Vala Ferîd

Vala Ferîd Îbrahîm Sîan di sala 1976ê da li Hewlêrê ji dayîk bûye.Di sala 2003an da li zanîngeha Selahedînê mastera hiqûqê û Di sala 2008an de li zanîngeha Selahedînê doktoraya xwe di beşa Hiqûqa Giştî de wergirtiye.


Vala Ferîd mamostayê Koleja Yasa û Siyasî ya Zanîngeha Selahedînê bû. Di sala 2013ê Di rûniştina çarem a parlamentoya Kurdistanê de Bi lîsteya 110 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) di pileya 73 da wek parlamenter hat hilbijartin. Ji 18ê Sibata 2019ê heta 11ê Tîrmeha 2019ê serokatiya demkî ya Parlamentoya Kurdistanê kir. Heta ku Rewaz Fayeq şûna wî girt, li ser kar ma. Di 10ê Tîrmeha 2019an de di kabîneya neh a hikûmeta Herêma Kurdistanê de wek Wezîrê Karûbarên Herêmê hat destnîşankirin.    Di 6ê cotmeha Duyem 2022an de li Duhokê di kongreya 14an de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin. 


  Çavkanî:

  1. Arşîva Ansîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.

Gotarên Têkildar

Salar Osman Husên

Salar Osman Husên, naskiriye bi Dr Salar, sala 1969 li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Xwendina seretayî û navendî li bajarê Hewlêrê qedandiye, Doktora li Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Dihokê bi dest xistiye. Xwediyê 12 pertûke li warên: Edebiyat, Ziman, Rojnamegerî û Siyasetê de.

Agahiyên bêtir

Segvan Halo

Segvan Osman Halo, naskiriye bi (Segvan Halo), li 1 ê Temmûza 1968 li gundê Bosel ya ser bi qezaya Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, sala 2008 bawernameya bekaloryosê ji Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye, sala 2016 bawernameya Masterê li Yasa li Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye.

Agahiyên bêtir