Dastana Bamernê Gulana 1987

Dastan di Gulana 1987’an de li navçeya Bamernê ya devera Behdînan rû da, dema ku Pêşmerge êrîşek mezin li ser baregehên artêşa Iraqê li wê deverê pêk anî, hêzên Pêşmerge di wê Dastanê de ew baregeh bi dest xist û ziyanên mezin gihandin wan ji kuştin û dîl girtina leşkerên Iraqê û dest danîn ser gelek çek û cebilxane.


Navçeya Bamarnê dikeve quntara çiyayê Metîna yê navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê, di dema Şoreşa Îlonê de şerên mezin li wir hatibûn kirin, ya herî navdar şerê Çiyayê Metîna bû, eşkere ye ku ev dastan û gelek dastanên din roleke mezin di teşekirina rûpelên dîrokê de lîstine bi şer û mêrxasiya ku ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve ji bo bidestxistina azadiyê hatiye tomarkirin.

Berdewamiya têkoşînê di Şoreşa Gulanê de çalakiyên Pêşmerge li herêmên cuda yên Kurdistanê xist nava dewletê, bi rêbazên partîzanî karîbûn derbên kujer bigihîne saziyên leşkerî û ewlehiyê yên hikûmeta Beisê, Dastana Bamernê yek ji pêngavên Pêşmerge ye li dijî bingeh û baregehên artêşa Iraqê li devera Bamernê ku şeva 26-27ê Gulana 1987ê, Hêzên Pêşmerge yên Komîteyên Amêdiyê, Duhok, Şêxan û hêzên parastina netewî êrîş pêk anîn.

Herçende êrîşa Pêşmerge şevekê hat paşxistin ji ber vekişîna çeteyên ku soza alîkariyê dabûn, lê piştre bi planeke leşkerî ya berfireh êrîş li ser baregehên artêşa Iraqê yên li herêmê hate kirin û di demek kim de dest bi ser 13 çeper, balefirgeha Bamernê, navenda tabûra parastina sînor û tabûra 140 de hate girtin, artêşa Iraqê derbeyên giran xwarin û zêdetirî 100 leşker hatin kuştin û 58 leşker jî dîl girtin, destkeftiyên şer jî zêdetirî 215 parçe çekên curbecur û zêdetirî 20150 guleyên cuda bûn, diyar e hêzên Pêşmerge jî bê ziyan nebûn ku du pêşmergeyên bi navê Fewzî Remezan Reşo Sikrînî û Ebdulsetar Salih Murad şehîd bûn û 30 pêşmerge jî birîndar bûn.

Di vê êrîşê de li navenda tabûrê dest bi ser 32 hezar dînaran de hat girtin, Pêşmerge û berpirsan yekser rabûn ser piyan û ew pere pêşkêşî malbatên şehîdan kirin, diyar e serkeftina vê dastanê û derbeya bihêz li saziyên leşkerî yên hikûmetê bû moralek mezin ji bo şoreşê û hêzên Pêşmerge, peyameke xurt jî bû ji rejîma Beis re ku şoreş berdewam bû û dikare li ku derê bixwaze operasyonên mezin pêk bîne.


Çavkanî:

  1. https://www.kurdipedia.org/default.aspx?lng=1&q=20081218012640829
  1. Hojîn Mesûd Sarnî, Şoreşa Îlonê li devera Behdînan 1961- 1975, çapa yekem, 2018.
  2. Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd, berg 4 1975-1990 Şoreşa Gulanê Beş 2 Çapa yekem, Çapxaneya Ruksana, 2021.

Gotarên Têkildar

Dastana korê 1991

Dastana Korê yek ji wan şer û pevçûnên çarenûsaz e yên ku Pêşmergeyên Kurdistanê di 7-11ê Nîsana 1991ê de li dijî artêşa Iraqê tomar kir, piştî ku artêşa Iraqê di bihara 1991ê de li hemberî hêzên Pêşmergeyên Bereya Kurdistanê ...

Agahiyên bêtir

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir