Amîne Mihemed Seîd

Amîne Mihemed Seîd Bêroxî, di sala 1930’an de li gundê Bêrox ê navçeya Rûbarok a girêdayî parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, piştî Şoreşa Yekem a Barzan a sala 1932’an, ew bi malbata xwe re koçberî Başûrê Kurdistanê bûn û li gundê Xalone yê girêdayî navçeya Şêrwan Mezin ya navçeya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê bi cih bûn, hevjînê wê Nacî Beg Şêx Omer tevlî Şoreşa Îlonê dibe û di hêza birayê xwe Hacî Bêroxî de bûye pêşmerge.


Amîne Mihemed li gel hevjînê xwe li Şêrwan Mezin xizmeta Pêşmerge kir û nan û xwarin ji wan re amade dikir, di şeran de jî dest ji xizmeta Pêşmerge bernedaye. Di 4ê Gulana 1966an de hevjînê wê Nacî Beg di şerê Çiyayê Zozikê de li navçeya Diyanayê şehîd dibe.

Amîne piştî şehîbûna hevjînê xwe jî, alîkariya hêzên Pêşmerge berdewam kir. Di sala 1975’an de piştî rûxandina Şoreşa Îlonê koçî welatê Îranê bû, pêşî li kampa Zêwe akincî bû û piştre ji bo kampa Cehrûmê (kampa penaberan) li parêzgeha Faris hate veguhastin û piştre li Tewrêzê bi cih bû.

Di sala 1979’an de, piştî rûxandina rejîma padîşah û damezrandina Komara Îslamî ya Îranê, Amîne vedigere kampa Zêwe û li wir bi cih dibe. Du kurên xwe yên bi navê Mamend û Reşîd ji bo parastina gel û welatê xwe şandine nava Hêzên Pêşmerge û ji bo têkoşîna xwe bidomînin li gel Hacî Bêroxî vegeriyane Başûrê Kurdistanê. Amîne tevî sê zarok, neviyên xwe û bûkên xwe li kampa Zêwe ma. Di 9’ê Hezîrana 1985’an de, di encama bombebarana balafirên rejîma Iraqê de, 6 neviyên wê, hevjîna Reşîdê kurê wê şehîd bûn, hevjîna kurê wê Mamendî û du neviyên din, birîndar bûn. Di sala 1988’an de kurê wê Mamend li Dastana Xwakurkê de şehîd bû.

Di sala 1993an de vegeriya Başûrê Kurdistanê û destpêkê li Pîrmam û piştre jî li Soran bi cih dibe. Di roja 16ê Tebaxa 1996ê de bi boneya Yobîla Zêrîn ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) medalyaya Barzanî yê Nemir wergirt.


Çavkanî:

Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir