Şêx Mihemed Hersîn

Mihemed Ebdulrehîm Mihemed, ku bi navê (Şêx Mihemed Hersîn), tê nasîn, di sala 1954 an de bûye endamê leqê di Komîteya Leqa Çar a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraqê. Di sala 1963 an de peywendiyê bi refên hêza Pêşmerge re kiriye.


Mihemed Ebdulrehîm Mihemed, ku bi navê (Şêx Mihemed Hersîn), tê nasîn, di sala 1954 an de bûye endamê leqê di Komîteya Leqa Çar a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraqê. Di sala 1963 an de peywendiyê bi refên hêza Pêşmerge re kiriye. Di sala 1964 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Şeşemîn) hatiye hilbijartin. Di dawiya sala 1965 an de berpirsê duyemîn ê Komîteya Leqa Çar bûye. Di sala 1970 yî de fermandarê Hêza Karox bûye.

 

Jiyanname

Mihemed Ebdulrehîm Mihemed, ku bi navê (Şêx Mihemed Hersîn), tê nasîn, di sala 1927 an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Heta pola çarem a seretayî her li Silêmaniyê xwendiye. Di sala 1975 an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê koçberî welatê Îranê bûye. Di sala 1979 an de di bûyereke gumanbar de li Rojhilatê Kurdistanê winda bûye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî bûye.


Xebatname

Şêx Mihemed Hersîn di sala 1954 an de bûye endamê leqê di Komîteya Leqa Çar a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraqê de. Di sala 1958 an de bûye endamê Komîteya Navçeya Derbendîxanê ya ser bi Komîteya Leqa Çar a Partiya Dêmokrat a Yekgirtû ya Kurdistanê. Di sala 1959 an de yek ji damezrênerên Partiya Gelê Kurd bûye. Di sala 1962 an de li gel Mihemed Ezîz li bajarê Silêmaniyê Partiya Gelê Kurd damezrandiye ku tevgereke neteweyî bû. Di sala 1963 an de peywendiyê bi refên hêza Pêşmerge re kiriye. Di sala 1963 an de li Radyoya Dengê Kurdistanê de kar kiriye.

 

Di 27 ê Adara 1964 an de bi mebesta bihêzkirina tevgera neteweyî li Başûrê Kurdistanê, li gel Komeleya Azadî û Jiyanewe û Yekîtî Kurd (KAJIK) yek girtiye û bûye endamê serkirdayetiya KAJIK ê. Di sala 1964 an de piştî civîna berfireh a Mawetê, piştgiriya baskê Serok li dijî baskê Mekteba Siyasî kiriye. Di sala 1964 an de hewl daye ku şerê navxweyî rû nede, lê belê di dema pirsgirêka di navbera baskê Serok û baskê Mekteba Siyasî de, bandora wî li ser biryara KAJIK ê hebûye ji bo piştgiriya baskê Serok û ji bo ku Mistefa Barzanî wekî serokê neteweyî bi nav bikin. Di destpêka meha Hezîrana 1964 an de wekî endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Şeşemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Şeşemîn) hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de endamê Encumena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê bûye. Di sala 1964 an de endamê Nivîsîngeha Cîbicîkar (El - Mekteb El - Tenfîzî) û endamê komîteya darayî ya Nivîsîngeha Cîbicîkar bûye. Di dawiya sala 1965 an de berpirsê duyemîn ê Komîteya Leqa Çar bûye.

 

Di destpêka meha Adara 1966 an de beşdarî xûl û dewreyeke sê mehî ya Parastinê li derveyî welat kiriye. Di sala 1966 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Heftemîn) hatiye hilbijartin. Di sala 1967 an de bûye berpirsê Komîteya Leqa Çar. Di sala 1967 an de di Dezgeha Parastinê de kar kiriye. Di sala 1967 an de sernivîskarê kovara Rizgarî, organa Komîteya Leqa Çar, bûye. Di 15 ê Nîsana 1967 an de bi serpereştiya Serok Mistefa Barzanî nûnerê Konferansa (Leşkerî - Siyasî) ya Kanî Simaqê (Hewlêr) bûye û bi tomarkerekê gotara Serok tomar kiriye û ev belge niha berdest e.

 

Di sala 1970 yî de endamê komîteya danûstandinan ya li gel Hikûmeta Iraqê bûye. Di sala 1970 yî de endamê desteya damezrêner a şaxa Hewlêrê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd bûye. Di sala 1970 yî de fermandarê Hêza Karox bûye. Di sala 1970 yî de cîgirê berpirsê Komîteya Leqa Sê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye û di heman salê de bûye berpirsê Komîteya Leqa Sê. Di 25 ê Gulana 1971 ê de wekî endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê hatiye destnîşan kirin û endamê komîteya amadekirina cihê kongreyê li gundê Nawpirdanê bûye. Di sala 1972 an de sekreterê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1973 an de berpirsê darayî yê Şoreşa Îlonê û berpirsê nivîsîngeha bazirganiyê ya Tehranê li Şahînşahiya Îranê bûye. Di meha Kanûna Yekem a 1974 an de wekî nûnerê bazirganiyê yê Şoreşa Îlonê li bajarê Tehranê, ji bo çapkirina yekem salnameya rengîn a Şoreşa Îlonê hêsankariyê kiriye.


 


Çavkanî :

1 - Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.

2 - Elî Sincarî, El - Qediye El - Kurdiye we Hîzb El - Be'es El - Erebî El - Îştîrakî fî El - Iraq, Beşa Sêyem, (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2012), r. 362, 363, 407.

3 - Kake Mem Botanî, "Zikriyat 'en Ewwel Teqwîm Cîdarî li Sewret Eylûl", Kovara Zagros, Wezareta Çandê - Herêma Kurdistanê, Çapxaneya Wezareta Çandê, Hejmar 4, Hewlêr, Kanûna Yekem 1997, r. 26.

4 - Ehmed Bêkes, Bîranînên Ehmed Bêkes (Kurdayetî), Amadekar: Dara Ehmed Bêkes, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Bedirxan - 2016), r. 209.

5 - Rojîn Çelebî Munîr, Zaxo 14 ê Tîrmeha 1958 - 6 ê Adara 1975, (Bê cih - Navenda Zaxo ji bo Lêkolînên Kurdî - 2018), r. 226.

6 - Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx el - Hizb el - Dîmoqratî el - Kurdistanî - el - Iraq (fî mehetat reîsiye) 1946 - 1993, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998), r. 91, 104.

7 - Hemey Ferec Helebceyî, Ji Şinirwê heta Stockholmê, Çapa Sêyem, (Silêmanî - Çapxaneya Karo - 2015), r. 114.

8 - Dilêr Îsmaîl Heqî Şaweys, "KAJIK", Rojnameya Hewlêr, Hejmar 2.119, Hewlêr, 21 Nîsan 2015, r. 8.

9 - Desteya Kargêrî ya Şaxa Hewlêrê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Yekîtiya Nivîskarên Kurd Şaxa Hewlêrê 10/2/1998 - 10/2/2000, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2000), r. 9.

10 - "Barzanî herdem digot baweriya min bi Şahê Îranê nîne", Rojnameya Barzan News, Hejmar 181, Hewlêr, Yekşem, 19 Îlon 2010, r. 5.

11 - Şekîb Eqrawî, Senewat el - Mihne fî Kurdistan (Salên Zehmetiyê li Kurdistanê), Çapa Duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Minare - 2007), r. 157.

12 - Şêrzad Zekeriya Mihemed, Meclîs Qiyadet es - Sewre fî Kurdistan - el - Iraq 1964 - 1970 (Encumena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistan - Iraq 1964 - 1970), (Dihok - Navenda Lêkolînên Kurdî û Parastina Belgeyan - Zanîngeha Dihokê - Çapxaneya Zanîngeha Dihokê - 2010), r. 80.

13 - Îsmet Şerîf Wanlî, Kurdistan el - Iraqiye: Hewiye Weteniye (Kurdistana Iraqê: Nasnameyeke Niştimanî), wergera Dr. Suad Mihemed Xidir, (Silêmanî - Saziya Jîn ji bo Vejandina Kelepura Belgeyî û Rojnamegeriya Kurdî - Çapxaneya Şivan - 2012), r. 316, 326.

14 - Elî Sincarî, El - Qediye El - Kurdiye we Hîzb El - Be'es El - Erebî El - Îştîrakî fî El - Iraq, Beşa Sêyem, (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2012), r. 331.

15 - Elî Sincarî, Heqîqet Mesîret Sewret 11 Eylûl 1961 (Rastiya Rêça Şoreşa 11 ê Îlonê 1961), (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2013), r. 290, 408.

16 - Ebdullah Agrîn, Dîroka bi Rûmet a KAJIK ê, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2015), r. 21, 40.

17 - Lalo Ebdulrehîm Pênciwênî, Nîv Sedsal ji bo Niştiman, (Silêmanî - Çapxaneya Şivan - 2012), r. 36.

18 - "El-Lecne et - Tehdîriye lil - Mu'temer es - Sanî li İttihad el - Udeba' el - Ekrad (Komîteya Amadekar a Kongreya Duyemîn a Yekîtiya Wêjevanên Kurd)", Cerîdet el - Teaxî, Hejmar 759, Bexda, Çapxaneya Dar el - Cahiz, Duşem, 14 Hezîran 1971, r. 3.

19 - Mihemed Mela Qadir, Xebatname: Kurte Dîroka Partî û Çanda Barzaniyê Nemir, Çapa Duyem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - 2007), r. 20, 61, 62, 66.

20 - Necmedîn Yûsifî, Sewret Eylûl el - Mecîde (Şoreşa Îlonê ya bi Rûmet), (Dihok - Şaxa Yekem a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Yekgirtû - Çapxaneya Kolêja Şerîetê - 1995), r. 20.

21 - Hawrê Baxewan, Hawrêname: Ji bo Dîroka Kurdistan û Kurd, (Silêmanî - Dezgeha Çap û Weşanê ya Serdem - Çapxaneya Rûn - 1999), r. 174, 175.


Gotarên Têkildar

Taha Muhyedîn Me'rûf

Taha Muhyedîn Me'rûf, ku bi navê (Taha Hacî Mela Muhyedîn), tê nasîn, di sala 1946 an de di (Kongreya Yekemîn) de wekî endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin. Roja Înê, 2 yê Gulana 2003 an, piştî hilweşandina rejîma Seddam Husên, xwe radestî hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye.

Agahiyên bêtir

Seyîd Salih Berwarî

Salih Ebdulxaliq Reşîd, ku bi navê (Seyîd Salih Berwarî), tê nasîn, di sala 1962 an de peywendiyê bi refên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1963 an de bûye fermandarê tabûra topavêjiyê ya Leqa Yek a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Celîl Feylî

Ebdulcelîl Ebdulreza Elî, ku bi navên (Celîl Feylî, Bahoz û Semîr), tê naskirin, di sala 1957 an de peywendiyê bi refên Partiya Dêmokrat a Yekgirtî ya Kurdistanê re kiriye. Di sala 1965 an de tevlî refên hêza Pêşmerge bûye û bêjer û spîkerê zimanê Erebî yê nefermî (Celifa) yê Radyoya Dengê Kurdistanê bûye.....

Agahiyên bêtir

Heme Rezayê Sergeloyî

Endazyar Mihemed Reza Arif Elî, ku bi navê (Mihemed Şêx Rezayê Sergeloyî), tê nasîn, di sala 1960 î de tevlî refên Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bûye. Di sala 1961 ê de peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1976 an de di Konferansa Berlînê de bûye endamê Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê.

Agahiyên bêtir

Kemal Hesen Çawmar

Kemal Hesen Ebdulrehman Emîn, ku bi navê (Kemal Hesen Çawmar), tê nasîn, di sala 1965 an de peywendiyê bi refên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye û di heman salê de tevlî refên Partiyê (PDK) bûye.

Agahiyên bêtir