Heme Rezayê Sergeloyî

Endazyar Mihemed Reza Arif Elî, ku bi navê (Mihemed Şêx Rezayê Sergeloyî), tê nasîn, di sala 1960 î de tevlî refên Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bûye. Di sala 1961 ê de peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1976 an de di Konferansa Berlînê de bûye endamê Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê.


Endazyar Mihemed Reza Arif Elî, ku bi navê (Mihemed Şêx Rezayê Sergeloyî), tê nasîn. Di sala 1960 î de tevlî refên Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê kiriye, di sala 1961 ê de peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1976 an de bûye endamê Serkirdayetiya Demkî ya Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê (Konferansa Berlînê). Di sala 1979 an de beşdariyê di civîna Şawanê kiriye û wekî endamê Mekteba Siyasî ya Serkirdayetiya Demkî ya Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Jiyanname 

Endazyar Mihemed Reza Arif Elî, ku bi navê Mihemed Şêx Rezayê Sergeloyî tê nasîn, di sala 1944 an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Di sala 1970 yî de ji Kolêja Çandiniyê ya Zanîngeha Bexdayê derçûye. Di sala 1975 an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê koçberî Şahînşahiya Îranê bûye. Di meha Gulana 1976 an de çûye Komara Nemsayê (Awistirya) û wekî penaber li wir maye. Di sala 1981 ê de wekî pisporê çandiniyê di Rêxistina FAO de hatiye damezrandin. Roja Yekşemê, 15 ê Adara 2020 an, li bajarê Viyanayê ji ber nexweşiyê koça dawî kiriye. Roja Duşemê, 5 ê Cotmeha 2020 an, termê wî bi rêya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ve gihîştiye Herêma Kurdistanê û paşê li gundê Sergeloyê yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Erebî, Kurdî, Almanî û Îngilîzî bûye.


Xebatname

Di sala 1958 an de peywendiyê bi refên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Dêmokratên Kurdistanê re kiriye. Di sala 1960 î de peywendiyê bi refên Partiyê (PDK) re kiriye. Di sala 1961 ê de tevlî hêzên Pêşmerge bûye. Di sala 1963 an de beşdariyê di şerê Dûkan - Kotel (Silêmanî) de kiriye. Di sala 1964 an de endamê Komîteya Rêxistina Bilêse bûye. Di sala 1966 an de wekî endamê Komîteya Rêxistina Zanîngeha Bexdayê ya ser bi Komîteya Navçeya Bexdayê ya Lîjneya Leqa Pêncan hatiye destnîşan kirin. Di sala 1968 an de bûye berpirsê zanîngeh û amadehiyên bajarê Bexdayê. Di sala 1969 an de bûye berpirsê Komîteya Navçeya Bexdayê ya ser bi Lîjneya Leqa Pêncan. Di sala 1970 yî de endamê Leqê di Lîjneya Leqa Pêncan de bûye û paşê bûye kargêrê Lîjneya Leqa Pêncan. Di sala 1970 yî de nûnerê Kongreya Heştemîn a Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê bûye.

 

Roja Sêşemê, 11 ê Nîsana 1972 an, li gel Salih Ebdullah Necmedîn (1918 - 1981), ku bi navê Seyda Salih Yûsifî tê nasîn, li baregeha Lîjneya Leqa Pêncan li bajarê Bexdayê pêşwazî li Hamid Buzdaryads, endamê Encûmena Serokatiya Komara Yûgoslavya ya Federal de, kiriye. Di 27 ê Mijdara 1972 an de wekî nûnerê Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê li bajarê Beyrûtê beşdariyê di Kongreya Piştgiriya Şoreşa Filistînê de kiriye. Ji 27 heta 30 ê Mijdara 1972 an serokê şanda Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê ji bo Kongreya Neteweyî ya Piştgiriya Şoreşa Filistînê li bajarê Beyrûtê bûye. Di sala 1973 an de bûye kargêrê Lîjneya Leqa Pêncan. Roja Duşema 11 ê Hezîrana 1973 an, li gel Salih Ebdullah Necmedîn (Seyda Salih Yûsifî) li baregeha Lîjneya Leqa Pêncan pêşwaziyê li şandeke Eniya Erebî ya Hevbeş di Şoreşa Filistînê de kiriye. Di sala 1974 an de ji ber beşdarbûna wî di şaneya Leyla Qasim de, ji aliyê rejîma Baas a Iraqê ve bi awayekî ne dadperwerane sizaya sêdaredanê jê re hatiye derxistin.

 

Di destpêka Nîsana 1975 an de ji aliyê heval Mesûd Barzanî ve ji bo amadekariya Şoreşa Gulanê hatiye raspardin. Di nîvê meha Nîsana 1975 an de beşdariyê di civîna berfireh a Urmiyê ya ji bo serkirde, fermandar û kadroyên Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê bi mebesta berdewamkirina li xebat û berxwedanê kiriye. Di dawiya meha Nîsana sala 1975 an de ji aliyê heval Mesûd Barzanî ve tevî çar kesayetiyên din hatiye vexwendin, bi mebesta berdewamkirina berevanî û berxwedanê da ku beşdariyê di yekemîn civîna Serkirdayetiya Demkî ya Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê li derveyî bajarokê Nexedeyê li Rojhilatê Kurdistanê bibe.

 

Di dawiya sala 1975 an de ji aliyê hevalên wî yên di Serkirdayetiya Demkî ya Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê de ji bo karkirina di Lîjneya Leqa Şeşan a Ewropayê de hatiye destnîşan kirin. Her di dawiya sala 1975 an de ji ber çalakiyên siyasî û amadekariyên ji bo Şoreşa Gulanê, ji aliyê dezgeha SAVAK ê ve ji bo sê mehan li girtîxaneya Eivînê ya li bajarê Tehranê de hatiye bend kirin. Di Adara 1976 an de ji zîndana Evînê hatiye azad kirin û di Gulana 1976 an de çûye Komara Nemsayê (Awusturya) û wekî penaber li wir maye. Di sala 1976 an de bûye endamê Serkirdayetiya Demkî ya Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê (Konferansa Berlînê). Di sala 1976 an de bûye berpirsê Lîjneya Leqa Şeşan a Ewropayê. Di 7 ê Tebaxa 1979 an de li bajarê Viyanayê rastî gulebarana sîxûr û ajanên hewalgiriya (îstixbarata) Iraqê hatiye û birîndar bûye.

 

Di sala 1979 an de ji bo cara duyemîn peywendiyê bi refên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1979 an de beşdariyê di civîna Şawanê ya Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê kiriye û wekî endamê Mekteba Siyasî ya Serkirdayetiya Demkî ya Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1979 an de nûnerê Kongreya Nehemîn a Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê bûye. Di sala 1992 an de di qonaxa serweriyê de vegeriyaye Başûrê Kurdistanê. Di 27 ê Adara 1992 an de endamê Desteya Şêwirmendiyê ya Kongreya Dijberên Iraqê (Kongreya Mesîf Selahedîn) bûye. Di sala 1994 an de şêwirmendê Serok Mesûd Barzanî bûye. Di sala 2001 ê de li bajarê Hewlêrê dersa Serkirdayetiya Demkî ya Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê pêşkêşî xwendekarên dewreya diwazdehemîn a Peymangeha Kadroyan a Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê kiriye. Di 15 ê Kanûna Pêşîn a 2005 an de li ser lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê wekî endamê Encûmena Niştimanî ya Iraqê (Parlementoya Iraqê) hatiye hilbijartin.


Çavkanî :

1 - Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê.

2 - Rûfatê Xwedê jêrazî Mihemed Reza Arif li gundê Sergeloyê bi axê hate spartin, Rojnameya Xebat, organa Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê, hejmar 6.018, Hewlêr, Çarşem, 7 ê Çiriya Yekem a 2020 an, rûpel 1, 4.

3 - Spasname, Rojnameya Xebat, organa Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê, hejmar 6.018, Hewlêr, Çarşem, 7 ê Çiriya Yekem a 2020 an, rûpel 4.

4 - Elî Sincarî, El-Qeziye El - Kurdiye we Hîzb El - Be'es El - Erebî El - Îştîrakî fî El - Iraq, beşa sêyem, (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2012), r. 255.

5 - Cewher Namiq Salim, Ezmûnî Kurdî le bizave pendûlîyekey da, bergê sêyem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Aras - 2011), r. 289, 292, 298.

6 - Es'ed Edo, Berdewam bûn yan serhildanewey şoreş, Rojnameya Birayetî, organa Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê, hejmar 1.651, Hewlêr, Şemî, 22 ê Gulana 1993 an, r. 3.

7 - Mihemed Reza, Pêwîste Rewşenbîr sînorek ji bo Ocalan deynin, Rojnameya Birayetî, organa Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 2.752, Hewlêr, Pêncşem, 7 ê Kanûna Duyem a 1999 an, r. 4.

8 - Îsmaîl Tenya, Partiya Sosyalîsta Kurdistanê: Hilkişan, Dakişan, Perçebûn, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2019), r. 23, 26.

9 -  Civîna di navbera şanda Yûgoslavya yê û Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê de, Rojnameya El - Teaxî, hejmar 1007, Bexda, Çapxaneya Times, Çarşem, 12 ê Nîsana 1972 an, r. 4.

10 - Birayetî li baregeha Leqa Pêncan a Partiya me, Rojnameya Birayetî, organa Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê, hejmar 64, În, 17 ê Tebaxa 1973 an, r. 3.

11 - Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê - Iraq (di qonaxên serekî de) 1946 - 1993, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998), r. 147, 152.

12 - Al Harb ala Iraq, yewmiyat, wesaiq, teqarir 1990 - 2005 (Şerê li dijî Iraqê: Rojnivîsk - Belge - Rapor 1990 - 2005), (Beyrût - Navenda Lêkolînên Yekîtiya Ereban - 2007), r. 1.240.

13 - Dîroka xul û dewreyên kadroyên Partiyê, ji çiya heta bajar, (Hewlêr - Navenda Lêkolîn û Vekolîn û Akademiya Partiyê (PDK) - Çapxaneya Rojhilat - 2019), r. 106.

14 - Reîs wefd al hizb al dîmoqratî al Kurdistanî alî al mutemer nasra al sewre al Filistîniye, cerîde al taaxî (Serokê şanda Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê ya ji bo Kongreya Piştgiriya Şoreşa Filistînê, Rojnameya El - Teaxî), hejmar 1207, Bexda, Çapxaneya Times, Şemî, 9ê Kanûna Yekem a 1972 an, r. 5, 7.

15 - Zahir Rojbeyanî, Dawiya meha 4 an a 1975 an yekemîn civîna me ya serkirdayetiya demkî hate li darxistin, Rojnameya Birayetî, organa Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê, hejmar 2.338, Hewlêr, Sêşem, 27 ê Gulana 1997 an, r. 5.

16 - Zahir Rojbeyanî, Mihemed Reza: Barzaniyê nemir ji bo azadkirina me ji zîndana (Evîn) a tirsnak a Tehranê, pêşniyar kir ku Kak Îdrisê herdem zindî û Kak Mesûd Barzanî bikevin şûna me, Rojnameya Birayetî, organa Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê, hejmar 2.338, Hewlêr, Sêşem, 27 ê Gulana 1997 an, r. 4.

17 - Sefer wefd al hizb al dîmoqratî al Kurdistanî ala Beyrut, cerîde al taaxî (Çûna şanda Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê bo Beyrûtê, Rojnameya El - Teaxî), hejmar 1.197, Bexda, Çapxaneya Times, Duşem, 27 ê Mijdara 1972 an, r. 4.

18 - Elî Sincarî, El - Qeziye El - Kurdiye we Hîzb El - Be'es El - Erebî El - Îştîrakî fî El - Iraq, beşa sêyem, (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2012), r. 255.

19 - Elî Kemal Berzî, Kesayetiyên navdar ên Kurd di sedsala bîstemîn de, bergê yekem, (Hewlêr - Projeya Berzî - Çapxaneya Zanko - 1999), r. 263, 265.

20 - Kelime al hizb al dîmoqratî al Kurdistanî fî al Iraq fî al mutemer al şa'abî al Arabî li nesre al sewre al Filistîniye, cerîde al taaxî (Gotara Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê li Iraqê di Kongreya Gel a Erebî de ji bo Piştgiriya Şoreşa Filistînê, Rojnameya El - Teaxî), hejmar 1.206, Bexda, Çapxaneya Times, Pêncşem, 7 ê Kanûna Yekem a 1972 an, r. 1.

21 - Mihemed Reza Arif, berbijêrê hejmar 6 li parêzgeha Silêmaniyê: Ez ê ji bo pêşxistina kerta çandiniyê û bidestxistina mafên cotkaran bixebitim, Rojnameya Xebat, organa Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê, hejmar 3.407, Sêşem, 23 ê Sibata 2010 an, r. 6.

22 - Mihemed Reza, Peymana (11) ê Adarê gelê Kurd ji qonaxekê veguhest bo qonaxeke nû û geş, Rojnameya Birayetî, organa Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê, hejmar 3.328, Hewlêr, Yekşem, 11 ê Adara 2001 ê, r. 3.

23 - Mihemed Elî Îsmaîl, Bîranînên min: Heftê sal temen û zêdeyî nîv sedsalên têkoşînê, (Bê cih - 2019), r. 58.

24 - Mesûd al Barzanî, al Barzanî wal hereke al tehririye al Kurdiye, (Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaza Kurd), cildê sêyem, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002), r. 407.

25 - Wefd al cebhe al arabiye al muşareke lil sewre al Filistîniye yectema bi wefd al hizb al dîmoqratî al Kurdistanî (Şanda Eniya Erebî ya Beşdar di Şoreşa Filistînê de bi şanda Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê re civiya), Rojnameya El - Teaxî, hejmar 1.356, Bexda, Çapxaneya Times, Sêşem, 12 ê Hezîrana 1973 an, r. 4.

26 - Wefd al cebhe al arabiye al muşareke lil sewre al Filistîniye yectema bi wefd al hizb al dîmoqratî al Kurdistanî (Şanda Eniya Erebî ya Beşdar di Şoreşa Filistînê de bi şandeke ji Partiya  Dêmokrat  Kurdistanê re civiya), Rojnameya El - Teaxî, hejmar 1.356, Bexda, Çapxaneya Times, Sêşem, 12 ê Hezîrana 1973 an, r. 4.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir