Ehmed Kanî

Endazyar û siyasetmedar Ehmed Edhem Ebdulcebar Ebdulrehman, bi navên (Ehmed Kanî û Ehmed Doxremeçî), hatiye nas kirin. Di sala 1991 li piştî raperîna Başûrê Kurdistanê peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye....


Endazyar û siyasetmedar Ehmed Edhem Ebdulcebar Ebdulrehman, bi navên (Ehmed Kanî û Ehmed Doxremeçî), hatiye nas kirin. Di sala 1991 li piştî raperîna Başûrê Kurdistanê peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên yanzdehe‌m 1993 û diwanzdehem 1999 bûye û di sala 2010 li kongrey sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.‌‌

 

Jiyanname

Ehmed Kanî di sala 1960 li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye û neviyê helbestvan û werger Ebdulcebar Kanî (1897 - 1957 ) ye. Di sala 1985 an de masterê li endazyariya mekanîk li Zanîngeha Musilê wergirtiye û di sala 1990 an de li Peymangeha Teknîkî ya Hewlêrê bûye mamosta‌ û di sala 2004 an de bûye ragirê Peymangeha Teknîkî ya Hewlêrê. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Turkmenî û Îngilîzî ye.

 

Xebatname

Di sala 1991 piştî raperîna Başûrê Kurdistanê peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye, nûnerê kongreyên yazdehem 1993 û diwazdehem 1999 bûye û di sala 2010 û li kongreya sêzdehem da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

Di sala 1994 bûye berpirsê lîjneya navçeya Zanîngeha Selahedîn li tixûbê leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di salên (1995 - 2005 ) li leqa du ya Hewlêrê bi kargêrê lîjneya leq hatiye destnîşan kirin. Di sala 2007 bûye berpirsê lîjneya leqa bîst û sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Mexmurê û di sala 2017 bûye berpirsê lîjneya leqa du ya Hewlêr ya ser bi encumena serkirdayetiya parêzgeha Hewlêrê. Di sala 2022 û li kongreya Çardehem da bi Endamê  komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir