Viyan Sebrî

Akademî û siyasetmedar Doktore Viyan Sebrî Ebdulxaliq, bi navê (Doktor Viyan Qazî Akreyî), hatiye nas kirin. Di sala 1992 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 2010 an de li kongreya 13. da bûye endama yedegê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Jiyanname

Doktore Viyan Sebrî di sala 1965 an de li Bexda yê ji dayik bûye. Di sala 1989 an de bekaloryosa pizîşkî ji zanîngeha Selahedînê wergirtiye û di heman salê de wekî pizîşk li bajaroka Akrê hatiye damezrandin. Di sala 2006 an de dîbloma bilind ya ji pîsporiya pizîşkiya ji dayikbûnê û jinan ji zanîngeha Dihokê wergirtiye û di sala 2014 an de desteya pizîşkiya tendirustiyê ji komeleya desteya Kurdistanê wergirtiye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî ye.

 

Xebatname

Doktore Viyan Sebrî di sala 1992 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û di sala 1994 an de bûye kargêra leqa Akrê ya Yekîtiya Afretên (Jinên) Kurdistanê û di sala 2005 an de bûye endama leq li lîjneya leqa yek ya Dihokê. Di sala 2010 an de li kongreya 13. da bûye endama yedegê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û bûye Cîgira berpirsê dezgeha hilbijartinê.

 

Di sala 2018 an de li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê li parêzgeha Dihokê bûye endama Encumena Nûnerên Iraqê û li dawî ya heman salê da bi Seroka Fraksiyona Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Encumena Nûnerên Iraqê de hatiye destnîşan kirin.  


 


Çavkanî:

Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir