Şe'ban Seîd Mihemed

Şe'ban Seîd Mihemed, bi navê Ebdulhelîm hatiye nas kirin. Siyasetmedar, di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1966 an de bi fermaneke encûmena serkirdayetiya şoreşê ya li Kurdistana Iraqê, bi birêveberê nahiye ya Şeranşê ya ser bi parêzgeha Musilê hatiye damezrandin‌...


Şe'ban Seîd Mihemed, bi navê Ebdulhelîm hatiye nas kirin. Siyasetmedar, di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1966 an de bi fermaneke encûmena serkirdayetiya şoreşê ya li Kurdistana Iraqê, bi birêveberê nahiye ya Şeranşê ya ser bi parêzgeha Musilê hatiye damezrandin. Di sala 1970 an de li kongreya heşte‌‌m bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1970 an de bûye Cîgirê Berpirsê Lîjneya Leqa Yek ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 

Jiyanname

Şe'ban Seîd Mihemed li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, di sala 1955 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û li sala 1956 an de şerefa endamêtiya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê pê hatiye bexşîn. Di sala 1958 an de yek ji berpirsên Zaxo ya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê bûye. Di sala 1959 an de serpereştiya tomara 268 ya wajoya xelkê Zaxo de kiriye ji bo şehîd bûna şehîdê xwendekar Emîn Panî ji aliyê desthilatdarên komara Tirkiyê de kiriye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê di destpêkê de çûne Şahnişîna Îranê û di sala 1976 an de vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û ji aliyê dezgehên hewalgiriya Iraqê ve ji bo Emare ya li Başûrê Iraqê tê dûr xistin. Di sala 1979 an de mafê vegeranê ji aliyê dezgeha hewalgiriya Iraqê ve ji bo bajaroka Zaxo pê hatiye dayîn û heta raperîna Başûrê Kurdistanê ya sala 1991 her li wir maye‌.


Xebatname

Şe'ban Seîd Mihemed di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye û li jêr fermandeyî ya Elî Halo da xizmetê kiriye. Di sala 1962 an de wekî fermandeyek beşdariyê li şerê Geliyê Zaxo ya li tixûbê parêzgeha Musilê ya di wê demê de kiriye. Di sala 1963 an de bûye endamê lîjneya navçeya Zaxo ya ser bi lîjneya leqa yek ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1963 an de beşdariyê li şerê Gelî yê Zaxo ya li tixûbê parêzgeha Dihokê ya dijî bi hêzên artêşa Iraqê de kiriye. Li 15 ê Adara 1963 heta 1 ê Adara 1964 an li lîjneya navçeya Zaxo ya ser bi lîjneya leqa yek endamê navçeyê bûye. Li roja 20 ê hezîrana 1964 heta 1 ê Nîsana 1966 an bi berpirsê lîjneya navçeya Zaxo ya ser bi lîjneya leqa yek hatiye destnîşan kirin. Di sala 1964 an de nûnerê kongreya şeşe‌m ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajaroka Qeladizê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê bûye. Di sala 1964 an de bi berpirsê lîjneya navçeya Zaxo li lîjneya leqa yek hatiye hilbijartin.

 

Li dawiya sala 1964 an de ji aliyê nivîsîngeha bi cîh kar (Al mekteb al tenfîzî) ya ser bi encûmena serkirdayetiya şoreşê li Kurdistana Iraqê ve bi birêveberê nahiye ya Sindî li parêzgeha Musilê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1964 bi endamê lîjneya leqa yek hatiye destnîşan kirin. Di sala 1965 an de bi endamê lîjneya leqa yek li xizmetê de berdewam bûye. Di sala 1965 an de beşdariya xuleka rahênerê kadîran de kiriye. Di sala 1966 an de nûnerê kongreya heftem ya Partiya Demokrata Kurdistanê ya li bajaroka Gelale ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Li 5 ê Nîsana 1966 an heta 10 ê Nîsana 1967 an de bi Cîgirê Berpirsê Lîjneya Navçeya Zaxo bûye. Di sala 1966 bi fermaneke encûmena serkirdayetiya şoreşê li Kurdistana Iraqê bi birêveberê nahiye ya Şeranşê ya ser bi parêzgeha Musilê hatiye damezrandin. Li 1 ê Gulana 1967 an heta 20 ê Adara 1968 an bi berpirsê lîjneya navçeya Zaxo ya ser bi lîjneya leqa yek hatiye destnîşan kirin. Di sala 1967 an de bûye kargêrê leq ya li lîjneya leqa yek. Di sala 1969 an de beşdariya xula duyema fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li gundê Navpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê de kiriye.

 

Di sala 1970 li kongreya heşte‌‌m de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi 106 dengan bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Heman salê bûye Cîgirê Berpirsê Lîjneya Leqa Yek. Di sala 1974 an de piştî bi cîh nekirina peymana 11 ê Adarê ji aliyê desthilatdarên Iraqê û berî destpêka şer peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê kiriye. Di sala 1974 an de bûye Cîgirê Berpirsê Lîjneya Leqa Yek. Li 13 ê Adara 1975 an de beşdariya civîna berfirehê Mangêşkê (Dihok)ê bi mebesta berevanî û berxwedanê û dijî bi peymana Cezaîr ya di navbera Şahnişîna Îran û Komara Iraqê de li bereya leşkerî yek de kiriye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê di destpêkê de çûye Şahnişîna Îranê û di sala 1976 an de vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û ji aliyê dezgeha hewalgiriya Iraqê ji bo Emare ya li Başûrê Iraqê hatiye dûr xistin. Di sala 1979 an de mafê vegerana wan ji aliyê dezgeha hewalgiriya Iraqê ve ji bo bajarê Zaxo pê hatiye dayîn û heta raperîna Başûrê Kurdistanê ya sala 1991 her li wir maye. Di sala 1980 an de Serokê Têbîneran bûye li birêveberiya çandiniya Hewlêrê. Di sala 1991 an de dijî desthilatdariya rejîma Be'esa rûxayî beşdariya raperîna Başûrê Kurdistanê kiriye. Di sala 1991 li ser beşa Partiya Demokrata Kurdistanê ve bûye berpirsê Zaxo yê Bereya Kurdistanî. Di sala 1991 bûye endamê leq li lîjneya leqa yek. Di sala 2005 endamê leqê bûye li lîjneya leqa yek ya Dihokê. Şarezayê zimanên Kurdî û Erebî bûye, li 23 ê kanuna yekema 2007 li bajarê Zaxo ya ser bi parêzgeha Dihokê koça dawî kiriye.

 

Berhemên wî:

1- Şe'ban Seîd Mihemed, Ez û hevirkî û pêlêt xema 2000.


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir