Mistafa Cefer Yûsif

Mistefa Cefer Yûsif, bi nasnav (Seyîd Mistefa), di sala 1961ê de tevlî refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bû û bû pêşmerge, di 5’ê Kanûna duyem a 1975’an de li gundê Bersirînê ji ber topbarana leşkirî Iraqê şehîd bû.


Şehîd Mistefa Cefer Yûsif, di sala 1933’an de li gundê Binekawlê yê navçeya Ruwandizê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, gundî bû û bi cotkariyê re mijûl dibû, ne xwende bû, zewicî bû. Di sala 1966’an de 2 kurên wî di encama topbarana rejîma Iraqê de şehîd bûn.

Di sala 1961ê de tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû û bû serliq di tabûra 4 a hêza Balek de, di şerên Hindirîn, Korek, Galî Elî Beg, Armûşe û şerên devera Ruwandizê de beşdar bûye, di 5’ê Kanûna duyem a 1975’an de li gundê Bersirînê ji ber topbarana Leşkirê Iraqê şehîd bû.


Çavkanî:

Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir