Dilşad Mîran

Siyasetmedar Dilşad Fetah Reşîd, bi navê (Dilşad Mîran), hatiye nas kirin. Li sala 1976 endamê serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1979 piştî kongreya nehema Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê veqetiya ye.


Siyasetmedar Dilşad Fetah Reşîd, bi navê (Dilşad Mîran), hatiye nas kirin. Li sala 1976 endamê serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1979 piştî kongreya nehema Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê veqetiya ye. Di sala 1981 û li yekemîn kongreya Partiya Gelê Dêmokrata Kurdistanê de bûye endamê komîteya navendî ya wê partiyê. Di sala 1993 û li kongreya yanzdehe‌ma Partiya Dêmokrata Kurdistanê de vegeriya ye nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê.  


Jiyanname

Dilşad Fetah Reşîd, di sala 1953 an de ji dayik bûye. Di sala 1970 li beşa Kurdî ya zanîngeha Bexdayê hatiye wergirtin. Di sala 1974 bi fermaneke komarî sizaya sêdaredana xiyabî li ser de hatiye sepandin û heman salê de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê, wekî penaber çûye welatê Îranê û di sala 1976 çûye Ewrupa. Di sala 2006 nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê bûye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî ye‌.


Xebatname

Dilşad Fetah, di sala 1976 û li konferansa Berlînê de bûye endamê serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di salên (1978 - 1979) nûnerê serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Qibris û Beyrutê bûye. Di sala 1979 ji nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê veqetiya ye.

 

Piştî dûr ketina ji rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê, peywendiyê bi Partiya Demokratîka Gelê Kurdistanê re kiriye û beşdariya kongreya yekem 1981 û duyem 1989 ya wê partiyê da kiriye û bi endamê serkirdayetî û komîteya navendî hatiye hilbijartin.

 

Piştî dubare vegerana nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di sala 1993 û piştî kongreya yanzdeh bi kargêrê lîjneya leqa şeş ya Ewrûpa û nûnerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtî li bajarê Londonê û berpirsê peywendiyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Ewrûpayê hatiye destnîşan kirin.

 

Di sala 1999 û li kongreya diwazdehema Partiya Dêmokrata Kurdistanê da xwe ji bo endametiya komîteya navendî berbijêr kiriye, lê belê dengên pêwîst yên endamên kongreyê bi dest ve neaniye.

 

Di sala 2003 bûye kargêrê lîjneya leqa şeş ya Ewrûpa y Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 2006 nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê bûye.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. 

2- Lîsta navên beşdarbûyên derneçûyê kongreya diwazdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, 7 ê tişrîna duyema 2018.

3- Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, kongre û konferans ( Program û peyrewa navxweyê ), Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bergê yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2021 ).

4- Pîrsgara, Nişatat Mumesilîl Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî we hikumiye Kurdistan fî Brîtanya we Ispanya, Mucele Gulan, Muesese Gulan Al Alamiye, Al Adad 31, Al Sena Al Salasa, Erbîl, 25 kanun Al Awel 1998.

5- Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Iraq (Fî Muhatat Reîsiye ) 1946 - 1993, ( Dihok ـ Matbaa Xebat 1998 ).

6- Husen Latîf Al Zebîdî, Muesese Al Ahzab Al Iraqiye, (Beyrut ـ Muesese Al Arif Lil Matbuat - 2008 ).

7- Riyaz Feylî, Mekanîzma peywendiyên hikûmeta navendî bi Hikûmeta Herêmê re li gor pêwîst nîne. Kovara Gulan, hejmara 587, Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerde, 25 Gulana 2006.

8- Amadekirina : Saman Heme Emîn Elî, Dîroka xebateke hevdem, (Hewlêr ـ Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2004).


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir