Elî Silêman Ebdula Silêman

Elî Silêman Ebdula Silêman, di sala 1943 li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi rêzên hêza Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Di sala 1964 wekî pasevanê General Mistefa Barzanî hatiye erkdar kirin. Piştî koça dawî ya General Mistefa Barzanî bûye pasevanê taybetî yê Serok Mesûd Barzanî. Yek ji hilgirên madalya Barzanî ye.


Elî Silêman Ebdula Silêman, di sala 1943 li gundê Hostan ya li devera Barzan ser bi qeza Mêrgesor ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Li hêza taybetî ya General Mistefa Barzanî de pasevan bûye. Li heman salê da bi General Mistefa Barzanî re derbasî devera Behdînan bûye û li şerê Geliyê Zawîte de beşdariyê kiriye. Di sala 1962 çûye devera Birîfkan, Etruş, Dola Nale û bi Mele Şinî, Halî Dolemerî û Omer Axayê Dolemerî re li şerê Serê Akrê de beşdariyê kiriye. Li heman salê da bi General Mistefa Barzanî re derbasî devera Soran bûye û li şerê çekkirina Qişleya Rayat de beşdariyê kiriye. Di sala 1963 dema rejîma Iraqê êrîşî ser devera Barzan kiriye, nav bihurî bi General Mistefa Barzanî re vegeriya ye devera Barzan û li şerên Serê Akrê û Çiyayê Pîris de beşdariyê kiriye û li wê şerê da birîndar bûye. Li meha Tişrîna duyema heman salê de vegeriya ye devera Soran.

 

Di sala 1964 wekî pasevanê General Mistefa Barzanî li Dola Şehîdan, Lêwje, Çom Sarkê, li pişta Dîlmanê de hatiye erkdar kirin. Di sala 1965 çûye Hacî Omeran û li payîza heman salê da bi General Mistefa Barzanî re li gundê Sacî bûye. Li bihara sala 1966 ji ber bombebarana balafirên cengî yên rejîma Iraqê vegeriya ye Dîlman. Heta meha Nîsana 1974 li erkê pasevanê General Mistefa Barzanî li gundê Dîlman de berdewam bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê dibe û li bajarê Nexede ya Rojhilatê Kurdistanê de nîştecîh dibe. Paşê diçê bajarê Kerec û pasevanê mala General Mistefa Barzanî bûye. Piştî koça dawî ya General Mistefa Barzanî, çûye Silîvana û li wir bûye pasevanê Serok Mesûd Barzanî Serokê Partiya Dêmokrata  Kurdistanê. Li 30 ê Tebaxa 1986 bi Serok Mesûd Barzanî çûye devera Nêrweya parêzgeha Dihokê. Piştî 11 mehan vegeriya ye Baregeha Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê ya li gundê Rajan ya Rojhilatê Kurdistanê. Di sala 1988 beşdariya destana Xwakurkê kiriye.

 

Li roja 7 ê Adara sala 1991 berî destpêkirina serhildan û raperîna cemaweriya Başûrê Kurdistanê, bi Serok Mesûd Barzanî re çûye Qasmereş. Paşê li hemû hengavên raperînê de pê re bûye. Di sala 2013 bi pileya serbazî ya Serdariyê (Ferîq) hatiye erkdar kirin.

 

Li 16 ê Tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata  Kurdistanê de, ji ber wan xizmetên ku pêşkêşî Kurd û Kurdistanê kiriye, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

 

 


Çavkanî:

  1. Arşîva Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Mistefa Amêdî

Mistefa Husên Mihemed, di sala 1939 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Şarezayî li bikaranîna bêtelê de hebû, ji ber wê yekê ew berpirsê Bêtelê hêza Behdînan bûye. li 16 ê tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, medalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Zekî Hesen

Mihemed Zekî Hesen, di sala 1953 li gundê Biyê ya li devera Berêgarê ya ser bi qeza Amêdî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1974 peywendiyê bi Hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê dike û li Hêza Helgurd de li cem Dilovan Salih Ebdulezîz bûye Pêşmerge. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û pêşî çûye bajarê Nexede ya li Rojhilatê Kurdistanê û paşê jî li wargeha Cehrim hatiye nîştecîh kirin.

Agahiyên bêtir

Mihemed Selîm Ehmed Ebdulrehman Baclurî

Mihemed Selîm Ehmed Ebdulrehman Baclurî, di sala 1902 li gundê Baclurê ya li navçeya Zawîte ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Yek ji peyrewên Şêxên Barzanê bûye û beşdariya şoreşa yekema (1931-1932) Barzan de kiriye. Piştî şikesta şoreşê bi cengawerên Barzanî re çûye Bakûrê Kurdistanê û piştî demekê vegeriyaye gundê xwe.

Agahiyên bêtir

Keko Mela Elî

Keko Mela Elî Mêrgesorî di sala 1917 li qeza Mêrgesorê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Li 12 Tişrîna Duyema sala 2000 li Mêrgesorê koça dawî kiriye û her li wir jî bi axê hatiye spartin.

Agahiyên bêtir

Omer Elî Halo

Omer Elî Halo Sindî, di sala 1949 li gundê Bosel ya li bajaroka Derkarê ya ser bi qeza Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 Elî Halo yê bavê wî Fermandeyê Betalyona Yekê (1) Pêşmerge li Zaxo bûye. Li wê serdemê da Omer Elî karên nivîsînên bavê xwe birêvebiriye. Li 28 ê Eylûla 1968 Elî Halo li şerê Batîfa de şehîd bûye û Omerê kurê wî cihê wî girtiye û li şerên Kemeka û çiyayê Zaxo de beşdar bûye.

Agahiyên bêtir