Ne'man Îsa Şerîf, ku bi navê (Ne'man Barzanî) tê nasîn, di sala 1946 an de peywendiyê bi Partiya Dêmokrat a Kurd re kiriye. Di sala 1964 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Şeşemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê) hatiye hilbijartin. Di sala 1966 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Heftemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê) hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de bûye parêzgarê Mûsilê. Li parêzgeha Mûsilê di salên (1964 - 1967) de berpirsê Komîteya Leqa Yekê bûye.
Jiyanname
Ne'man Îsa Şerîf, ku bi navê (Ne'man Barzanî) tê nasîn, li bajarokê Bilê yê ser bi qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1945 an de piştî têkçûna Şoreşa Duyem a Barzanê koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di sala 1947 an de piştî têkçûna Komara Dêmokrat a Kurdistanê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û demekê di girtîgehê de hatiye girtin. Derçûyê Peymangeha Bexdayê ye di sala 1953 an de. Di salên pêncî yên sedsala bîstemîn de li bajarokê Şeqlaweyê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve fermanber bûye. Di sala 1958 an de li bajarokê Zaxoyê ya ser bi parêzgeha Mûsilê ve fermanber bûye.
Di sala 1961 ê de ji aliyê desthilatdarên Komara Iraqê ve tevî malbata xwe ji bo bajarokê Museyibê li başûrê Iraqê hatiye nefîkirin û dûrxistin. Di 31 ê Gulana 1973 an de bi fermana Ehmed Hesen Bekir (1914 - 1982), Serokê Iraqê, bêyî li ber çavgirtina yasa û rêzikan hatiye xanenîşîn kirin. Di 25 ê Hezîrana 1973 an de ji ber rawestana dil li bajarokê Rewandizê koça dawî kiriye û li bajarê Zaxoyê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve di sibeha heman rojê de bi amadebûna Mamosta Haşim Hesen Reşîd (1926 - 1990), ku bi navê Haşim Akreyî tê nasîn, parêzgarê Dihokê û Ebdulwehab Etruşî, parêzgarê Hewlêrê û desteya kargêrî ya Komîteya Leqa Duyê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û desteya kargêrî ya Komîteya Leqa Yekê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û hejmareke mezin a cemawerê ve bi axê hatiye veşartin. Şehrazayê zimanên Kurdî, Îbrî, Erebî û Îngilîzî bûye.
Xebatname
Ne'man Barzanî di sala 1943 an de tevlî rêzên Partiya Hîwaya Kurd bûye. Di sala 1945 an de fermanberê fermangeha xurekê ya bajarokê Bilê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye û pêwendiya wî bi şoreşgeran re hebûye. Di sala 1945 an de di bin fermandariya Es'ed Xoşevî de beşdarî Şoreşa Duyem a Barzanê kiriye. Beşdarî dewreya topavêjiyê ya Tewrêzê li Komara Gel a Azerbaycanê kiriye. Hevjîna wî yek ji wan jinan bûye ku di sala 1946 an de Alaya Kurdistanê dirûtiye. Di sala 1946 an de beşdarî şerê eniya Seqizê li ser sînorê Komara Demokrat a Kurdistanê kiriye.
Di sala 1946 an de peywendiyê bi Partiya Dêmokrat a Kurd re kiriye. Endamê Tevgera Aştîxwazan bûye. Di sala 1958 an de li ser daxwaza Salih Ebdulla Necmedîn (1918 - 1981) ku bi navê Seyda Salih Yûsifî jî tê nasîn, wekî endamê Komîteya Navçeya Zaxoyê ya ser bi Komîteya Leqa Yekê ya Partiya Dêmokrat a Yekgirtû ya Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1959 an de di xebatkarê duyem ê Komîteya Navçeya Zaxoyê de di serdema berpirsiyariya Omer Hesen (1922 - 2001), ku bi navê Omer Bamernî tê nasîn, wekî endamê Komîteya Navçeya Zaxoyê ya ser bi Leqa Yekê hatiye hilbijartin.
Di sala 1959 an de di serhildana Eqîd Ebdulwehab Şewaf (1916 - 1959) de li dijî Ebdulkerîm Qasim (1914 - 1963), Serokwezîrê Iraqê, fermandariya hêzeke çekdar a alîgirên Partiya Dêmokrat a Yekgirtû ya Kurdistanê li ser milê wî bûye ji bo girtina qaymeqamê Zaxoyê yê alîgirê Eqîd Ebdulwehab Şewaf. Di sala 1959 an de nûnerê Kongreya Çaremîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq bûye. Ji 20 ê Kanûna Yekem a 1959 an heta 10 ê Kanûna Yekem a 1960 an, piştî bi dawî hatina Kongreya Pêncemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, wekî berpirsê Komîteya Navçeya Zaxoyê ya ser bi Leqa Yekê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1959 an de wekî nûnerê Leqa Yekê beşdarî Kongreya Çaremîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq kiriye.
Roja Şemiyê, 8 ê Kanûna Duyem a 1960 an, di qonaxa karê eşkere de, di nav lîsteya pêncî kesî ya piştevanên desteya damezrêner a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê de bû. Pîşeya wî cîgirê katibê tahrîrê (me'awin katib tahrîr) bûye. Di sala 1960 î de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin. Di sala 1960 î de wekî endamê navçeyê yê Komîteya Navçeya Zaxoyê ya ser bi Leqa Yekê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1961 ê de tevlî refên hêza Pêşmerge bûye. Ji bihara sala 1962 an heta payîza sala 1965 an di xebatkarê nehem de berpirsê Komîteya Leqa Yekê bûye. Di sala 1963 an de birayê wî Ehmed Îsa Şerîf di Şoreşa Îlonê de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye jehr kirin, ku berê di nav artêşa Iraqê de cîgirê efserê bêtêlê bû û alîkariya Şoreşa Îlonê dikir.
Di sala 1964 an de li dijî biryarên civîna Mawetê û baskê Mekteba Siyasî rawestaye û piştgirî da Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979). Di destpêka Gulana 1964 an de wekî endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Şeşemîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Şeşemîn) hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de bûye endamê Encumena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê. Di sala 1964 an de ji aliyê Encumena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê ve wekî berpirsê îdarî yê şoreşê li parêzgeha Mûsilê hatiye destnîşan kirin. Di salên (1964 - 1967) de berpirsê Komîteya Leqa Yekê bûye.
Di sala 1964 an de ji aliyê Nivîsgeha Cîbicîkar (El - Mekteb El - Tenfîzî) ya ser bi Encumena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê ve wekî parêzgarê Mûsilê hatiye destnîşan kirin. Di Kanûna Yekem a 1965 an de wekî nûnerê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bi mebesta yekxistina hemû baskan beşdarî Konferansa Çaremîn a Partiya Dêmokrat a Kurd li Sûriyê kiriye. Di sala 1966 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Heftemîn) hatiye hilbijartin. Di sala 1966 an de bi fermana Serok Mistefa Barzanî bi rêxistin û yekxistina baskên Partiya Dêmokrat a Kurd li Sûriyê re mijûl bûye. Di sala 1967 an de ji bo cara duyemîn wekî berpirsê Komîteya Leqa Yekê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1967 an de di kovara (Sawt (Dengê) Kurdistan), organa Komîteya Leqa Yekê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, de gotaran weşandiye.
Di sala 1969 an de ji bo cara sêyem dîsa bûye berpirsê Komîteya Leqa Yekê. Di sala 1970 yî de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Heştemîn) hatiye hilbijartin. Di sala 1970 yî de bûye berpirsê Komîteya Leqa Yekê ku baregeha wê li bajarê Mûsilê bû. Di 16 ê Îlona 1970 an de bi fermaneke Encumena Serkirdayetiya Şoreşê wekî qaymeqamê Rewandizê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê hatiye damezrandin. Roja Çarşemê, 2 yê Hezîrana 1971 ê, wekî endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û qaymeqamê Rewandizê, di pêşwaziya şanda Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Bulgaristanê de kiriye ku serdana baregeha Barzanî ya li devera Balekê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê kiribûn.
Çavkanî :
1 - Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.
2 - Hamid Gewherî, Madalya Barzanî: Xelata Herî Bilind a Rêzgirtinê, Pirtûka Yekem, Çapa Duyem, (Hewlêr - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî - 2019), r. 220, 221.
3 - Şivan Mihemed Emîn Taha Xoşnaw, Hewlêr di navbera salên (1958 - 1963) de: Lêkolîneke li ser rewşa siyasî, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2012), r. 212.
4 - Bijar Osman Ehmed, Rewşa Siyasî ya Kurdistana Sûriyê di navbera salên 1920 - 1970 de, (Hewlêr - Rêxistina Hawdeng ji bo Rewşenbîriya Giştî - Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn - 2012), r. 44.
5 - "Şey'un 'en Sehafet Dihok (Tiştek li ser Rojnamegeriya Dihokê)", Kovara Zagros, Wezareta Çandê - Herêma Kurdistanê, Hejmar 5, Hewlêr, Nîsan 1998, r. 14.
6 - Selîm Es'ed Xoşewî, "Xelîl Xoşewiyê Nemir de", Rojnameya Birayetî, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê - Yekgirtû, Hejmar 1763, Hewlêr, Pêncşem, 7 Çiriya Pêşîn 1993, r. 3.
7 - Bawanî, "Me'sere min Me'asir Sewret Barzan 'am 1944 (Qehremaniyek ji Qehremaniyên Şoreşa Barzan a sala 1944 an)", Rojnameya Xebat, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê - Yekgirtû, Hejmar 892, Hewlêr, În, 18 Îlon 1998, r. 11.
8 - "Teşyî' Mehîb li Cisman el - Merhûm Ne'man el - Barzanî (Vexwendineke Mezin ji bo Termê Xwedê jêrazî Ne'man Barzanî)", Rojnameya El - Teaxî, Hejmar 1370, Bexda, Çapxaneya Times, Pêncşem, 28 Hezîran 1973, r. 5.
9 - "Te'ziye bi Wefat el - Munadil Ne'man Îsa (Sersaxî ji bo Koça Dawî ya Têkoşer Ne'man Îsa)", Rojnameya el - Teaxî, Hejmar 1371, Bexda, Çapxaneya Times, Şemî, 30 Hezîran 1973, r. 5.
10 - Rojîn Çelebî Munîr, Zaxo 14 ê Tîrmeha 1958 - 6 ê Adara 1975, (Bê cih - Navenda Zaxo ji bo Lêkolînên Kurdî - 2018), r. 42, 48, 77, 78, 226.
11 - "Te'yîn Qa'imeqamîn fî Kurdistan (Danîna Qaymeqaman li Kurdistanê)", Rojnameya el - Teaxî, Hejmar 559, Bexda, Çapxaneya Dar el - Cahiz, Pêncşem, 8 Çiriya Pêşîn 1970, r. 4.
12 - Tenfîz Beyan 11 Adar (Cîbicîkirina Beyana 11 ê Adarê), (Bexda - Wezareta Ragihandinê - Rêveberiya Giştî ya Ragihandinê - Çapxaneya Dar el - Hurriyye lil - Taba'e - 1972), r. 109.
13 - "Tehyi'et Icazet el - Hizb el - Dîmoqratî li Kurdistan el - Iraq (Amadekirina Mohleta Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê)", Rojnameya Xebat (en - Nidal), Çapxaneya er - Re'y el - Am, Hejmar 141, Bexda, Yekşem, 9 Kanûna Duyem 1960, r. 8.
14 - Çîmen, "Min Yekemîn Alaya Kurdistanê bi destê xwe dirût", Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Yekgirtû, Hejmar 1978, Hewlêr, Duşem, 27 Hezîran 1994, r. 1.
15 - Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx el - Hizb el - Dîmoqratî el - Kurdistanî - el - Iraq (fî mehetat reîsiyye) 1946 - 1993 (Dîroka Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (di qonaxên sereke de) 1946 - 1993), (Dihok - Metbe'et Xebat - 1998), r. 91, 104, 110, 116.
16 - Receb Cemîl Hebîb, Amêdî (el - Emadiyye) 1921 - 1975: Dirase fît - Tarîx es - Siyasî (Lêkolînek di Dîroka Siyasî de), (Dihok - Rêveberiya Çap û Weşanê li Dihokê - Çapxaneya Hawar - 2012), r. 279.
17 - Zubeyr Bilal Îsmaîl, Sewret Barzan 1907 - 1935 (Şoreşa Barzan 1907 - 1935), (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 1998), r. 162, 164.
18 - Zozan Salih el - Yûsifî, Xewatir min Zakiretî (Nêrînên ji Bîra Min), (Tirkiye - Çapxaneya Kalkan - 2018), r. 288, 289.
19 - "Ziyaret el - Wefd el - Bulxarî es - Sedîq îla Kurdistan (Serdana Şanda Dost a Bulgaristanê bo Kurdistanê)", Rojnameya el - Teaxî, Hejmar 755, Bexda, Çapxaneya Dar el - Cahiz, Çarşem, 9 Hezîran 1971, r. 5.
20 - Seîd Nakam, Bîranînên Seîd Nakam, (Hewlêr - Weşanên Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2003), r. 235.
21 - Şe'ban Seîd Mihemed, Ez û Hevirkî û Pêlêt Xema, (Dihok - Çapxaneya Kolêja Şerîetê - 2000), r. 39, 41.
22 - Şekîb Eqrawî, Senewat el - Mihne fî Kurdistan : Ehem el - Hewadis es - Siyasiye wel - Eskeriye fî Kurdistan wel - Iraq min 1958 ila 1980 (Salên Zehmetiyê li Kurdistanê : Bûyerên Siyasî û Leşkerî yên Herî Girîng li Kurdistan û Iraqê ji 1958 an heta 1980 an), Çapa Duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Minare - 2007), r. 157.
23 - Şêx Mûsê Wermêlî, Şoreşa Eylûlê li Devera Zaxo, (Dihok - Çapxaneya Kolêja Şerîetê - 2000), r. 17.
24 - Salih Mihemed Salih, Rewandiz: Dîrok û Bîranîn, (Soran - Komelgeha Ferhengî ya Ehmedê Xanî - 2018), r. 328, 331, 333.
25 - Ebdulxalid Sabir, Kurteyek ji Bîranînên Jiyana Min, (Silêmanî - Rêveberiya Giştî ya Pirtûkxaneyên Giştî - Çapxaneya Karo - 2014), r. 70.
26 - Ebdulsettar Tahir Şerîf, Tarîx el - Hizb es - Sewrî el - Kurdistanî (Dîroka Partiya Şoreşger a Kurdistanê), Çapa Duyem, (Bexda - Menşûrat es - Sewrî - 1979), r. 142.
27 - Ebdulfettah Elî Botanî, Mentiqet Badînan 1925 - 1970: Dirase fîl - Weqa'i' wet - Tetewwurat es -Siyasiyye (Herêma Badînan 1925 - 1970: Lêkolînek li ser Bûyer û Pêşketinên Siyasî), Beşa Duyem, (Hewlêr - Akademiya Kurdî - 2017), r. 458, 459, 460.
28 - Îsmet Şerîf Wanlî, Kurdistan el - Iraqiyye: Hewiyye Weteniyye (Dirase fî Sewret 1961) (Kurdistana Iraqê: Nasnameyeke Niştimanî (Lêkolînek li ser Şoreşa 1961 ê)), wergera Suad Mihemed Xidir, (Silêmanî - Saziya Jîn - Çapxaneya Şivan - 2012), r. 316.
29 - Elî Sincarî, El - Qediyye el - Kurdiyye we Hizb el - Be'es el - Erebî el - Îştîrakî fîl - Iraq (Doza Kurdî û Partiya Bees a Erebî ya Sosyalîst li Iraqê), Beşa Sêyem, (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2012), r. 331, 338, 374, 411.
30 - Elî Sincarî, Heqîqet Mesîret Sewret 11 Eylûl 1961 (Rastiya Rêça Şoreşa 11 ê Îlonê 1961), (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2013), r. 321.
31 - Elî Sincarî, Sefhat min Neb' Zakiretî fîl - Hizb el - Dîmoqratî el - Kurdistanî (Rûpel ji Kaniya Bîra Min di Partiya Demokrat a Kurdistanê de), (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2015), r. 26.
32 - Elî Şemdîn, Tevgera Kurd li Sûriyê û Diyardeya Parçebûnê (1916 - 2016), wergera Şenaz Remzî Hîranî û Ara Elî, (Silêmanî - Dezgeha Aydia - Çapxaneya Hemdî - 2018), r. 101, 103.
33 - "El - Fer' es - Sanî li Hizbina el - Dîmoqratî el - Kurdistanî Yen'î el - Merhûm Ne'man Îsa el - Barzanî (Leqa Duyem a Partiya me ya Demokrat a Kurdistanê Şîna Xwedê jêrazî Ne'man Îsa Barzanî Dike)", Rojnameya el - Teaxî, Hejmar 1368, Bexda, Çapxaneya Times, Sêşem, 26 Hezîran 1973, r. 4.
34 - "El - Fer' el - Xamis lil - Hizb Yu'ezzî (Leqa Pêncem a Partiyê Sersaxiyê Dixwaze)", Rojnameya el - Teaxî, Hejmar 1368, Bexda, Çapxaneya Times, Sêşem, 26 Hezîran 1973, r. 4.
35 - "Qerar Meclîs Qiyadet es - Sewre reqem 463 (Biryara Encûmena Fermandariya Şoreşê hejmar 463)", Rojnameya el - Weqa'i' el - Iraqiyye, Wezareta Ragihandinê li Iraqê, Hejmar 2253, Sala Panzdehemîn, Bexda, Şemî, 9 Hezîran 1973, r. 3.
36 - "Qerar Meclîs Qiyadet es - Sewre reqem 1097 (Biryara Encûmena Fermandariya Şoreşê hejmar 1097)", Rojnameya el - Weqa'i' el - Iraqiyye, Wezareta Ragihandinê li Iraqê, Hejmar 1923 A, Sala Sêzdehemîn, Bexda, Şemî, 26 Îlon 1970, r. 9.
37 - "Kongreya Pêncemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê", Kovara Rojî Niwê, Hejmar Sê, Sala Yekem, Silêmanî, Çapxaneya Kameran, Hezîran 1960, r. 56.
38 - Malpera Leqa Yekê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê: www.pdk-leqa1.com
39 - Mihemed Mela Qadir, Xebatname: Kurte Dîroka Partî û Çanda Barzaniyê Nemir, Çapa Duyem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - 2007), r. 61, 62, 66.
40 - Muzekkirat Faris Kore Markî: Sîret Nidal me'el - Barzanî (Bîranînên Faris Kore Markî: Jînenîgariya Têkoşînê bi Barzanî re), Pêşkêşkirin û wergera Erebî: Dr. Casim Îlyas Murad, (Dihok - Çapxaneya Zana - 2002), r. 64.
41 - Mesûd Barzanî, El - Barzanî wel - Hereke et -Tehruriyye el - Kurdiyye (Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd), Bergê Sêyem, Çapa Duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002), r. 144, 253.
42 - "El-Mekteb es - Siyasî lil - Hizb el - Dîmoqratî el - Kurdistanî Yen'î el - Munadil Ne'man Îsa el - Barzanî (Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê Şîna Têkoşer Ne'man Îsa Barzanî Dike)", Rojnameya el -Teaxî, Hejmar 1369, Bexda, Çapxaneya Times, Çarşem, 27 Hezîran 1973, r. 4.
43 - "Mela Mistefa Barzanî we Rufaqa'uhu Yuqeddimûn Îxbaren îla Siyadet Wezîr ed - Daxiliyye 'en Te'sîs el - Hizb (Mela Mistefa Barzanî û Hevalên wî Agahiyê didin Cenabê Wezîrê Navxwe derbarê Damezrandina Partiyê)", Rojnameya Xebat (en - Nidal), Hejmar 141, Çapxaneya er - Re'y el - Am, Bexda, Yekşem, 9 Kanûna Duyem 1960, r. 1, 8.
44 - "El-Munadil Ne'man Îsa el - Barzanî fî Zimmet el - Xulûd (Têkoşer Ne'man Îsa Barzanî Gihîşt Rehmeta Xwedê)", Rojnameya el - Teaxî, Hejmar 1368, Bexda, Çapxaneya Times, Sêşem, 26 Hezîran 1973, r. 4.
45 - Necmedîn el - Yûsifî, Sewret Eylûl el - Mecîde (Şoreşa Îlonê ya bi Rûmet), (Duhok - Leqa Yekem a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Yekgirtû - Çapxaneya Kolêja Şerîetê - 1995), r. 20, 26.
46 - "Nûçeyeke Diltezîn", Belavoka Dengûbasê Kurdistan, Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Beşa Weşan û Ragihandinê, Hejmar 15, Hezîran 1973, r. 5.
47 - Wesfî Hesen, Destpêka Şoreşa Îlonê li Devera Behdînan 1961 - 1963, (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2012), r. 168.