Şehîd Wasman Bas Husên di sala 1939’an de li gundê Şîwan a ser bi bajarokê Sîdekan a ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ji dayîk bûye, gundî û cotkar bû, zewicî bû.
Di sala 1961ê de tevlî Şoreşa Îlonê dibe di nav hêza Balek de ku wê demê fermandar Hadê Hesko fermandarê wê bû, bû pêşmerge û beşdarî şerên Geliyê Elî Beg û Sartîzî bû. Di sala 1964’an de bi komek hevalên xwe re di şerê Geliyê Omer Axa de di encama topbarana rejîma Be's de şehîd bû.
Çavkanî:
• Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.