A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Ebdullah Îsa Îsa

Ebdullah Îsa Îsa, pêşmerge û rêhevalê Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê, di sala 1920ê de li gundê Şêtnê ji dayîk bûye, beşdarî şoreşa Îlonê bûye, di sala 1981ê de li Silêmaniyê hatiye sêdaredan.

Agahiyên bêtir

Ebdulrehman Yehya Ebdulrehman

Ebdulrehman Yehya Ebdulrehman, Pêşmerge û rêheval Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê, di sala 1930 de li gundê Biyê ji dayîk bûye, Pêşmergeyê Komara Demokrat a Kurdistanê li bajarê Mehabadê bû, di Şoreşa Îlonê de beşdar bûye û xwediyê Medalyaya Barzanî ye û li sala 2016ê koça dawî kirye.

Agahiyên bêtir

Ebdulrrehîm Cesîm Ehmed

Ebdulrrehîm Cesîm Ehmed, Pêşmerge û rêhevalê Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê, di sala 1925an de li gundê Pêndiroyê Ji dayik bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrat a Kurdistanê Pêşmerge bû û di her du şoreşên Îlonê û Gulanê de beşdar bûye, di Pêşmergayetiyê de Cîgirê fermandarê Betalyonê, cîgirê fermandarê hêzê û fermandarê hêzê bûye, du caran birîndar bûye û demekê ji aliyê rejîma Iraqê ve hatiye zîndankirin, di sala 1983’an de di şerê Çiyayê Qendîlê de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir