Axaftina Serok Barzanî di konferansa efserên pêşmerge û berpirsên PDKê de, 15ê Nîsan 1967an

Di 15ê Nîsana 1967an de Barzanî di konferansa efserên Pêşmerge, rêveber û berpirsên siyasî yên partiyê de, ev şîretên giranbuha di axaftineke dîrokî de ji bo her kurdekî azadîxwaz kir mînak.


Birayên hêja:

Silavan li we dikim…

Ez gelek şanaz im bi xortên kurd ku ji destpêka şoreşa me ve di vê heyama dirêj de heta roja me ya îro hemû êş û azar qebûl kirine: germ, serma, girtin, kuştin, birîn, ev mêrxasî, lêhûrbûn û rênîşandan ji bo me hemûyan û ji bo dîroka miletê kurd çi niha û çi ya paşerojê cihê serbilindiyê ye, tişta ku heta niha hatiye kirin hemû hêjayî şanaziyê ye û meriv kêfxweş û serbilind dike. Ew mêranî, cesaret û mêrxasiya ku miletê kurd kiriye: ev qehremanî û şerefa ku kurê kurd di vê şoreşê de diyar kiriye, digel hemî tengahiyên xwe li hemberî hemû neheqî û zilmê ku lê hatiye kirin li ber xwe daye, ji bilî Kurdistanê ev yek li tu miletekî û li tu deverekê nebûye. Tişta ku hatiye serê miletê kurd, ji sedî çarê biyaniyan nebihîstiye, lê li welatên biyanî ger şoreş û qehremaniyek hebe, çar hebin, bi sedî hatiye nîşandan, ji ber ku ji aliyê mirovan ve hatin alîkariya wan û alavên propakindeyan hebûn û hatin bersivandin, lê tişta ku li Kurdistanê qewimî, bêyî alîkariya kesî û bi van çend çekan me li hemberî hêzeke xayîn û zordar çend salin li ber xwed, sebir û tehamûl kirin, nehat serê kesî, eve ku divê em şanaziyê bi vî gelî bikin, ji ber ku tiştên ku wî kişandiye ji hêza mirovî derbas bûye, her weke min hezar carî jî gotiye, ev serbilindî ne tenê ji bo kesên ku çek li milê wan in, belku her cotkarekî kurd, her jineke kurd, pîr û ciwan û zarokên kurd hemû di vê qehremaniyê de beşdarin û her kesî gelek êş kişandiye û eşkence bi ser de hatiye.

Birayên hêja:

Her şoreş û her tevgerek li cîhanê ji bo xizmeta gel tê kirin, pêwîstî bi wan kesan heye ku karê gelî di destan deye, ku divê tenê berjewendiyên gel li ber çavan bigirin û hemû berjewendiyên xwe yên kesokî bidin aliyekî û çi ji destê wan tê bikin û nekevin pey daxwazên xwe. Ji ber vê yekê ez dixwazim li vir çend tiştan bînim bîra we, hizir nekin ku ez rexne li kesek eşkere dikim… Divê wesa hizir nekin jî ku ez rexne li tu kesî nakim… Ez di van xalên ku ez dibêjim de ez xwe jî rexne dikim ger ez tiştekî wisa bikim ji bo şoreş û ji bo milet ziyan hebe… Divê em erka xwe baş bizanibin, ger her berpirsekî şoreşê ji bo berjewendên şoreşê nexebite û erka xwe paşguh bixe, em ê bi dijminên xwe bibînin û em xizmeta dijminê miletê xwe dikin…Divê em fêm bikin ku gel tê çi wateyê? Peyman tê çi wateyê? Kurdayetî an netewayetî tê çi wateyê? Ew berpirsê ku ji bo armancên kesokî dev ji berjewendên şoreşê berdide… An jî ji bo berîka xwe ku pereyan bi dest bixe… Yan ji bo şanazî û mêranîyê hewl bide… yan jî guh nade fermanê û dev ji sîstemê berdide... Ne Kurd e û ne jî xizmeta şoreşê dike.

Mînak: Ger komîteyek herêmî li vir were damezrandin, komîteyek herêmî li aliyê din were damezrandin… Komîteya berê ya herêmî bixwaze ev komîte bi ser nekeve tenê daku bêjin ew baş in û ev xirab e… Ger fermandarê hêzekê bixwaze fermandarê hêzeke din serkeftîtir nebe, tenê daku bêjin fermandarê wê hêzê baş e, ev ne aqil û ne jî netewîbûn e. Ne partîbûn û ne jî şoreşgerî ye. Netewîbûn, partîbûn û şoreşgerî ewe hemû bi hev re hevkariyê dikin, ji bo berjewenda giştî, ji bo gelê me. Belê, wekî du hezar kesan ji me qurbanî dane. Belku ji wan zêdetir e ên ji bo xatirê vî gelî û vî welatî canê xwe feda kirine, ji bo xatirê vî mafî, ev mafê ku min hezar carî gotiye: Em ê bi derbasbûna demê re ji zilma ku li me hatiye kirin, derkevin, em bibin xwediyê mafên xwe û li ser her tiştî du tiştan bibêjin: aqil, zanîn, rêveberî û perwerde, her tiştê ku bi welatê me ve girêdayî ye. Mafê me yê biryardanê hebe; Divê mafê me hebe ku em red bikin û karibin wek mirovan bijîn, divê zilm tune be. Ger zilm li me were kirin destekê me hebe ku nehêlin stûyê me bigirin û me xeniqînin… Daxwaza min ew e ku hûn hemû bi dilpakî bi hev re hevkariyê bikin û tiştekî wisa nekin ku kiryarên me di nava me de bibin dijminekî mezin…Ger em hemû bi biratî û hevkariyeke jidil ji bo berjewendiya hevpar bixebitin, her kes berjewendiya Kurdistan û şoreşê bêtir ji berjewendîyên xwe yên kesane binêre tu hêz nikare mafên me înkar bike û tu kes nikare zilmê li miletê me bike… Birayê min, malê dinyayê ew qas tişt nake ku em ji bo xatirê xwarinek xweş an cîhek nerm dev ji rûmeta xwe ya neteweyî berdin û welat û berjewendên miletê xwe ji bîr bikin… hizir li mîlyonerên Kurd bikin ên pir dewlemend ên ku alîkariya oreşa miletê xwe nekirine, li ber çavê her kesî çiqas rezîl û pîs diyar dikin… Dewlemendî şerefê nayne, pere û dewlemendî ger ji bo berjewendiya milet neyê xerckirin dê bibe cihê serşûrî û rezîliyê… di dîrokê de me qet nebihîstiye ku pesnê yekî bê kirin ku xwarinên xweş xwarine an jî li ser nivînek nerm razaye! Tenê navê wan kesên dê bi rûmet were gotin ku ji bo berjewendiya giştî û ji bo welat û neteweyê êş û azar kişandine û bi kêrî miletê xwe yê bindest hatine.

Belê, her şeref, namûs, peyman, biratî û alîkarîkirina hev, dê ji bo me hemûyan bibe cihê şanaziyê... Min hezar carî ji we re got, ez ê xizmeta yê herî biçûk bikim. Ez ne serokê kesî me, ez serokatiya tu kesî jî naxwazim... Lê ez dixwazim bibim birayê we, xizmeta we bikim, hûn jî bibin birayên min û alîkariya min bikim, em bi hev re bibin kurê milet û xizmeta miletê xwe bikin. em xwe ji xweperestî û çavbirçîtiya bêwate ya dinyayê dûr bixin… ji dijmin re jîr û amade bîn, bi kaxezek, bi gotinek, bi derewek.. rastiyê ji bîr nekin û neyên xapandin.

Pêşketin tê wateya ku ji bo zanîn, jîrî, mêranî, pakî, û paqijî û rastî ji bo xizmeta miletê xwe bixebitin… Kesê ku ji bo van tiştan nexebite, kî dibe bila bibe, ez wî kesî pêşverû nahesibînim, yê ku li mal û milk, namûsa xelkê û zulmê digere û  Xwedê û mirovan ji xwe nerazî bike, qet mirov nayê hesibandin.

Birayên hêja:

Daxwaza min ji we lawên milet ev e ku hûn hewl bidin partiya xwe roj bi roj bihêztir û birêxistintir bikin û hemû kesî hevkariyê pêre bikin… Heger partî bi rêk û pêk be û fermanên wê pir baş were cîbicîkirin, ev tê wê maneyê ku artêş û milet dê bihêztir û baştir bibe.

Partî tê wateya rêxistina hemû milet, artêş û her çînek din beşek ji wî miletî ye. Tu şoreş bêyî serokatiya partiyek hevgirtî bi ser nakeve heger ez bêjim partî, tê wateya partiyeke dilpak ji milet û berjewenda milet re, ne wek wan kesên ku di Mawetê de bûn û zilm li milet kirin û ji xwe re digotin partiyek… Îcar ger em dixwazin şoreşa me bi ser bikeve, divê em vê partiyê xurt bikin û em hemû, çi ez çi artêş û çi milet, ji dil û can alîkariya partiya xwe bikin… Divê tu kes ji me çavê wî li serokatî û mezinatiyê nebe... Her kes dikare di berdêla wê şiyana xwe de bibe xwediyê şiyana zêdetir û xizmeta gel bike. Milet xwe bi serokê xwe dihesibîne.

Eger şiyana min hebe ku ez deh pêşmergeyan birêve bibim... lê ez dixwazim bibim serliq an serpel an jî fermandarê tabûrekê tenê ji bo ku navê xwe mezin bikim… Ew serokatî mîna şaxê dareke hişk e ku ez hilkişim ser wê û dişkê û dikeve û stûyê min dişkîne. Mêranî û xizmetiya rast ew e ku her tiştê ku jê re hatiye erkdarkirin bi dilpakî bike û çavê xwe li ser wê bigire ku xizmeta gel dike. Dilpakî û lihevhatin bi yek-du re merce ji bo serkeftina şoreşê. Ger xweperestî û durûtî di nav me de hebe em xizmeta dijmin dikin û dijminatiya xwe û miletê xwe dikin.

Kesê ku xwedî kar û berpirsiyarê çend kesan be, dive ji yên di bin destên xwe de zêdetir cefayê bikişîne, heger yek ji hevalên wî birçî be... divê nanê xwe bide wî û bi xwe birçîbûnê qebûl bike, ji ber ku mezin divê ji yê biçûk xweragirtir be… Ger ez ji xwe re bibêjim mezin û xwe têr bikim û yê piçûk li ber çavê min birçî be, ez vê yekê bi bêrûmetiyek mezin dibînim. Lê eger ez ji birçîna bimirim û feqîrekî ji birçîna rizgar bikim, ez dihesibînim ku ev şerefek mezin e... Mirovahî ew e ku meriv bextewariya xwe ji bo berjewendiya lawaz û belengazan bike qurban… Bêyî vê hevkarî û vê ruhê fedakariyê em nikarin bi awayekî cidî xizmeta gelê xwe bikin… Divê em zanibin ku em bi tenê bi çekan bi ser nakevin... Bi girtina pereyan em bi ser nakevin... Bi talan û heqaretan em bi ser nakevin, bi kuştin û birîna mafên mirovan em bi ser nakevin… Em ê bi ser bikevin dema ku dilê me hemûyan bi hev re paqij bin û mezin û biçûk rêzê li yek û du bigirin û her kurdek destkeftî û windahiyên her birayekî kurd weke destkeftî û windahiyên xwe bihesibîne… Bi rastî em hemû bira ne... Tu bikevî ez alîkarîya te bikim, ez birçî bim, tu nanê xwe bidî min… Ger hewcedariya te bi alîkariya min hebû, min jî hewcedariya bi alîkariya te hebû... Bila alîkariya yek-du bikin. Divê di xizmeta milet de xweperestî nebe… Tu xortekî kurd î, ez jî xortekî kurd im. Ez ji bo milet dixebitin tu jî ji bo milet dixebitî… Divê em mal, can, hiş, zanîn û her tiştê xwe ji bo miletê xwe xerc bikin… Ji bo ku azadiya wî bi dest bixin û destê dijminê xayîn û zalim ji ser wî rakin… Heger em ji bo miletê xwe hewqasî jidil û bi hezkirin hewl nedin, divê em bizanibin ku em xizmeta dijmin dikin û em ê li hember Xwedê, dîrok û miletê berpirsiyar bin…

Min ew çîrok gelek caran gotiye. We jî bihîstiye: wek bav yan diya ku du kur hebin û yek ji wan nexweşiya paralîtîk hebe û bikeve malê... Her roj bavo, dayê, min bişo, min bigire, bibîne, bibe. Salek, du sal... Dê û bavê wî dê bi dilovanî bibêjin: Xwedê ji min re felaket aniye… Ya Xwedê, bi dilovaniya xwe wê ji min bistîne! Ji ber ku ji bo wî zehmet dibe, ji wî re tu hîviya qenciyê nemaye, Lê kurê din ê ku sax e, heke dê û bavê wî karibin debara xwe bikin, pere an jî cilan jê re xerc dike. Ji ber ku ger kurê padîşah be dibêje wê bibe tacparêz, ger gavan be dê bêje ez ê sibê pîr bibim, çêlek derdixe derve û nan ji min re tîne. hîviyan pê dike ku ji zarokên xwe sûd werdigire… Heke hûn hizir dikin ku kesek dikare alîkariya me bike…... Heger em lawikê xwediyê nexweşiya paralîtîk bin kes pêşwazî li me nake… Lê heger em ji bo xwe mêr bîn her kes  dê alîkariyê me bike… Em ne mêr bin jî, dê û bav bin jî, dê her carê alîkariya me bikin. Cara duyemîn silavê nadin me. Ger em mêr bin û hunereke me hebe dê hemû daxwazên me pêk werin… Mêranî û hêz bi aqil û tevgerê tê bidestxistin bi gotinan em nikarin tiştekî bikin em her tim bibêjin min kir, ezê bikim lê bê tevger sûda wê çi ye?

Heger min xweperestî, pozbilindî û çavnebarî li hember miletê xwe hebe, ez çawa dikarim ji wî re xizmetê bikim? Ger em ji dil û can alîkariya hev nekin... em çiya bin jî em ê hilweşin… Alîkariya min a bi we re ji bo min e û arîkariya we ji bo min ji bo we ye, nabe em sipasiya yek du bikeyn. Ji ber ku em hem ji bo milet û hem ji bo xwe dixebitin û hem jî em hemû alîkariya milet dikin ku em kurên vî miletî ne, ez û tu bira û gelên yek welat in û çarenûsa me pêkve grêdayî ye. Ji ber vê yekê em hemû bi dilpakî û biratiyeke pak destê xwe bidin hev û ev şoreşa Kurdistanê ye, wek min got cihê şanaziyê ye û tiştê ku miletê kurd kiriye, kesekî din nekiriye ji dest me dernekeve û jêhatîbûnekê ji hemî zehmet û westandina xwe bistînin… Ez heta niha di jiyana xwe de bi hevalên xwe re jiya bim û karê xwe: siyasî an leşkerî bi xwe kir Xwedê rehma xwe li min kirbe û ez ê heta niha mabim erê bi serbilindî be yan be serşûrî be Xwedê bi her tiştî dizane. Hevalên min dizanin ku min tu carî îxanet li hevalê xwe nekiriye, ez tu carî çavbirçî nebûm, min di berdêla hevalê xwe de xweperest nebû. Min ji bêrîka xwe nan da wî, birçîna tehemûl kir, cil û berg da hevalê xwe, min sermayê tehemûl kir. Min jî karî bi hevalên xwe re biçim eniyê. Ez yekem kes bûm pirsiyar bikin. Cihê ku top û balafiran lêdaye, cihê ku kes lê najî ez çûm wir… Ger artêşa me ji eniyê ve êrîş hatibe ser, ez bûm yekem kesê ku carekê, du caran, deh caran heta ez gihîştim vê rewşê. Piştî ku ez vegeriyam Iraqê, min hêza xwe winda kir ger tirs li piştê bûya, ezê kesê dawî bûm, heta nefesa dawî jî... Çima? Ji ber ku ez xwe ji kesî ezîztir nabînim ew hemû jî wek min mirovin in, em hemû birayên hev in, eger em bikarin xizmetê bikin, xizmeta ku ji me re xizmetkar tê gotin ji hemû navên serokatî û mezinatiyê çêtir e û cihê şanaziyê ye ku mirov xizmetkarê miletê xwe be.

Birayên hêja:

Weke ku min berê jî ji we re got, ger em dixwazin bi ser bikevin, divê em hemû pir şopdarên sîstemî bin tu şoreş bêyî rêzgirtina sîstemî bi ser nakeve. Ger fermanek ji serkirdayetiya partiyê were, yên ku ferman werdigirin guh nedin… Wateya wê tevlihevî çêbibe dema ku her kes tişta ku bixwaze bike û bersiva fermanê nade… Li şûna ku xizmeta milet bike, dibe dijminê milet û ji caşan pir qirêjtir e… Ger di nav malbatekê de rêzik û sîstem tune be. tu kes fermanên ji xwe mezintir pêk neyne. Her kesê ku tiştekî, pereyan qezenc bike bêxe berîka xwe û behir neda kesên mayî û ji bo bextewariya hemû malbatê bi hev re nexebitin… Dê di malê de tevlihevî çêbibe û dê mal wê têk biçe!

Em di vê şoreşê de malbateke mezin in, divê her kes guh bide fermanên ku ji xwe mezintir in û pir bi guhdarî pêk bînin… Divê ew çi qezenc dike li ser hemû şoreşê xerc bike. Ji bo xwe qezenca xerab jê neke… her kesê lêpirsîn di gel da were kirin nabe dilgiran be… Kî pak be ji h lêpirsînê natirse… Ger kesek were vexwendin ji bo dadgehê, divê nebêje ez naçim… Divê maf bên eşkerekirin. Kî dibêje ez naçim dadgehê, sûcê li ser xwe îspat dike. Ger kesek ji min re bêje, were dadgehê, ez dê çim… dadwer çi bixwaze ezê bersivê bidim ez ê dilgiran nebim, ger min tu guneh nekiriye... Her kes wê bizane ku ez bêguneh û serbilindim.

Mirov bi guhdana qanûn û fermanan bedew dibe... Divê em ji qanûnên ku ji xwe re danîne dûr nekevin... heta ku tevlihevî çênebe. Ger yekî berpirs... ji cihekî bo cihekî din were veguhestin. Divê ew nebêje ku baweriya wan bi min nayê, lewma min veguhezînin... Na, ne wisa ye. Berjewenda şoreşê ev e. Dibe ku sibe kesekî din cihê wî bigire û ew here cihekî din. Divê em guhdar bin û ji bo berjewendiya giştî bixebitin.

Divê her kesê di vê şoreşê de dixebite ez yekem, jixwe em hemû berpirsiyar in. Ji pêşmergeyekê heta endamekê partiyê em ji bîr nekin: Ger em gundiyekî, şivanekî, dikandarekî, jinekê, zarokekî dilgiran bikin, heger em heqaretê li ferdên milet bikin û tiştên xerab bibêjin, heger em hêkek, mirîşkek an jî çi jê re dibêjin zirarê ji miletê xwe bi xiyanet û zulmê bistînin, divê zanibin ku em ê bibin dijminên gel û dijminê xwe. Heger dilê milet bi me re be, dijmin hezar qatî xurtir be... nikare me bişkîne. Heger dilê milet bi me re nebe... Bi Xwedê em ê ji niha hezar qatî bi hêztir bin... Emê bişkên û bi ser nakevin… Ger em bi hev re ji bo berjewendiya hevpar tevnegerin û ji xwe re xweperestî û hezkirin hebe, em ê ji bo tunekirina xwe xizmeta dijmin bikin.

Birayên delal, çawa ku min di salên 1945 û 1960 de her tim gotiye, ez niha jî dibêjim: em şerê ereb û kurdan nakin. Ne tenê ez dibêjim ez bi Ereban re şer nakim... Ez ê şerê tu miletî jî nekim. Li ser navê ez bi tu miletî re şer nakim: ev zer e, ev sor e, ev reş e, ev şîn e, ev spî ye… Kurd û Ereb birayên hev in û dikarin bi hevre, bi biratî, bextewarî û aramî bijîn. Erê, Ereb birayên mezin in û em jî birayên piçûk in, em dibêjin ne edalet e ku birayên piçûk birçî û tazî bin û nikaribin bixwînin û ji xwe re tiştekî hîn bibin û di rêvebirina mala havpar a xwe de nikaribe raya xwe bêje, û birayê mezin her tiştê malê ji xwe re bibe!! Divê edalet pêk were, birayê biçûk xwe mezlûm nebîne û neheqî li wî neyê kirin.

Em ne li dijî hikûmetê ne ger hikûmet nekeve destê hîz û dizan! Yên ku xizmeta dijminê Kurd û Ereban dikin. Em di şoreşa xwe de berjewendiya Iraqê dixwazin… Pêşî ji bo Ereban, ya duyem ji bo Kurdan û ji bo hemû Iraqiyan. Tirkmen, Asûrî, Ermenî, her kes. Em dixwazin hikûmeteke adil a demokratîk û bi hilbijartinên azad û bê fişar û nevyan û zulim û sitmekarî li Iraqê hebe. Divê qanûnek dadmend hebe ku miletê Iraqê ji xwe re deyne… Her roj leşkerek nabêje: (Me ev biryar da) û li gor xwestek û xweperestiya xwe miletê Iraqê birêve bibe û milet nikare û newêre hesabê wî bike.

Me êrîşî kesî nekiriye û em ê êrîşî tu kesî jî nekin. Em ê mafên rewa û mal û namûs û jiyana gelê Kurd biparêzin. Em qet naxwazin di navbera du birayên Ereb û Kurd de xwîn bê rijandin. Ji ber ku şer û kuştina me Kurd û Ereb xizmeta dijminên Iraqê dike. Ez hêvî dikim ku Xwedê aqil û têgihiştinê bide kesên ku dixwazin bi me re şer bikin… Bila rehmê li miletê Iraqê bikin û li zulma miletê kurd nenêrin… Ji bo ku em hemû gelên Iraqê bi hev re bi xweşî, biratî, aştî û dadperweriyê bijîn.

Birayên hêja: Divê em zanibin ku dinya nabe ya tu kesî û hezar qesrên me yên zêrîn jî hebin em ê dev jê berdin û herin bin axê, Xweda di Quranê de wiha dibêje: (Me hûn ji wê afirand û emê we tê de vegerînin û emê we careke din jê derxin). Tenê şeref û namûs û mirovatî di hebûna mirovan de xwedî nirx e. Divê mirov ji Xweda bitirse û bi rastî û dilpakî xizmeta gelê xwe bike, مi kêleka yek û du li dijî zilmê parastinê bike, Divê ew bibe şopdarê edalet û wekheviya di nava xelkê de. Ger em karên qenc bikin...ji Xwedê û mirovan re winda nabe, û eger em tiştên xerab bikin jî, dîsa winda nabe. Xweda di Quranê de wiha dibêje: (kî bi giraniya tûrekî qenciyê bike, wê bibîne û yê ku bi giraniya tûrekî xerabiyê bike wê bibîne.)

Hîviya min ew e ku hûn rexneyan ji xwe re qebûl bikin. fermanan bi cî bînîn, berjewenda kesane ji dilê xwe bavêjin, berjewenda giştî û qenciya hevpar di hişê xwe de bigirin, yek û du bi hev re hevkariyê bikin... Ez dikarim ew qas bikim... Ez we emanetî Xwedê dikim... Xwedê ji me re bibe alîkar.


Çavkanî: 

Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd, Berg III. Beşa I 1961-1975, Şoreşa Îlonê.


Gotarên Têkildar

Hewldanên kuştina Serok Mistefa Barzanî

Her tim baweriyek navxweyî heye ku bi mirin an wêrankirin an kuştina serkirdeyekî, dibe ku şoreşek an jî doza miletekî bi dawî bibe, lê ev her tim ji bo her miletî ne raste. Dijminên gelê Kurd ji mêj ve fêm kiribûn ku Serok Mistefa Barzanî biryarder û navenda giraniya tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd e, lewma çendîn hewlên kuştina wî hatin kirin.

Agahiyên bêtir

Hewldana kuştina Mesûd Mistefa Barzanî

Mesûd Mistefa Barzanî di destpêka Şoreşa Îlonê de bû Pêşmerge û piştî damezrandina Ajansa Parastinê, di şoreşê de bû navekî navdar û ji ber beşdarbûna wî di rêkevtina 11ê Adarê de û piştre jî piştî têkçûna şoreşê û nexweşiya Serok Mistefa Barzanî, di vejandina û destpêkirina Şoreşa Gulanê de roleke hîn zêdetir hebû.

Agahiyên bêtir

Hewldana kuştina Îdrîs Mistefa Barzanî

Îdrîs Mistefa Barzanî yek ji navdartirîn serkirdeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û kurê Serok Mistefa Barzanî bû. Piştî beşdarbûna di Şoreşa Îlonê de, wek alîkarê Serok Mistefa Barzanî di warê leşkerî û civakî de kar kir, dost bi xuyabûna vî serkirdeyê jêhatî kêfxweş dibûn û dijmin jî xemgîn dibûn.

Agahiyên bêtir

Hêza Zaxo

Damezrandina hêza Zaxo vedigere dema ku Mistefa Barzanî û 400 Pêşmerge ji Barzan derbasî devera Behdînan bûn, çûyîna Barzanî û hêzên wî bo deverê destpêkek girîng û qonaxeke dîrokî bû ji bo wê deverê, ji ber ku herêmeke berfireh ji artêşa Iraqê hat rizgarkirin û ket bin kontrola şoreşê û bû herêmeke azad, ev bû destpêka damezrandina hêza Zaxo.

Agahiyên bêtir

Topxaneya Şoreşê

Topxaneya şoreşê beşeke girîng û bibandor a hêzên Pêşmerge bû, bi giştî ji sala 1965ê ve pêşkeftineke baş di warê dabînkirina efser û Pêşmergeyên rahênandî de bi rêya korsên taybet û peywendiyên hinek efserên artêşa Iraqê yên ku di warê topxaneyê de xwedî ezmûn bûn, çêbûye.

Agahiyên bêtir