A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Abdullah Seîd Ehmed

Ebdullah Seîd Ehmed, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1920 de li gundê Xelanê ji dayîk bûye, di her du şoreşên Îlonê û Gulanê de jî Pêşmerge bû û pileya Serpel hebû, di sala 1989an de li Mergewerê koça dawî kir.

Agahiyên bêtir

Abdullah Dawud Husên

Ebdullah Dawud Husên, Pêşmerge û rêhevalê Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê pêşmerge bû, beşdarî di Şoreşa Îlonê de kiriye, di sala 2006an de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Abdullah Ziyab Elî

Ebdullah Ziyab Elî ku bi navê Mela Şîn Ebdullah tê naskirin, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, Pêşmergê Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê bû û beşdarî Şoreşa Îlonê bû û cîgirê fermandarê hêzê bû, demekê qayimiqam bû, di Şoreşa Gulanê û Şerê Xwakurkê de beşdar bûye, demekê berpirsê navçeyê bû, di sala 2006an de koça dawî kir û li Barzan hat veşartin.

Agahiyên bêtir