hêzên hikûmeta Iraqê derbên giran xwarin ku bi sedan kes hatin kuştin û birîndarkirin, herwiha nêzîkî 220 leşker û çekdarên hikûmetê dîl hatin girtin, destkefta şoreşê di vê dastanê de hejmareke zêde ya çek û alavên serbazî bû, ku têde nêzîkî hezar parçe çekên curbicur bûn, hêjayî gotinê ye ku ew navçe 2 rojan di destê pêşmergeyan de bû û piştre paşve vekişiyan û ji deverê derketin, piştî ku di dastanê de derbeke kujer li hêzên hikûmeta Iraqê ket, hêzên Pêşmerge jî bê ziyan nebûn, lê 7 pêşmerge şehîd bûn bi navên Serdar Hacî Husên, Şêx Kamil Firyasî, Xerîb Dole Sorî, Elî Mela, Kawe Derbendî, Qadir Cebar û Hesen Marif.

Diyar e hebûna dastanên wiha yên hêzên şoreşê bandoreke erênî ya mezin li ser morala bilind a Pêşmerge kir, bi taybetî jî di warê xwebawerî û hesta berpirsyariyê de, di heman demê de, ew şikestineke mezin bû ji bo artêş û çekdarên hikûmetê, ku hêzeke wan a mezin tijî çekên pêşketî bûn, ku di her şerekî de ziyanên canî û madî yên giran dixwin.


Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa Yekem, Çapxaneya Ruksana, 2021.

  2. Ehmed Awa, https://ar.wikipedia.org/wiki/%D.

  3. Nûrî Heme Elî, Dîroka Têkoşîna Pêşmergekî Di Navbera Jiyan û Mirinê de, Çapa Duyem, Çapxaneya Şehab, Hewlêr – 2016.


Gotarên Têkildar

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir