Omid Sebah Osman di sala 1980ê de li Kerkûkê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Kerkûkê qedandiye, lîsansa qanûnê li zanîngeha Kerkûkê, masterê di beşa yasaya taybet li zanîngeha Selahedîn û diktora yasaya taybet li zanîngeha Silêmaniyê wergirtiye.
Ji sala 2004 heta 2012 di Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar kiriye. Di navbera salên 2012 û 2017an de berdevkê fermî yê Serokaytîya Herêma Kurdistanê bû. Ji Tîrmeha sala 2019an ve, berpirsê ofîsa encûmena wezîrên kabîneya nehemîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Di 6ê cotmeha Duyem 2022an de li Duhokê di kongreya 14an de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin.
Çavkanî:
1. Arşîva Ansîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê