Şehîd Cemal Qadir Emîn bi navê (Şêx Cemalê Çewtan ), hatiye nas kirin û di sala 1942 li gundê Çutanî ya ser bi nahiye ya Nalparêz ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û qonaxa xwendina seretayî û li medrese an ku hucreya olî ya li Nalparêz û Pênciwênê temam kir. Fermanberê veguhestin û gihandina nahiye ya Erbetê bûye, Şêx Cemalê Çewtan xêzandar bûye û navê xêzana wî Nefiye Qadir bûye û xwediyê kur û sê keçan yên bi navên Mesûd û Semîre û Minîre û Kelsum bûye.
Di sala 1962 an de li Leqa Şerîfî Hacî Mela ya ser bi betalyona Xebat ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge. Beşdariya destana Pirdî Zelm û şerê Pênciwên û şerê Wilesimt û Qelbeze û şerê Kanî Bozey Tazedê û şerê Dole Sur û şerê Nalparêz û şerê Pirdî Kelwez (Kes negirte), şerê Seyid Sadiq, şerê Derbendîxan, şerê Ehmed Awa, şerê Kanî Sêf, şerê Xurmal û şerê çiyayê Şinirwê de kiriye. Li her du şerê Wilesimt û Qelbeze ya li sala 1963 an û şerê Dulesûr ya li sala 1967 an de birîndar bûye.
Di sala 1964 an de pileya Serpelî yê wergirtiye, di sala 1968 an de bûye berpirsê Bala Serbazî ya Leqa Şerîfî Hacî Mela û di sala 1970 an de pileya fermandeyê fesîlî ya ser bi fewca 7 ê Heres Hidud (Pasevanê Tixûb) wergirtiye. Di sala 1974 an de pileya Serleqî Du ya ser bi betalyona Bemo ya hêza Xebat ya Partiya Demokrata Kurdistanê wergirtiye ku li wê demê de Heme Surî Hisên Fermandeyê Betalyonê bûye.
Li 4 ê hezîrana 1974 an de Şêx Cemalî Çewtan bi desteyek hevsengerên xwe re li ser rêya di navbera Silêmanî û Erbet de, kemînek ji bo karwana serbazî ya rejîma wê demê ya Iraqê danîne ku plana êrîşa wan ya ji bo qeza Derbendîxan hebû. Piştî dirustbûna rûbirûbûnê Şêx Cemalî Çewtan û çend hevsengerekî xwe ku ji Kemal Hawarî û Elî Mizelî û Fetahe Sur pêkhatibûn li wir şehîd bûne.
Çavkanî:
1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê