Abdullah Dawud Husên

Ebdullah Dawud Husên, Pêşmerge û rêhevalê Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê pêşmerge bû, beşdarî di Şoreşa Îlonê de kiriye, di sala 2006an de koça dawî kiriye.


Jiyanname

Ebdullah Dawud Husên, di sala 1921ê de li gundê Barzan yê ser bi navçeya Barzan a navçeya Mêrgasorê a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di 21'ê Hezîrana 1932'an de tevî malbata xwe koçberî Komara Tirkiyeyê bûye. Piştî çûyîna Yekîtiya Sovyetê bi Gulnaz Ebbas Seyfullah re dizewice, du kur û du keçên wan hebûn bi navên Mihyeddîn Ebdullah (1955), Behaeddîn Ebdullah (1958), Muhteber Ebdullah (1956) û Minewer Ebdullah (1959). Ebdullah Dawud piştî ku vedigere Kurdistanê, di sala 1959an de li Ofîsa Çandiniyê ya Şeqlawe kar dike, piştre derbasî Rêveberiya Çandiniyê ya Selahedîn û piştre jî derbasî Rêveberiya Çandiniyê ya Barzan dibe, herdu zimanên kurdî û rûsî dizanibû, di 12ê Kanûna yekem a 2006an de koça dawî kir û li goristana gundê Barzan hat veşartin.


Xebatname

Ebdullah Dawud Husên, di sala 1943an de li Pirdê leşker bû û bi pileya Erîfê yekem bû. Ji leşkeryê reviya û tevlî Şoreşa Barzan a Duyemîn bû, di 2ê cotmeha 1943an de beşdarî girtina bingeha polîsnên Şanaderê û di 12ê cotmehê de beşdarî girtina bingeha polîsnên Xêrzokê û di 20ê cotmehê de jî beşdarî girtina bingeha polîsnên Şêrwan kiriye. Di 19ê Tebaxa 1945an de bi biryara Dadgeha Urfî ya leşkerî ya Iraqê hemû mal û milkên wî yên guhestî û neguhestî hatin desteserkirin.

Piştî têkçûna Şoreşa Barzan a Duyemîn di 11ê Cotmeha 1945an de derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû, di 31ê Adara 1946an de di nava Hêzên Barzanî yên Artêşa Komara Demokrat a Kurdistanê de li Mehabadê bû pêşmerge, beşdarî şerên Qelatan û Girkî Şan û di 29ê Nîsana 1946an de li devera Seqizê beşdarî şerê Qarawa kiriye, piştî rûxandina Komara Demokrat a Kurdistanê, di 3ê Adara 1947an de beşdarî şerê Nelosê û di 19ê Adara 1947ê de jî di şerê Nexede û Şinoyê de bûye. Yek ji wan pêşmergeyan bû ku di 19'ê Nîsana 1947'an de bi rêya Xwakurk û Deşta Berazgerê bi rêya Bakurê Kurdistanê re vegeriyane herêmên Şêrwan û Mazûriyan.

Piştî vegera wan, General Mistefa Barzanî di 15ê Gulana 1947an de li gundê Ergoş bi hevalên xwe re civînek li dar xist û serpişk kirin ka bimînin yan biçin Sovyetê, li wir hemû rêhevalên wî biryar dan ku berdewam bikin û biçin Yekîtiya Sovyetê, di 23ê Gulana 1947an de ligel general Mistefa Barzanî ber bi Yekîtiya Sovyetê ve diçe û di şerê gelyê Qiturê û şerê pira Mako beşdar bûye û piştî gelek zor û zehmetiyan, di 18'ê Hezîrana 1947'an de ji çemê Arasê li ser sînorê Îran û Sovyetê derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe.

Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de, ew û hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê komara Azerbaycanê, çil rojan di kampeke girtî de ya ku dora wî bi têlên xerî hatiye dorpêçkirin hatin bicihkirin, ji aliyê komek leşker ve dihatin parastin û ji aliyê xwarin, cil û berg û veguheztinê ve weke girtiyên şer serederî di gel da dihat kirin. Paşê bi biryara dewleta Sovyetê ew li Azerbaycanê li herêmên Axdam, Laçîn, Ayulax û Kelbecerê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna yekem a 1947an de, ew ji bo baregeheke leşkerî ya li ser Deryaya Xezerê li Baku, paytexta Komara Azerbaycanê hatin veguhestin û di 23ê heman mehê de cil û bergên leşkerî dan wan û di bin çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê de rojane 8 saetan perwerdeya leşkerî derbas kirin. Di heman demê de ji aliyê çend hevalên xwe yên xwenda ve rojê çar saetan dersên fêrbûna zimanê kurdî werdigirtin.

Piştî serederya xirab a Cefer Bakirov bi hevalên wî re, biryar hat girtin ku di 29ê Tebaxa 1948an de kampa leşkerî ji Komara Azerbaycanê veguhezînin civata Çirçukê ya li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir perwerdeya xwe ya leşkerî domandin.

Di Adara sala 1949an de ew û hevalên xwe taxim taxim bi trênê li gundên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û li zeviyên kolxozan (erdên ku xelkê ji dewletê standibûn û paşê pişka hikûmetê didin) xebitîn.

Piştî hewldaneke zêde û şandina çend nameyên general Barzanî ji Stalîn re, di dawiyê de nameyek gihîşt Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û wî jî di cih de biryara avakirina komîteyek ji bo lêkolîna rewşa hevalên Barzanî da û di dawiyê de biryara komîtê ew e ku wan hemûyan li bajarê Vrîviskî kom bikin, ji ber vê yekê, navhatî di meha Mijdara 1951ê de diçe bajarê Vrîviskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14’ê Tîrmeha 1958’an li Iraqê û vegera General Mistefa Barzanî, di 25'ê Sibata 1959'an de li gorî xalên 3 û 7'an û birga (a) ya xala 10'an û xala 11'an a zagona guherandinê ya sala 1959'an ji bo wî û hevalên xwe efûya giştî hat dayîn.

Di sala 1958an de Komara Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin, Ebdullah Dawud Husên di 16’ê Nîsana 1959’an de tevî hevalên xwe bi keştiya Girozya di rêya bendera Besra ya li başûrê Komara Iraqê re vedigere Kurdistanê.

Di sala 1961ê de beşdarî Şoreşa Îlonê bû, di şerên Geliyê Nehrî, Akrê, Pîrs, Sarijî Mela yê navbera Bilî û Barzan de beşdar bûye, di sala 1975’an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, weke penaber çûye Îranê û li bajarê Yezdê bi cih bû, di sala 1998an de vegeriya Kurdistanê.


Çavkanî:

  1. Jiyannameya Şehîd Ebdullah Dawud Husên, Kovara Dengê Pêşmerge, Organa Mekteba Giştî ya Rêxistina Pêşmerge, Hejmar 105, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Kanûna yekem 2006.

  2. Şaban Elî Şaban, Çend Agahiyên Siyasî û Dîrokî, Çapa Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2013).

  3. Şehîd Ebdullah Dawud Husên, Kovara Dengê Pêşmerge, Organa Mekteba Giştî ya Rêxistina Pêşmerge, Hejmar 135, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Hezîran 2009.

  4. Omer Farûqî, serdar dana zindgî û mibarzat merhum Mela Mistefa Barzanî, çap dwem, (hewlêr - çapxaney wzart amuzş û prurş - 2002z).

  5. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîra Barzan Di Navbera 1931 - 1991, Çapa 1, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001). 

  6. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanî ji Mehabadê heta Yekîtîya Sovyetê, çapa 1., (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).

  7. Kovara Hetaw, Hejmar 154, Sal 6, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistanê, În, 15.04.1959.

  8. Di bîranîna fermandarê şehîd Heso Mîrxan Jajokî de, 62 rojên bi Barzanî re, çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997).

  9. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).

  10. Necef Qulî Pisyan, ji Mehabada xwîawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa 1., (Pîrmam - Yobîla Zêrîn ya Partiya Demokrat a Kurdistanê - 1996).

  11. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Surkan Mela Bas

Surkan Ebbas Feqê ku bi navê Surkan Mela Bas jî tê naskirin, pêşmerge û hevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1920an de li Mêrgesorê ji dayik bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê pêşmerge bû, di Şoreşa Îlonê de beşdar bû û di nav Pêşmerge de serpel bû û du caran birîndar bûye, di sala 1989’an de li gundê Mawîliyanê koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Siyamend Ezîz Aris

Siyamend Ezîz Aris, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1920 de li Mêrgesorê ji dayîk bûye, di Şoreşa Îlonê de beşdar bû û di nav Pêşmerge de fermandarê betalyonê bû, di sala 1966’an de li Çermegayê şehîd bûye

Agahiyên bêtir

Silêman Mîrxan Ehmed

Silêman Mîrxan Ehmed, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1930 de li gundê Xerdin ji dayîk bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrata Kurdistanê ya Mehabadê pêşmerge bû û li komarê birîndar bûye, di Şoreşa Îlonê de beşdar bûye, di nav Pêşmerge de serliq bû, Di 23'ê Adara 1962'an de di şerê Baadrê de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Silêman Mîrxan Areb

Silêman Mîrxan Areb, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1928an de li gundê Kanyedêrê ji dayîk bûye, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê Pêşmerge bû û di her du şoreşên Îlonê û Gulanê de beşdar bûye, di sala 2007 de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Şêx Zubêr Ebdulla

Şêx Zubêr Ebdulla, bi navê Şêxo Zuber jî tê naskirin, Pêşmerge û rêheval Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê, di sala 1925an de li gundê Reziyan ji dayik bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê pêşmerge bû, di Şoreşa Îlonê de beşdar bû, di sala 2008an de koça dawî kir.

Agahiyên bêtir