Kemal Hesen Ebdulrehman Emîn, ku bi navê (Kemal Hesen Çawmar), tê nasîn, di sala 1965 an de peywendiyê bi refên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye û di heman salê de tevlî refên Partiyê (PDK) bûye. Di 8 ê Adara 1991 ê de di Raperîna Başûrê Kurdistanê de berpirsê mîhwera bajarê Silêmaniyê bûye. Di sala 1992 an de bûye cîgirê parêzgarê Silêmaniyê (kabîneya yekem). Di sala 1993 an de di Kongreya Yanzdehemîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê de bûye endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê. Di salên (1997 - 1999) de berpirsê Komîteya Leqa Çar a Silêmaniyê bûye.
Jiyanname
Kemal Hesen Ebdulrehman Emîn, ku bi navê Kemal Hesen Çawmar tê nasîn, di sala 1949 an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Di sala 1980 yî de koçberî Komara Îslamî ya Îranê bûye. Di rojên 15 heta 17 ê Tîrmeha 1991 ê de wekî cîgirê parêzgarê Silêmaniyê beşdarî Kongreya Duyemîn a Rêxistina Mafên Mirovan li Kurdistanê (K.H.R.O) li bajarê Silêmaniyê kiriye. Di sala 1992 an de bûye cîgirê parêzgarê Silêmaniyê (kabîneya yekem). Di sala 1994 an de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve dîsa wekî cîgirê parêzgarê Silêmaniyê hatiye destnîşan kirin. Di sala 2003 an de ji beşa Yasayê ya Zanîngeha Selahedînê bekaloryos an ku lîsansê wergirtiye. Şehrezayê zimanên Kurdî, Farisî û Erebî bûye.
Xebatname
Di sala 1965 an de tevlî refên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bûye. Di sala 1965 an de peywendiyê bi refên Partiyê (PDK) re kiriye. Di sala 1967 an de endamê komîteya rêxistina xwendekaran a ser bi Komîteya Leqa Çar ve bûye. Di sala 1970 yî de nûnerê Kongreya Heştemîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1970 yî de nûnerê Kongreya Şeşemîn a Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê li gundê Nawpirdanê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 1970 yî de berpirsê komîteya rêxistina xwendekaran a ser bi Komîteya Leqa Çar ve bûye. Di sala 1971 ê de kargêrê şaxa Silêmaniyê ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bûye. Derçûyê xûl û dewreya çaremîn a Fêrgeha Pêgihandina Kadroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya di sala 1973 an de li gundê Nawpirdanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ye.
Di sala 1974 an de di Komîteya Leqa Çar de Pêşmerge bûye. Di sala 1974 an de berpirsê îdareya Komîteya Leqa Çar bûye. Di sala 1980 yî de bûye endamê Komîteya Leqa Çar. Di sala 1981 ê de li devera Pênciwênê (Silêmanî) birîndar bûye. Di sala 1982 an de bûye kargêrê Komîteya Leqa Sê û Çar ku ji ber aloziya rewşa Partiya Demokrat a Kurdistanê di wê serdemê de, bi neçarî ev herdu komîteyên leqan bi yek xebatkarî hatine birêvebirin. Di sala 1984 an de bûye kargêrê Komîteya Leqa Çar û berpirsê beşa rêxistinê bûye. Di 16 ê Tîrmeha 1985 an de wekî endamê beşê di beşa rêxistinê de hatiye damezrandin. Di sala 1989 an de nûnerê Kongreya Dehemîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê bûye.
Di sala 1991 ê de di Raperîna Başûrê Kurdistanê de ji aliyê Eniya Kurdistanî ve wekî berpirsê mîhwera sêyem a azadkirina bajarê Silêmaniyê de hatiye destnîşan kirin. Di 7 ê Adara 1991 ê de beşdarî azadkirina bajarokê Çwartayê yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê kiriye. Di 8 ê Adara 1991 ê de di Raperîna Başûrê Kurdistanê de berpirsê mîhwera bajarê Silêmaniyê bûye. Di 21 ê Adara 1991 ê de beşdarî azadkirina bajarê Kerkûkê kiriye. Di sala 1993 an de wekî endamê komîteya amadekar a Kongreya Yanzdehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê li ser sînorê Komîteya Leqa Çar hatiye destnîşan kirin. Di sala 1993 an de di yekgirtina çaremîn de bûye endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Yekgirtû (Kongreya Yazdehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê). Di sala 1994 an de cîgirê parêzgarê Silêmaniyê û berpirsê beşa rêxistinê û kargêrê Komîteya Leqa Çar a Silêmaniyê bûye. Di sala 1994 an de di destpêka şerê navxweyî de li Silêmaniyê ji aliyê hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve dîl hatiye girtin. Di salên (1997 - 1999) de berpirsê Komîteya Leqa Çar a Silêmaniyê bûye. Di sala 1999 an de di Kongreya Diwanzdehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê de xwe ji bo endametiya Komîteya Navendî berbijêr kiriye lê belê bi ser neketiye.
Çavkanî :
1 - Lîsteya navên beşdarên ku di Kongreya Diwanzdehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê de bi ser neketine, 7 Mijdar 2018, r. 1.
2 - Kemal Hesen Çawmar, "Silêmanî yekemîn deste gulê li stûyê derbasgeha Raperînê xist", Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 2.791, Hewlêr, Yekşem, 7 Adar 1999, r. 2.
3 - Hoşyar Caf, "Duyemîn kongreya Mafên Mirovan li Kurdistanê K.H.R.O", Rojnameya Birayetî, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 1.694, Şemî, 17 Tîrmeh 1993, r. 4.
4 - "Kongre, encamên hilbijartina Komîteya Navendî ya Partiya me radigihîne", Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 1.729, Hewlêr, În, 27 Tebax 1993, r. 1.
5 - Hevpeyvîn: Mihemed Xidir Mewlûd, "Heval Azad Qeredaxî di derbarê rizgarkirina bajarê Kerkûkê de diaxive", Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, hejmar 1.601, Hewlêr, Yekşem, 21 Adar 1993, r. 6.
6 - Qadir Qadir, "Beşek ji bîranînên Raperînê û rizgarkirina bajarê Silêmaniyê", Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, hejmar 3.047, Hewlêr, Pêncşem, 9 Adar 2000, r. 2.
7 - Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.
8 - Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Yekgirtû, Leqa Çar, Biryar, hejmar 719, 22 Kanûna Duyem 1994, r. 1.
9 - Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Mekteba Siyasî, Ji bo hemû beşên M.S. ya têkoşer, hejmar 6.775, 18 Tîrmeh 1985, r. 1.
10 - Dîroka dewreyên kadroyên Partiyê, ji çiya heta bajar, (Hewlêr - Navenda Lêkolîn û Vekolîn û Akademiya Partiyê - Çapxaneya Rojhilat - 2019), r. 41.
11 - Zêwer Mihemed Sidîq, "Serkirdeyê jîr û bi wefa... wekhevî û dadperwerî... cangorî kirina bê beramber", Kovara Peyama Eylûlê, Komeleya Mamosteyên Şoreşa Mezin a Îlonê, hejmar 3, Hewlêr, Bihara 2008, r. 55.
12 - Fazil Reûf, Ber bi Rojê ve, Bergê Yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001), r. 152.
13 - Mihemed Elî Îsmaîl, Bîranînên min: Heftê sal temen û zêdeyî nîv sedsal xebat, (Bê cih - 2019), r. 273.
14 - Mihemed Mela Qadir, Xebatname: Kurte Dîroka Partî û Çanda Barzaniyê Nemir, Çapa Duyem, (Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Aras - 2012), r. 97.
15 - "Mîhwerên leşkerî yên Partiya me li ser sînorê Silêmaniyê ber bi bajar û bajarokan ve di Raperînê de", Rojnameya Birayetî, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 1.891, Hewlêr, Duşem, 7 Adar 1994, r. 2.
16 - "Nawpirdan - Kongreya Şeşemîn a Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê 15/7/1970", Kovara Silêmanî, hejmar 120, Silêmanî, Çapxaneya Kurdistan, Cotmeh 2010, r. 50.