Diyarî Hisên

Siyasetmedar Diyarî Hisên Osman Heme Reza, bi navê (Diyarî Hisên Beg), hatiye nas kirin. Di sala 1974 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1975 an de koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di sala 1981 û li şoreşa Gulanê da peywendiyê bi rêzên Pêşmerge re kiriye.


Jiyanname

Diyarî Hisên Osman, di sala 1962 an de li bajarê Helebçeyê ji dayik bûye. Qonaxa amadeyî yê li welatê Îranê xwendiye û bawernameya bekaloryosê bi dest ve aniye. Li derçûyên sala 1986 an ya xula heştem ya peymangeha kadîrên PDK ye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî ye.


Xebatname

Diyarî Hisên, di sala 1974 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî Îranê bûye. Di sala 1981 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên PDK re kiriye û li Lîjneya Navçeya Helebçe ya ser bi Lîjneya Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de xizmetê kiriye. Di sala 1982 an de beşdariya şerên Ehmed Awa û Tepeser Quleya tixûbê Helebçe, dijî artêşa Iraqê de şer kiriye.

 

Li 30 ê Tişrîna Yekema 1985 bi 44 xwendekarên din re li xula heştem ya peymangeha kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Rajan ya li Rojhilatê Kurdistanê hatiye wergirtin û li 3 ê Nîsana 1986 bi awayeke serkeftî xulê temam kiriye‌.

 

Di sala 1987 an de beşdariya şerên Qeredax û Hanequl û Girdî Ehmed Awa ya li tixûbê parêzgehên Silêmanî û Helebçeyê da kiriye û di sala 1988 an de li şerê Tepekure ya tixûbê parêzgeha Silêmaniyê de birîndar bûye. Nûnerê kongreyên dehem 1989 û yanzdehe‌m 1993 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.

 

Li raperîna sala 1991 an de bi Fermandeyê Mîhwerê Du ya Derbendîxan û dewruberê Silêmaniyê ji aliyê Bereya Kurdistanî ve hatiye destnîşan kirin. Li çendîn pêgeh û pileyên hizbî da xizmetê kiriye û di sala 1995 bûye Kargêrê Lîjneya Leqa 12 ya Helebçeyê.

 

Di sala 1999 û li kongreya 12. da bi Endamê Yedeg ya Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û heman salê bûye Cîgirê Berpirsê Lîjneya Leqa 12 ya Helebçe ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 2004 bûye Cîgirê Berpirsê Mekteba Navendî ya Rêxistina PDK û di sala 2005 bûye Endamê Desteya Navendî ya Pişkinîn û Çavdêriya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 2006 an de bûye Berpirsê Lîjneya Leqa 15 ya Xaneqînê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 

Di sala 2010 û li kongreya 13. da bi Endamê Encumena Serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û heman salê bi Endamê Encumena Serkirdayetiya Parêzgeha Silêmaniyê ya PDK hatiye destnîşan kirin. Di sala 2012 bûye Berpirsê Lîjneya Leqa 12 ya Helebçe ya Encumena Serkirdayetiya Parêzgeha Silêmaniyê û di sala 2013 an de bûye Cîgirê Berpirsê Encumena Serkirdayetiya Kerkuk - Germiyan ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 2022 li Kongreya 14. ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Dihokê bi Endamê Yedeg ya Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

2- Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, kongre û konferans (program û peyrewa navxweyî), Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bergê duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2021).

3- Dîroka Xulên Kadîrên PDK, ji çiya heta bajar, (Hewlêr ـ Navenda Lêkolîn û Nirxandina Akademiya PDK  ـ Çapxaneya Rojhilat 2019).

4- Şeban Elî Şeban, hinek zanyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr ـ Çapxaneya Rojhilat 2013).

5- Karwan Mehuy, kongreyên partiya me Partiya Dêmokrata Kurdistanê, kovara Şîrove, Mekteba Navenda Lêkolîn û Nirxandinê, hejmara 14, Hewlêr, Çapxaneya Hacî Haşim, payîza 2010.

6- Mihemedê Mela Esed, Heval Franso Herîrî çend aliyeke veşartiyên raperîna 1991 eşkere dike, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtî, hejmara 1902 pênçşema 24 ê Adara 1994.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir