Bekir Îsmaîl Mihemed

Yasanas û siyasetmedar Bekir Îsmaîl Mihemed Ebdulrehman, bi navê (Bekir Hacî Îsmaîl), hatiye nas kirin. Di sala 1950 an de li konferansa Koye de ‌bûye endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd. Di sala 1951 an de li kongreya duyema Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd.


Jiyanname

Bekir Îsmaîl Mihemed Ebdulrehman ji dayik bûyê Hewlêre. Di sala 1937 an de qonaxa seretayî ya xwendina xwe li bajaroka Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê temam kiriye. Di sala 1940 an de li destpêka çalakiyên xwe li Partiya Hîwaya Kurd da li bajaroka Koye çalakiyên ramyarî de nîşan daye. Di sala 1945 an de çapxaneya Partiya Şoreş û Partiya Rizgariya Kurd li wê xaniyê da hatiye veşartin ku ew li bajarê Bexda têda dijiya. Di sala 1946 an de li mala nihênî ya Partiya Dêmokrata Kurd ku çapxane û nivîsarên nihêniyên wê têda dihatin parastin li taxa E'zemiye ya bajarê Bexdayê dijiya. Di sala 1947 an de bekaloryosa maf ji kolêja maf ya Bexdayê wergirtiye. Li rojên 27 heta 29 ê kanûna duyema 1948 an de beşdariya xwepêşandana xwendekarên bajarê Bexdayê ya li dijî bi peymannameya Portsmus ya li navbera Brîtanya û Iraqê de kiriye. Şarezayê zimanên Kurdî û Erebî bûye.


Xebatname

Yasanas û siyasetmedar Bekir Îsmaîl Mihemed Ebdulrehman, bi navê (Bekir Hacî Îsmaîl), hatiye nas kirin. Di sala 1950 an de li konferansa Koye de ‌bûye endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd. Di sala 1951 an de li kongreya duyema Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd.

Di sala 1953 an de endamê desteya damezrênerê Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê bûye. Di sala 1954 an de di derbarê bi sextekariyên Hikumeta Iraqê li hilbijartinên Bajarvaniya Silêmaniyê da parêzer Omer Mistefa Mihemed Emîn (1923 - 1992) naskirî bi Omer Debabe û parêzer Celîl Yusif Ehmed (1921 - 1996) naskirî bi Celîl Hoşyar re nerazîbûnên xwe derdibrin û ji aliyê kar bidestan ve bi desteserkirî ji ‌bo bajarê Hewlêrê têne dûr xistin.

 

Di sala 1970 an de li Dadgeha Bîdae ya Silêmaniyê ve ji bo Dadgeha Bîdae ya Hîle hatiye veguhestin. Di sala 1975 an de endamê Dadgeha Temîz ya li Bexdayê bûye. Heta sala 1977 an Serokê Lîjneya Hurbîniya Giştî ya li parêzgeha Babilê bûye. Di sala 1977 an de ji bo Serokayetiya Dadgeha Têhilçûna navçeya Otonomî ya Kurdistanê hatiye veguhestin. Di sala 1978 an de cîgirê Serokê Dadgeha Têhilçûnê ya navçeya Otonomî ya Kurdistanê bûye. Li 23 ê Eylûla 1978 an de bi fermaneke encûmena serkirdayetiya şoreşê ve wekî dadwer li Dadgeha Temîzî ya Iraqê de hatiye destnîşan kirin. Di sala 1980 an de bûye Serokê Dadgeha Têhilçûna navçeya Otonomî ya Kurdistanê. Li piştî raperîna Başûrê Kurdistanê bi mebesta xizmet kirinê li salên (1992 - 2004) şêwirmendê fermangeha yasayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye. Piştî wê bi pileya şêwirmendê yasayî ya Serokê Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye. Li 28 ê Tebaxa 2008 an de li bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye û li goristana Şêx Ehmed li bajarê Hewlêrê bi axê hatiye spartin.


Çavkanî:

1 - Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir