Hikûmeta Iraqê ku di sala 1974’an de biryara destpêkirina şerê li dijî şoreşa Kurd dabû, bi amadekariyên leşkerî yên xurt dest bi êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê kir, êrîşan bi piştgiriya tank, top, maşînên zirxî û hêzên asmanî bi şev û roj dewam kirin, pêşveçûnên artêşa Iraqê di meha Tebaxê de gihiştin devera Bêtwênê û dest bi operasyoneke leşkerî li dijî çeperên Pêşmerge li çiyayê Makokê û derdora wê kirin.
Hêzên Pêşmerge ji bereyê Çiyayê Sefîn ber bi Dola Balîsanê ve paşve vekişiyan, ji bo avakirina xetek parastinê ya zexm bi nîvdorekê bi hêzên Bêtwate û eniya Pişder re hevgirtin, ji Qeladizê heta Bêtwate pêşiya artêşa Iraqê girt ji bo ku ew nêzî herêma Balekayetiyê nebe ku navenda serkirdayetiya şoreşê bû.
Di dawiya Tebaxa 1974an de, hêzên piyade yên artêşa Iraqê ji bo vekirina rêyên pêşdeçûnê ji Koyê ber bi Çiwarqurnê ve ketin rê, dema hatin deverê ji bo ku kontrola xwe li ser deşta Bêtwênê berfireh bikin, pêşî xwestin ku bilindahiyên Çiyayê Makok û Şîşar bigirin, da ku serweriya xwe li ser herêmê bisepînin, herwiha niyaz kirin ku hêzên Pêşmerge ji Makokê derxînin û xwe bigihînin Çiyayê Karoxê li hember bajarokê Qesrê, ji eniya Ruwandizê jî berê çiyayên Zozik û Sartîz bigirin û ber bi lûtkeya Hesen Beg biçin, li wir jî pişta Gelale bigirin, bi vî awayî dikarin li herêma Balekayetî serkirdayetiya Şoreşê dorpêç bikin.
Herwiha divê artêşa Iraqê di êrîşên li ser Çiyayê Makok û Dole Reqê de barê hêzên xwe li eniya Ruwandizê sivik bike, bi wê yekê ku beşek ji hêzên Pêşmerge bo eniya şer li devera Bêtwate bên veguhestin.
Hêza mezin ya artêşa Iraqê ji du firqeyên leşkerî û çeteyên (caş) pêk dihat, ji bo pêkanîna plana xwe, li pişt Seruçawe û Kepkê Xanzadê êrîşî Çiyayê Makok kirin, Hêzên Pêşmerge yên ku di xeta berevaniyê de cih girtine ji tabûra 2 ya Hêza Deşta Hewlêrê ya bi fermandariya Saadî Ezîz, tabûra 1 a Hêza Sefîn a bi fermandariya Kerîm Feqê û liqeke din a Hêza Deşta Hewlêrê. Bi fermandariya Hacî Elî, dema ku leşker serketin bilindahiyên Makokê, Pêşmerge li hember wan li ber xwe dan û gelek leşkerên Iraqî hatine kuştin û birîndarkirin, yên din jî ji qada şer reviyan, roja din artêşê dîsa êrîşî bilindahiyên Makokê kir û vê carê karîbû aliyê rastê yê çiyê bigire.
Artêşa Iraqê di 30ê Tebaxê de ji nû ve xwe kom kir û bi piştgiriya tank, top û balafirên şer dîsa dest bi êrîşan kir, pêşî, bi bomberdûmanên pêşwext ên dijwar çeperên Pêşmerge bi awayekî teqez kirin armanc ku cara yekem bû (Katyoşa) bikar tîne, paşê êrîşî Çiyayê Makokê kirin, heta gihiştin Seruçawe û gundên derdorê, Hêzeke biçûk a Pêşmerge li hember êrîşa artêşê bergirî dikirin, di 4’ê Îlonê de leşkeran êrîşî bilindaiyên Endîk û Anguzê kirin, hemû çekên xwe yên giran û balafirên xwe bi alîkariya çeteyên (caş) bi kar anî û danê êvarê ew girt.
Di wê demê de peyameke bilez ji Reşîd Sindî serleşkerê duyem giheşte fermandarên deverê û daxwaz kir ku, hêzeke Pêşmerge wek hêzeke piştevanî bo eniyên şer were, kampanyayê bigirin heya bigehin serê çiyê, Hêza piştevaniyê ji tabûreke hêza Sefîn bi fermandariya Erîf Elî Mewlûdî, tabûra duyem bi fermandariya Seyîd Kake ji hêza Deşta Hewlêrê pêk dihat, ev hêzên pêşmerge şeva 6-7ê Îlona 1974an hilkişiyan ser çiyayê Makokê û cihên xwe yên berevaniyê ji nû ve ava kirin, artêşa Iraqê bi piştgiriya hêzên esmanî û topxaneyan êrîşên xwe berdewam kirin, lê vê carê jî Pêşmerge bi tundî berevaniya xwe berdewam kir û li hember hemû êrîşan li ber xwe da û nehîşt çiyayê Makokê bikeve destê artêşê.
Roja 8ê Îlona 1974ê saet 23.00, artêşa Iraqê careke din êrişî Çiyayê Makokê kir û heta berbanga sibê berdewam kir, Pêşmerge vê carê jî nehişt artêş bi ser bikeve, lê şikestineke mezin xwar, zêdeyî 50 cenazeyên leşkerên artêşê li qada şer man, Hêzên Pêşmerge 2 mehan bergiriya xwe berdewam kirin, li wê deverê û nehiştin artêşa Iraqê bigihêje armancên xwe, ev jî ji ber pisporiya fermandaran li deverê û ezmûna wan di şerkirin û tundkirina çeperên şer bi danîna mayînan û têlkirina wê li gorî şiyanên xwe ye, di nava van du mehan de artêşa Iraqê 15 êrîşên dijwar bi hêzeke mezin ji caş, Mexawîr û hêzên taybet li dijî Pêşmerge pêk anîn, di van hemû êrîşan de derbeyên giran ên giyanî û madî xwarin, her çendî Pêşmerge şehîd û birîndar hebûn, lê belê deskeftinên girîng jî hebûn, mînak di êrîşekê de 10 perçeyên çekan, di êrîşekê de 150 kalaşnîkov, 3 hawin, çar çenteyên Bêtelê, du sekvanên Rûsî yên pênc-xor, û hetta di êrîşekê de tevayî tabûrek jî hat rûxandin.
Di nîvê meha Îlonê de, artêşa Iraqê saet 12.00’an bi şev dest bi topbarankirina çeperên Pêşmerge kir, piştî wê, tabûreke hêzên taybet êrîşî çeperên tabûra Seyîd Kake kirin, eşkere ye ku pêşmerge haya wan ji êrîşê hebûye, ji ber wê jî xwe ji leşkeran veşartibûn heta ku bi temamî nêzîkî wan bibin û ziyaneke mezin bigînin wan, dema nêzî 100 metreyî bûn, êrîşî wan kirin û bi tundî li wan xistin, di encamê de êrîşa artêşê bi awayekî têk çû ku zêdetirî 150 kes jê hatin kuştin û 100 jî birîndar bûn, gelek çek û cebilxane ketin destê Pêşmerge, ev tabura artêşa Iraqê bi temamî hat rûxandin, Di vî şerî de qurbaniyên Pêşmerge 9 şehîd û 27 birîndar bûn.
Ev berxwedana Pêşmerge li hember artêşeke bihêz a çaryek milyon a pir çekên pêşketî, berdewam pîlanên hikûmetê yên ji bo bidawîkirina şoreşa Kurd pûç kirin, destpêka êrîşan bi vê amadekariyan bi hêvî bûn ku di demeke kin de planên xwe pêk bînin û şoreşê têk bibin, meha Îlonê ji bo serkeftina xwe a li dijî şoreşê weke dema dawî diyar kiribû, paşê ew kirin meha Kanûna yekem, lê ev muhlet û daxuyaniyên bêbingeh hemû bêyî ku rewş bê guhertin derbas bûn heta peymana 6’ê Adara 1975’an paşê karîbûn Şoreşa Îlonê têk bibin.
Çavkanî:
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg III, Beş II, Şoreşa Îlonê 1961-1975, Çapa Yekem – Hewlêr, 2004.
- Xorşîd Şêre, Xebat û Xwîn, Bîranînên Salên Pêşmergayetiyê, Çapxaneya Hacî Haşim, çapa 3, Hewlêr – 2015.
- Senger Ibrahîm Xoşnaw, Bûyerên Leşkerî yên Şoreşa Îlonê 1970-1975, Çapa 1, Hewlêr, 2022.
- Seyîd Kaka, Bîranînên Pêşmergeyekî, Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, Çapa Yekem, Hewlêr-1997.
Karwan Jewhar Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944-1987 Jiyan û Rola Siyasî û Leşkerî di Tevgera Rizgarîxwaza Kurd de, çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 201