A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Surkan Mela Bas

Surkan Ebbas Feqê ku bi navê Surkan Mela Bas jî tê naskirin, pêşmerge û hevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1920an de li Mêrgesorê ji dayik bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê pêşmerge bû, di Şoreşa Îlonê de beşdar bû û di nav Pêşmerge de serpel bû û du caran birîndar bûye, di sala 1989’an de li gundê Mawîliyanê koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Siyamend Ezîz Aris

Siyamend Ezîz Aris, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1920 de li Mêrgesorê ji dayîk bûye, di Şoreşa Îlonê de beşdar bû û di nav Pêşmerge de fermandarê betalyonê bû, di sala 1966’an de li Çermegayê şehîd bûye

Agahiyên bêtir

Silêman Mîrxan Ehmed

Silêman Mîrxan Ehmed, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1930 de li gundê Xerdin ji dayîk bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrata Kurdistanê ya Mehabadê pêşmerge bû û li komarê birîndar bûye, di Şoreşa Îlonê de beşdar bûye, di nav Pêşmerge de serliq bû, Di 23'ê Adara 1962'an de di şerê Baadrê de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Silêman Mîrxan Areb

Silêman Mîrxan Areb, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1928an de li gundê Kanyedêrê ji dayîk bûye, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê Pêşmerge bû û di her du şoreşên Îlonê û Gulanê de beşdar bûye, di sala 2007 de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Sidîq Bexşî Ehmed

Sidîq Bexşî Ehmed, Pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1924an de li gundê Hesin Bekra ji dayîk bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê pêşmerge bû, di herdu şoreşên Îlonê û Gulanê de beşdar bûye, çend caran hatiye girtin, xwediyê madalyaya Barzanî ye, di sala 1998an de li Duhokê koça dawî kir.

Agahiyên bêtir

Salih Mihemed Mihê

Salih Mihemed Mihê, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1910 de li gundê Spîndarê ji dayîk bûye, di şerên li ser rêya Yekîtiya Sovyetê de birîndar bûye, di sala 1974an de li gundê Spîndarê koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir