Wesû Hemed Law

Wesû Hemed Law pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû, di sala 1974an de di şerê çiyayê Gorez de şehîd bûye.


Wesû Hemed Law bi nasnav Wesû Hemed Law di sala 1952an de li gundê Guwanê yê navçeya Diyana ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, zewicî bû û du keç û kurek ên wî hebûn.

Di sala 1968’an de tevî birayê xwe Ebdulwahîd tevlî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dibe, di Tabûra Seyîd Asî ya Hêza Balek de bû pêşmerge, di şerên Çiyayê Zozikê, Sertîz û Geliyê Omer Axa de beşdar bûye.

Di sala 1974an de piştî destpêkirina şer û pevçûnên di navbera Hêzên Pêşmerge û Partiya Beis de, Wesû Hemed Law careke din çeka Pêşmerge hildide û Kurdistanê diparêze, di 17'ê Nîsana 1974'an de bi birayê xwe yê mezin Ebdulwahid Hemed Law, pismamê xwe û çend xizmên xwe re di şerê Çiyayê Gorezê yê li nêzî gundê Balekiyanê yê navçeya Diyana de şehîd ketin.

Ji ber rewşa şer û bomberdûmana tank û topên dijmin nekarîn cenazeyên şehîdan li gundê Guwanê veşêrin, ji ber vê yekê li gundê Sîtkanê hatin veşartin.


Çavkanî:

Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir