Emîn Hisên Mihemed Mehmud

Emîn Hisên Mihemed Mehmud, di sala 1976 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Gulanê re kiriye û di sala 1979 an de piştî destgîrkirina ji aliyê artêşa Iraqê ve li girtîxaneya Musilê de hatiye sêdare dan.


Şehîd  Emîn Hisên Mihemed Mehmud, di sala 1957 an de li gundê Bawe Koçekî ya ser bi parêzgeha Helepçe yê ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û karê cotkariyê re mijûl bûye û heta qonaxa seretayî yê xwendiye.

 

Li meha kanûna yekem ya 1976 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê re kiriye ûli hêza Hewraman de bi Fermandeyî ya Nadir Hewramî li çend çalakiyeke Pêşmerge de beşdariyê kiriye. Di sala 1978 an de di dema encamdana çalakiyeke li bajarê Helepçeyê bi dijwarî birîndar bûye.

 

Di sala 1978 an de bi du hevsengerên xwe re ku yek ji wan birayê wî bi xwe bûye, ji bo encamdana çalakiyeke partîzanî diçin deşta Şarezûrê. Piştî encamdana çalakiyê ketine nava kemîneke bi kirê girtiyên (Cehş) Hikûmeta Iraqê û piştî rûbirûbûna wan têne destgîr kirin û ji bo girtîxaneya bajarê Musilê têne veguhestin. Piştî salek li zîndanî kirina wan di sala 1979 an de hatine sêdare dan.


 


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir