Şefîq Axa

Şefîq Ehmed Ebdulfetah Îsmaîl, bi navên (Şefîq Ehmed Axa Çelebî û Şefîq Axa), hatiye nas kirin. Siyasetmedar, li hevkarên şoreşa duyema Barzan bûye. Di sala 1966 an de bi endamê yedeg ya komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.


Şefîq Ehmed Ebdulfetah Îsmaîl, bi navên (Şefîq Ehmed Axa Çelebî û Şefîq Axa), hatiye nas kirin. Siyasetmedar, li hevkarên şoreşa duyema Barzan bûye. Di sala 1966 an de bi endamê yedeg ya komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê hatiye hilbijartin. Cîgirê Parêzgerê Kerkûk‌ û di sala 1974 an de bûye parêzgerê Silêmaniyê û ji aliyê Encûmena Serkirdayetiya Şoreşa Eylûlê ve li 27 ê hezîrana 1980 an de li bajarê Silêmaniyê hatiye şehîd kirin.

 

Jiyanname

Şefîq Ehmed Ebdulfetah Îsmaîl li parêzgeha Silêmaniyê dayik bûye. Derçûyê qonaxa seretayî ye, ji malbata diwanzdeh siwarên Merîwan e. Di sala 1930 an de beşdariyê li xwepêşandana ber deriyê Sera ya Silêmaniyê da kiriye. Di salên (1943 - 1945) an de hevkariya şoreşa duyema Barzan de kiriye. Di sala 1945 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Hîwa ya Kurde re kiriye.

 

Xebatname

Şefîq Ehmed Ebdulfetah Îsmaîl di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1963 an de ji aliyê artêşa Iraqê ve hatiye bend kirin. Di sala 1966 ji aliyê nûneran ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1966 an de berpirsê lîjneya kargêrî ya nivîsîngeha bi cîh kar (Al mekteb al tenfîzî) ya Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya li Kurdistana Iraqê bûye. Di sala 1966 an de ji aliyê Encûmena Serkirdayetiya Şoreşa li Kurdistanê Iraqê ve bûye Cîgirê Parêzgerê Kerkûkê. Di sala 1967 an de berpirsê lîjneya leqa sê bûye. Di sala 1967 an li bajarê Kerkûkê hewla kuştina wî dane, lê belê kariye jê rizgar bine. Li 9 ê Nîsana 1970 an de piştî peymana 11 ê Adarê ya li navbera Partiya Dêmokrata  Kurdistanê û Partiya  Be'esa Erebî Sosyalîst bi fermaneke komarî bûye Birêveberê Giştî yê kargeha Cixareya Silêmaniyê. Di sala 1970 an de kongreya heşte‌‌m ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê ya li gundê Nawpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Di salên (1970 - 1974) endamê lîjneya leqa çar ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê bûye.

 

Roja sêşema 1 ê hezîrana 1971 wekî nûnerê lîjneya leqa sê ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê pêşwaziya şandeke komîteya navendî ya Partiya Komunistên Bulgarîstanê kiriye. Li sala 1972 an de birêveberê giştî kompanya giştiya Cixareya Silêmaniyê bûye. Di sala 1974 an de ji aliyê serkirdayetiya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê ve bi berpirsê peywendiyên Partiya Dêmokrata  Kurdistanê ya li parêzgeha Kirmaşanê ya ji bo karubarên penaberên Başûrê Kurdistanê bûye. Di sala 1974 an de ji aliyê şoreşa Eylûlê ve bûye parêzgerê Silêmanî. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî Îranê bûye. Di sala 1976 an de vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û ji bo bajaroka Rumeyş ya li parêzgeha Semawe ya li Başûrê Iraqê hatiye dûr xistin û nefî kirin. Li 7 ê tişrîna duyema 1976 an de bi fermaneke encûmena serkirdayetiya şoreşê bi birêveberê Şaredariyên parêzgeha Wasit ya li Başûrê Iraqê hatiye destnîşan kirin. Heta sala 1979 an bi awayeke destgîr kirî li wir nîştecîh bûye. Di sala 1977 an de birêveberê şaredariyên parêzgeha Kût bûye. Di sala 1980 li bajarê Silêmaniyê hatiye şehîd kirin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Farisî bûye.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê.

2- Mela Bextiyar, li birî bîrewerî, (Tehran ـ navendî rewşengerî çawdêr 2020. 1 - 22.

3- Elî Sincarî, Al qeziye al Kurdiye wel hizb al be'es al arabî al iştirakî fî al Iraq, al cuz al salese, ( Dihok ـ Matbaa Xanî 2012), rûpel 382.

4- Şehîdêkî Hemîşe Zîndû, rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata  Kurdistanê, hejmar 1678, Hewlêr, şemî, 26 ê hezîrana 1992. l - 4. 27 ê hezîran.. 

5- Zikrî Şexsiye wataniye Iraqiye al şehîd Şefîq Ahmed Axa Al Celebî, cerîde Al Taaxî, dar al taaxî lil taba'a wel neşir, al adad 4018, al daral al salasa, Bexdad, Al ahad, 29 hezîran 2003, rûpel 5

6- Partiya Sosyalîsta Kurd (Pasok), hêza şarezûrê Pêşmergeyê Pasok, Intelligence Services Che Taune li Kurdistanê da digerê, dawiya tişrîna yekema 1981. l l - 2 - 2.

7- Refet Mela, Roje Temawiyekan, pêdaçûnewe û dariştinewey Ebdula Kerîm Mehmud, (Silêmanî ـ çapxaneya Karo 2008), 11 - 34, 28.

8- Heval Kiwêstanî, ew rojên niştiman yê me hemûyan bû, (Silêmanî ـ çapxaneya Karo 2017), 11 - 303 - 302.


Gotarên Têkildar

Taha Muhyedîn Me'rûf

Taha Muhyedîn Me'rûf, ku bi navê (Taha Hacî Mela Muhyedîn), tê nasîn, di sala 1946 an de di (Kongreya Yekemîn) de wekî endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin. Roja Înê, 2 yê Gulana 2003 an, piştî hilweşandina rejîma Seddam Husên, xwe radestî hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye.

Agahiyên bêtir

Seyîd Salih Berwarî

Salih Ebdulxaliq Reşîd, ku bi navê (Seyîd Salih Berwarî), tê nasîn, di sala 1962 an de peywendiyê bi refên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1963 an de bûye fermandarê tabûra topavêjiyê ya Leqa Yek a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Şêx Mihemed Hersîn

Mihemed Ebdulrehîm Mihemed, ku bi navê (Şêx Mihemed Hersîn), tê nasîn, di sala 1954 an de bûye endamê leqê di Komîteya Leqa Çar a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraqê. Di sala 1963 an de peywendiyê bi refên hêza Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Celîl Feylî

Ebdulcelîl Ebdulreza Elî, ku bi navên (Celîl Feylî, Bahoz û Semîr), tê naskirin, di sala 1957 an de peywendiyê bi refên Partiya Dêmokrat a Yekgirtî ya Kurdistanê re kiriye. Di sala 1965 an de tevlî refên hêza Pêşmerge bûye û bêjer û spîkerê zimanê Erebî yê nefermî (Celifa) yê Radyoya Dengê Kurdistanê bûye.....

Agahiyên bêtir

Heme Rezayê Sergeloyî

Endazyar Mihemed Reza Arif Elî, ku bi navê (Mihemed Şêx Rezayê Sergeloyî), tê nasîn, di sala 1960 î de tevlî refên Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bûye. Di sala 1961 ê de peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1976 an de di Konferansa Berlînê de bûye endamê Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê.

Agahiyên bêtir