Resul Rustem Mihemed Rustem

Resul Rustem Mihemed Pêşmergeyê şoreşa Îlonê bûye, li sala 1974 li destana Kîwe Reş şehîd bûye.


Şehîd Resul Rustem Mihemed li sala 1932 li nahiyeya Qeladizê ya ser bi qezaya Pişder ya parêzgeha Silêmanî ji dayik bûye, nîştecihê Qeladizê bûye û mijûlî bazirganiya di nava bazar de bûye. Asta xwendewariya wî seretayî bûye. Resul Rustem xêzandar bû û xwediyê du xêzanan bûye bi navên Merwet Mihemed û Hemîn Rehman û xwediyê şeş kur û heşt keçan bûye. Resul Rustem kurekî bi navê Feqe Resul li sala 1988 hatiye sêdare dan û şehîd kirin. Her wiha ji ber bombebarana balafirên cengî yên rejîma Be'es li ser wargeh û nîşîngeha Zêwe ya li welatê Îranê li sala 1985 du kurên wî bi navên Merîwan Resul û Şoreş Resul şehîd bûne û keçeke bi navê Pîroz Resul bi dijwarî birîndar bûye.

Li sala 1974 peywendiyê bi Şoreşa Îlonê ve dike û dibê Pêşmerge li betalyona Berî Mergey ya ser bi hêza Kawe ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ku li wê demê de Usu Zidey fermandeyê betalyonê bû. Li sala 1974 beşdariya destana Kêwe Reş kiriye. Li piştî rûbirûbûna li gel serbazên rejîma wê demê ya Iraqê fîşek ber Resul Rustem ketiye û gelek bi dijwarî birîndar bûye, hevsengerên wî ji bo wergirtina çareseriyê wî vediguhezin nexweşxaneya bajarê Tehranê welatê Îranê, piştî du mehan mayina li nexweşxaneyê û wergirtina çareseriyê ji ber dijwariya birîna wî Resul Rustem şehîd dibê û li goristana Genî Bêwranî ya ser bi bajarê Serdeştê welatê Îranê bi axê spartine. Heman demê de li gel birîndarbûna Şehîd Resul Rustem li destana Kêwe Reş hevsengereke wî ya bi navê Hacî Barzanî şehîd bûye û hevsengereke dinê bi navê Serdar Pişderî bi dijwarî birîndar bûye.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

 


Gotarên Têkildar

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir

Ne'man Heme Ehmed Baweys

Ne'man Heme Ehmed Baweys, kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bû li jiyana Pêşmergeyetiyê de carek birîndar bûye û berketiyê çekê kîmyayî bûye û di sala 1988 an de ketiye nav kemîneke serbazî ya hewalgiriya rejîma Be'es û di dema destgîr kirinê û heta niha wendaye û yek ji wan şehîdane ku gora wî nehatiye dîtin û wendaye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif

Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif, piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye û Pêşmergeyê şoreşa Gulan û raperîna cemaweriya xelkê Kurdistanê bûye. Li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1991 an de û li azad kirina qeza ya Seyid Sadiq de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir