Qadir Qadir

Kesayetiyê serbazî û siyasetmedar Qadir Qadir Elî Ehmed, di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên 8. ya di sala 1970 û 9. ya di sala 1979 an de bûye...


Kesayetiyê serbazî û siyasetmedar Qadir Qadir Elî Ehmed, di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên 8. ya di sala 1970 û 9. ya di sala 1979 an de bûye û di sala 1989 an û li kongreyên 10. ya di sala 1989 û 11. ya di sala 1993 û 12. ya di sala 1999 an de bûye endamê komîteya navendî û di sala 2010 û li kongreya 13. de bi endamê yedegê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Jiyanname

Qadir Qadir di sala 1946 an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye, derçûyê pola duyema navendî ye. Di sala 1992 bi Birîkarê Wezareta Pêşmerge li Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye damezrandin. Şarezayê zimanên Kurdî, Farisî û Erebî ye.


Xebatname

Qadir Qadir di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye û di sala 1964 an de bûye Serdeste û beşdariya şerê Yalanqozî Zêwe ya di sala 1964 û şerê Xalxalan ya di sala 1965 an û şerê Derbendê Ranya 1965 an de kiriye û di sala 1969 an de li şerê Bekireco da birîndar bûye. Di sala 1974 an de bûye fermandeyê betalyona çarem ya li hêza Xebat û di sala 1975 û piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê welatê Îranê bûye. Di dema kar kirinê da çendîn pile û paye yên serbazî û siyasî yên cûda birêvebiriye.

 

Di sala 1988 an de beşdariya destana Xwakurk da kiriye û heman salê bi endamê lîjneya amadekarê kongreya dehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de hatiye destnîşan kirin. Nûnerê kongreyên heşte‌‌m ya di sala 1970 û nehem ya di sala 1979 an bûye û di sala 1989 an de li kongreyên dehem ya di sala 1989, yazdehe‌m ya di sala 1993 û 12. ya di sala 1999 an de bûye endamê komîteya navendî û di sala 2010 an de li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê yedegê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de hatiye hilbijartin.    

 

Di sala 1991 an de li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê beşdariya azad kirina Başûrê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1992 an de bi Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya li Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye damezrandin.


 


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir