Ce'fer Silêman Elî Çêyî

Ce'fer Silêman Elî Çêyî di sala 1945 li gundê Çêya li qeza Amêdî ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê welatê Îranê bûye û li Nexede nîştecîh bûye. Paşê ji bo Meşhedê hatiye veguhestin û heta sala 1979 li Meşhedê maye. Heman salê vegeriya ye Kerecê û bi Îdrîs Barzanî re hevdîtinê encam daye. Heta sala 1981 li Îranê maye û di sala 1981 vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û li bajarê Dihokê nîştecîh bûye.


Di sala 1961 piştî destpêkirina şoreşa Eylûlê li cem Selîm Çêyî bûye Pêşmerge. Di sala 1962 bi Fermandeyî ya Mihemed Emîn Mîrxan beşdariya şerê cehşên Mirêbayê kiriye. Di sala 1963 ji bo Baregeha Barzanî ya li Balekayetiyê hatiye veguhestin û li devera Ranye û Qeladizê û gundên Dîrê û Dîlmanê maye. Li heman salê da li şerên Geliyê Elî Beg û Serê Sipîlkê de beşdar bûye. Di sala 1969 bi Fermandeyî ya Omer Axayê Dolemerî li şerê Maxubiznan ya di navbera Ranye û Sengeser de beşdariyê kiriye. Di sala 1970 bûye Serleqê Leqa Yek, yek ji wan Pêşmergeyaneye ku li ser Doşkeya Dijîfiroke li Pira Hafiz de roleke baş dîtiye. Li Gerûya Qesrê û Memî Xelanî ya ser bi qezaya Çoman ya parêzgeha Hewlêrê, parêzgeriyê li Êzgeya (Radyoya) Dengê Kurdistanê û çapxaneya şoreşê kiriye. Di sala 1975 bi Fermandeyî ya Erîf Yasîn ya li şerê Dîlman de beşdar bûye.

 

Di sala 2004 li Dezgeha Eylûlê xizmetê kiriye û paşê xanenişîn bûye. Di sala 2010 li Kongreya 13. ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Hewlêrê ji aliyê Serok Barzanî ve medalya Barzanî wergirtiye.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir