Nazenîn Mihemed wisu

Endazyar û siyasetmedar Nazenîn Mihemed wisu, di sala 1973 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye, nûnerê kongreya yanzdehem 1993 û endamê lîjneya amadekarê kongreya diwanzdehem ya sala 1999 ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye...


Endazyar û siyasetmedar Nazenîn Mihemed wisu, di sala 1973 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye, nûnerê kongreya yanzdehem 1993 û endamê lîjneya amadekarê kongreya diwanzdehem ya sala 1999 ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin, hilgirê madalya Barzaniyê Nemire.

 

Jiyanname

Nazenîn Mihemed wisu di sala 1958 an li bajarê Hewlêrê ji dayik bûy‌e. Di sala 1973 an de qonaxa piştî navendiyê li bajarê Hewlêrê temam kiriye û di sala 1979 bekaloryosa endazyariya şaristanî li zanîngeha Silêmaniyê wergirtiye. Di sala 1980 an de wekî endazyar li fermangeha rê û baniyên Hewlêrê hatiye damezrandin û di sala 1992 Birêvebera Avadan kirina Hewlêrê bûye û di sala 1995 bûye Birêvebera Giştî ya Avadan kirina Hewlêrê û di sala 1996 û li kabîneya sêyem da bûye birîkara wezîrê avadan kirin û geşepêdanê û di sala 1999 an li kabîneya çarem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da bûye Wezîra Kar û Nîştecîh kirinê û di sala 2004 bûye Wezîra Avadan kirin û Nîştecîh kirinê, di sala 2006 li kabîneya pêncem da bûye Wezîrê Şaredariyê.

 

Xebatname

Di salên (1961 - 1972) li ber çalakiyên ramyariyên bavê wê, malbata wê ji Başûrê Iraqê hatiye dûr xistin, di sala 1973 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye.

 

Nûnera kongreya yanzdehe‌m 1993 û endamê lîjneya amadekarê kongreya diwanzdehem 1999 ya PDK bûye û di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Di sala 2011 an de bûye yarîdedera berpirsê mekteba rêxistina Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 2014 an de bûye Cîgira Berpirsê Mekteba Rêxistinê, li 16 ê tebaxa 2018 an de ji ber çalakiyên li serdema serweriyê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.


 


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir