Şîrîn Amêdî

Kesayetiya yasanas û siyasetmedar Şîrîn Îbrahîm Fetah, bi navê (Şîrîn Amêdî), hatiye nas kirin. Di sala 1983 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye, nûnera kongreya dehem 1989 an bûye û ...


Kesayetiya yasanas û siyasetmedar Şîrîn Îbrahîm Fetah, bi navê (Şîrîn Amêdî), hatiye nas kirin. Di sala 1983 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye, nûnera kongreya dehem 1989 an bûye û li kongreyên yazdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 an de bi endamê komîteya navendî û li kongreya sêzdehe‌m 2010 an de bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Jiyanname

Şîrîn Amêdî di sala 1967 an de li bajarê Dihokê ji dayik bûye‌, di sala 1986 an de li kolêja çandinî ya Zanîngeha Musilê hatiye wergirtin û heman salê bi mebesta xwe parastina ji zilamên dezgehên hewalgirî ya Hikûmeta Iraqê çûye navçeyên azadkirî. Piştî wê yekê bawernameya bekaloryosa yasa bi dest aniye. Di sala 2004 an de wekî xwendekara mastera yasa li Zanîngeha Selahedîn - Hewlêrê hatiye wergirtin. Şarezaya zimanê Kurdî, Erebî, Farisî û Îngilîzî ye.

 

Xebatname

Şîrîn Amêdî di sala 1983 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1988 an de piştî enfala Behdînan, çûye welatê Tirkiye û heta demekê li wargeha Geverê nîştecîh bûye û paşê li sala 1989 an de çûye welatê Îranê û wekî penaber li wir jiyana xwe bi ser biriye.

 

Nûnerê kongreya dehem 1989 an de bûye û li kongreyên yazdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 an de bi endamê komîteya navendî û li kongreya sêzdehe‌m 2010 an de bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Di sala 1991 vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Afretên (Jinên) Kurdistanê re kiriye û di salên ( 1992 - 2007 ) Sekreterê Yekîtiya Afretên Kurdistanê bûye.



 


Çavkanî:

Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir