Viyan Silêman Hacî Beşar

Viyan Silêman Hacî Beşar, sala 1974 li bajarê Zaxo ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, bawernameya Doktorayê li zimanê Kurdî de heye, li Zanîngeha Dihokê mamosta bû.


Li roja 5ê Tebaxa 2010 li Hola Şehîd Se'ed Abdula li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, li Kongreya Heftem ya Yekîtiya Afretên(Jinên) Kurdistanê Viyan Silêman Hacî bi Sekretera Yekîtiya Afretên Kurdistanê hate hilbijartin.

 

Li 2ê Îlona 2018 li Hola Şehîd Se'ed Abdula li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, li Kongreya Heştema Yekîtiya Afretên Kurdistanê Viyan Silêman Hacî ji bo cara duyem bi Sekretera Yekîtiya Afretên Kurdistanê hate hilbijartin.

 

Li 6ê Mijdar (Tişrîna Duyema) sala 2022 li Kongreya Çardehema Partiya Demokrat a Kurdistanê li bajarê Dihokê ji aliyê endamên kongreyê bi endama Komîteya Navendî hate hilbijartin.

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Salar Osman Husên

Salar Osman Husên, naskiriye bi Dr Salar, sala 1969 li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Xwendina seretayî û navendî li bajarê Hewlêrê qedandiye, Doktora li Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Dihokê bi dest xistiye. Xwediyê 12 pertûke li warên: Edebiyat, Ziman, Rojnamegerî û Siyasetê de.

Agahiyên bêtir

Segvan Halo

Segvan Osman Halo, naskiriye bi (Segvan Halo), li 1 ê Temmûza 1968 li gundê Bosel ya ser bi qezaya Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, sala 2008 bawernameya bekaloryosê ji Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye, sala 2016 bawernameya Masterê li Yasa li Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye.

Agahiyên bêtir