Ako Çawşîn

Siyasetmedar Ako Omer Mistefa, bi navê )Ako Çawşîn), hatiye nas kirin. Di sala 1981 an de peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û piştî salekê peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye....


Siyasetmedar Ako Omer Mistefa, bi navê (Ako Çawşîn), hatiye nas kirin. Di sala 1981 an de peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û piştî salekê peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreya dehem 1989 û yazdehe‌m 1993 ya  Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê yedegê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin‌.

 

Jiyanname

Ako Çawşîn di sala 1964 an de li Silêmaniyê ji dayik bûye, derçûyê qonaxa amadeyî ye, di sala 1992 li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi qaymeqamê Qeladizê ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê li Hikumeta Herêma Kurdistanê de hatiye damezrandin‌. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî ye.

 

Xebatname

Di sala 1981 an de peywendiyê bi rêxistina Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1982 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Di sala 1983 an de beşdariyê xuleke hewalgiriya serbazî ya li derveyê welat de kiriye. Di sala 1987 li êrîşa artêşa Iraqê ya li şerê Şarbajêr ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê da bi dijwarî birîndar bûye. Di sala 1988 an de beşdariya destana Xwakurk ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê dijî êrîşa artêşa Iraqê de kiriye û heman salê koçberî welatê Îranê bûye.

 

Nûnerê kongreyên dehem 1989 û yazdehem 1993 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û di sala 2010 li kongreya sêzdehem da bi endamê yedegê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin‌.

 

Di sala 1991 wekî fermande û Pêşmerge‌ beşdariyê li raperîna Başûrê Kurdistanê ya li dijî ‌sazî û damûdezgehên partiya Be'es de kiriye. Di sala 1992 an de li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi qaymeqamê Qeladizê ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye damezrandin. Di sala 2014 li şerê dijî bi Da'îş de yarîdederê fermandeyê mîhwerê Xazir ya li tixûbê parêzgeha Dihokê bûye.

 

Di dema kar kirinê da wekî kadir çendîn pile û postên hizbî li astên cûda cûda de birêvebiriye û li sala 2022 bi biryara mekteba siyasî bûye berpirsê rêxistina cemawerî û pîşeyiyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir