Ciwan Yunis Mihemed Rojbeyanî

Ciwan Yunis Mihemed, naskiriye bi Ciwan Rojbeyanî, sala 1986 li koçberiyê û li welatê Îranê ji dayik bûye, derçûya Kolêja Edebiyat ya beşa Zimanê Îngilîziye.


Endama Xula Pêncema Parlemena Kurdistanê bû, Serokê Lîjneya Navçeyên Kurdistaniyên Derveyê Herêma Kurdistanê û Endama Lîjneya Dakokîkirina li Mafên Jinan bû.

 

Li 6ê Tişrîna Duyema (Mijdarê 11) sala 2022 li Kongreya Çardehema Partiya  Dêmokrat a Kurdistanê li bajarê Dihokê ji aliyê endamên kongreyê ve bi Endama Yedeg ya Komîteya Navendî hate hilbijartin.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Salar Osman Husên

Salar Osman Husên, naskiriye bi Dr Salar, sala 1969 li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Xwendina seretayî û navendî li bajarê Hewlêrê qedandiye, Doktora li Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Dihokê bi dest xistiye. Xwediyê 12 pertûke li warên: Edebiyat, Ziman, Rojnamegerî û Siyasetê de.

Agahiyên bêtir

Segvan Halo

Segvan Osman Halo, naskiriye bi (Segvan Halo), li 1 ê Temmûza 1968 li gundê Bosel ya ser bi qezaya Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, sala 2008 bawernameya bekaloryosê ji Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye, sala 2016 bawernameya Masterê li Yasa li Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye.

Agahiyên bêtir