Mihyedîn Mistefa Salih

Mihyedîn Mistefa Salih bi nasnav Mihyedîn Şêxzade, pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê di sala 1982an de şehîd bûye.


Mihyedîn Mistefa Salih, di sala 1923’an de li gundê Kawlebasê yê girêdayî bajarokê Sîdekan a girêdayî parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, gundî bû û li deverê kesekî navdar bû, zewicî bû.

Di sala 1962an de tevlî Şoreşa Îlonê dibe û bûye pêşmerge. Di sala 1971ê bi fermana Mistefa Barzanî bû fermandarê betalyona baregeha Barzanî û di bin çavdêriya Îdrîs Barzanî de û di piraniya şerên li devera Sîdekan û Soran de beşdar bûye. Piştre jî dibe fermandarê betalyonê di hêzên Barzan de. Di sala 1982’an de dema ji Îranê vedigere gundê xwe ku wê demê devereke rizgarkirî ya şoreşê bû, hejmarek çeteyên rejîma Be's êrîşî mala wî kirin û şewitandin û di pevçûneke dijwar de şehîd bû.


Çavkanî:

• Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir