Hemey Hacî Mehmûd

Mihemed Hacî Mehmûd Mihemed, ku bi navê Hemey Hacî Mehmûd jî tê naskirin, di sala 1968an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) dibe, di sala 1993’an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) (Kongreya 11an) hat hilbijartin lê demeke kin di vê postê de ma û ji PDKê veqetiya.


Jiyanname

Mihemed Hacî Mehmûd Mihemed, ku bi navê Hemey Hacî Mehmûd û Kake Heme jî tê naskirin, di sala 1953an de li bajarê Helebceyê ji dayîk bûye, di sala 1975’an de piştî rûxandina Şoreşa Îlonê koçî Îranê bû, di 18ê Tebaxa 2004ê de wek endamê Encûmena Niştimanî ya Demkî ya Iraqê hat destnîşankirin, di 4ê hizêrana 2005ê de li ser lîsteya Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê bû endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê (dema duyem), di 7ê Gulana 2006ê de bû wezîrê Herêmê (kabîneya pêncem), bi kurdî, farisî û erebî baş dizane.


Xebatname

Di sala 1968’an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) dibe û di sala 1968’an de rûmeta endamtiyê pê hatiye dayîn, di sala 1976an de tevlî refên Komîteya Marksîst-Lenînîst dibe, di 26ê Hezîrana sala 1976an de tevlî Hêzên Pêşmerge bû, di Mijdara 1976’an de beşdarî şerê Banî Binok li Helebce bû, di sala 1977ê de fermandarê sektorê bû di hêzên Pêşmergeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, di 17’ê Nîsana 1978’an de ji ber lihevnekirina bîr û baweriyê dest ji refên Komîteya Marksîst-Lenînîst berda, lê weke pêşmerge di nava refên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de ma, di Hezîrana 1980’an de li herêma Xoşnewtî berpirsê hêzên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK’ê) bû, di 16ê Îlona 1980ê de di şerê Tepa Sefa ya Helebce de fermandariya hêzên YNKê kiriye.

Di 12’ê Kanûna yekem a 1980an de tevlî refên Partiya Sosyalîst a Yekgirtû ya Kurdistanê bû, di 3’ê Kanûna duyem a 1981’an de karîbû Neşêrwan Mistefa Sekreterê Komela Rencderen li gundê Qawîla yê Helebce dîl bigire, di sala 1981ê de dibe endamê yedek yê Komîteya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (kongreya yekemîn), di 17ê Nîsana 1981ê de yek ji fermandarên şerê Alan û Hasil li Helebce li dijî hêzên êrîşkar ên artêşa Iraqê bû, di Tebaxa 1981ê de bû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê û berpirsê liqa Silêmaniyê ya wê partiyê, di havîna sala 1982an de beşdarî rizgarkirina rêya Helebce-Seyîd Sadiq bû, di 2’ê Tebaxa 1983’an de weke fermandarê hêzên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê bi hêzên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) re beşdarî şerê Şekralî-Xakuxolê yê Helebce bû, di sala 1986an de wek fermandarê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê li Şarezûr bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re peymana aştiyê îmze kir, di Nîsana 1986an de bû sedema aştiya di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê de.

Di serhildana Başûrê Kurdistanê ya sala 1991’an de, di azadkirina Şarezûr, Silêmanî, Xaneqîn û Kerkûkê de beşdar bû, di 19ê Adarê de nûneratiya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di civîna Bereya Kurdistanê de ji bo diyarkirina roja hilbijartinên Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê û rewşa aborî û ewlehiyê ya Başûrê Kurdistanê kir, di destpêka sala 1992’an de beşdarî civîna Bereya Kurdistanê ya avakirina Komîteya Bilind a Çavdêriya Hilbijartinên Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê bû, di 7ê Nîsana 1992an de bi nûneratiya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê li Pîrmamê beşdarî civîna berfireh a Bereya Kurdistanê ya ji bo amadekariyên hilbijartinên Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê bû, di sala 1992’an de bû namzetê Lîsteya Yekgirtin ji bo hilbijartinên Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê, di sala 1992an de bû endamê Serokatiya Partiya Yekgirtin a Kurdistanê, roja pênçşem 20.08.1992 li Hewlêrê beşdarî yekemîn kongreya Partiya Yekgirtin a Kurdistanê bû, roja pênçşemî 27.08.1992ê wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekgirtin a Kurdistanê hat hilbijartin, di sala 1992an de bû endamê saziya leşkerî ya Partiya Yekgirtin a Kurdistanê.

Di sala 1993’an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtû kongreya yazdehemîn ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hat hilbijartin lê demeke kin di vê postê de ma û ji PDKê veqetiya, roja Çarşemî 6ê Cotmeha 1993ê li deriyê sînorî yê Başmaxê li parêzgeha Silêmaniyê weke endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê – Yekgirtû pêşwaziya darbestên Serok Mistefa Barzanî (1903-1979) û Îdrîs Barzanî (1944-1987) kir ku ji komara îslamî ya Îranê heya cihê wan yê dawî li gundê Barzanî yê parêzgeha Hewlêrê birin, di 20'ê Nîsana 1983'an de beşdarî şerê Kanî Berdîne bû, di 15ê Mijdara 1994an de li Hewlêrê kongreya damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê li dar xist, Roja şemî 18.03.1995 li Pîrmam ji aliyê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Yekgirtû ve hate pêşwazîkirin.

Di Cotmeha 1999ê de beşdarî kongreya damezrandina Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Partiya Komunîst a Kurdistanê bû, di sala 2014an de berpirsê bereya Kerkûkê ya li dijî hêzên DAIŞê bû, roja dûşem 21ê Kanûna duyem ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Ji berhemên wî:

  1. Şoreş û Pêşmergayetî - Testa heft salên şoreşê 1976 - 1983 – 1991.

  2. Ravekirin di çend rêzan de – 1993.

  3. Salnameya Pêşmergeyekî - behsa 20 Salên Têkoşîna Şoreşa Nû ya Gelê Me dike 1976 - 1996 - Cild 1 – 1998.

  4. Salnameya Pêşmergeyekî - behsa 20 Salên Têkoşîna Şoreşa Nû ya Gelê Me dike 1976 - 1996 - Cild 2 – bê sal.

  5. Salnameya Pêşmergeyekî - behsa 20 Salên Têkoşîna Şoreşa Nû ya Gelê Me dike 1976 - 1996 - Cild 3 – 2001.

  6. Salnameya Pêşmergeyekî - behsa 20 Salên Têkoşîna Şoreşa Nû ya Gelê Me dike 1976 - 1996 - Cild 4 – 2001.


Çavkanî:

  1. Ehmed Banîxêlanî, Bîranînên Min, (Stockholm, 1997), r. 409-410, 532.

  2. Faîq Qadir Hema Saleh, Kwanuy Xebat, (Tehran – Çapxaneya Cengê – 2019), r. 238, 247, 249, 250.

  3. Silêman Mistefa Hesen, Kurd û Serpêhatiya Yekem, (Hewlêr – Çapxaneya Karo – 2017), r. 28, 31, 33, 69, 75, 278.

  4. Erdeşîr Pişang, Kurd di nîveka şerê Îran û Îraqê de, (Tehran - Weşanxaneya Merz û Bom - 1394 H.), r. 306, 329, 334.

  5. Bawar Nûredîn, Kurd û Kurdistan Bîbliyografya û pêrista di pirtûkên kurdî de, cildê 2, beşê 1, (Tehran - Çapxaneya Tehranê - 2016), r. 148, 183, 345, 346.

  6. Şerê li ser Iraqê: Rojnivîsk - Belge - Raport 1990 - 2005, (Beyrût - Navenda Lêkolînên Yekîtiya Ereban - 2007), r 524, 1159.

  7. Ehmed Şerîf Lek, Şîroveya Bûyerên Dîrokî, Cild 2, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2019), r 68.

  8. Xelîf Xefûr, Defrî Zêrîn, Cild 1, (Kerkûk - Komeleya Rewşenbîrî û Civakî ya Kerkûkê - Çapxaneya Karo - 2011), r 251, 252, 255, 256, 360, 261, 263, 265.

  9. Rêkar Ehmed, Yekbûn û Hilweşandin,, (Hewlêr – Çapxaneya Bahast – 2016), r. 63, 78, 80.

  10. Serhed Yûnis Mihemed, Ji Şarezûrê heta Nasiriyê, (Hewlêr – Çapxaneya Hêvî – 2018), r. 155-156, 161, 184.

  11. Selam Ebdulkerîm, Jiyana Siyasî li Başûrê Kurdistanê 1975-1991, (Silêmanî, Weşanxaneya Çarçira, 2011), r 112.

  12. Şaxewan Şoreş, Qadir Şoreş Çil Salê Xebat û Tekoşînê, (Danîmark - Çapxaneya Xoybûnê - 2001), r 150.

  13. Ayda El-Elî Sirî El-Dîn, Kurd li Cîhanê, Dîrok û Pêşeroja wan, Beşa Duyem, (Beyrût - Weşanxaneyên Mala Zanistî ya Erebî - 2018), r 196.

  14. Fazil Reuf, Ber bi Rojê, Cilda 1, (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, 2001), r 186.

  15. Fazil Kerîm Ehmed, Em bi xewnên mezin derketin rê, Cild 1, (Silêmanî - Çapxaneya Taran - 2019), r. 151, 339.

  16. Fuad Sadiq, Bahoza Siyasetê, (Hewlêr, Wezareta Rewşenbîrî, Rêveberiya Giştî ya Çap û Weşanê, Çapxaneya Rewşenbîrî, 2006), r. 118-119.

  17. Mihemed Mela Qadir, Xebatname Kurte Dîroka Partî û Çanda Barzanî yê Nemir, Çapa 2mîn, (Hewlêr - Weşanxaneya Aras - 2007), r. 96-97.

  18. Newşîrwanî Mustefa Emîn, Ji kinara Dunobê ber bi navzengê, (Bê Cih, 1997), r 191.

  19. Salnameya Pêşmergeyekî, 1976 - 1996 - Cild 4, (Silêmanî - Çapxaneya Dîlan - 2009), r 1126.


Gotarên Têkildar

Hiwa Geylanî

Hîwa Qadir Ehmed bi nasnav Hîwa Geylanî di sala 1970ê de li gundê Gênawî yê devera Pişder a parêzgeha Silêmaniyê ji dayîk bûye

Agahiyên bêtir

Vala Ferîd

Vala Ferîd Îbrahîm Sîan di sala 1976ê da li Hewlêrê ji dayîk bûye.Di sala 2003an da li zanîngeha Selahedînê mastera hiqûqê û Di sala 2008an de li zanîngeha Selahedînê doktoraya xwe di beşa Hiqûqa Giştî de wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Omid Xoşnaw

Omîd Ebdulrehman Hesen bi nasnav Omîd Xoşnaw, di 1ê Hezîrana 1977ê de li Hewlêrê ji dayîk bûye. Peymangeha teknîkî ya Hewlêrê qedandi.

Agahiyên bêtir

Omid Sabah Osman

Omîd Sebah Osman di sala 1980ê de li Kerkûkê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Kerkûkê qedandiye, lîsansa qanûnê li zanîngeha Kerkûkê, masterê di beşa yasaya taybet li zanîngeha Selahedîn û diktora yasaya taybet li zanîngeha Silêmaniyê wergirtiye.

Agahiyên bêtir