Azad Berwarî

Siyasetmedar Azad Mihemed Necîb Mihemed Selîm, bi navên (Azad Berwarî û Seîd), hatiye nas kirin. Di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û sala 1964 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye...


Siyasetmedar Azad Mihemed Necîb Mihemed Selîm, bi navên (Azad Berwarî û Seîd), hatiye nas kirin. Di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û sala 1964 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li kongreya nehem 1979 an de bi endamê komîteya navendî, li kongreya dehem 1989 an de bi endamê yedegê komîteya navendî, li kongreya yazdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 an de bi endamê komîteya navendî û paşê endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin û di sala 2010 û li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetî û paşê endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2009 li kabîneya şeşem da Cîgirê Serokê Encumena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

 

Jiyanname

Di sala 1945 an de malbata wî piştî şikesta şoreşa duyema Barzan koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûye. Azad Berwarî di sala 1946 li bajarê Mehabadê ji dayik bûye. Di sala 1947 an piştî şikesta Komara Dêmokratîka Kurdistanê bi malbata xwe re vegeriyane Başûrê Kurdistanê‌. Qonaxa amadeyî li bajarê Hewlêrê temam kiriye. Di sala 1966 an de li beşa kîmya ya kolêja zanistî ya zanîngeha Musilê hatiye wergirtin û ji ber çalakiyên siyasî ji aliyê karbidestên Hikûmeta Iraqê ve ji bo zanîngeha Basra ya li Başûrê Iraqê hatiye dûr xistin. Di sala 1972 bawernameya bekaloryosê ji zanîngeha Basra bi dest ve aniye. Di sala 2009 li kabîneya şeşem da Cîgirê Serokê Encumena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Îngilîzî û Almanî ye.

 

Xebatname

Azad Berwarî di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û di sala 1964 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1968 an de li bendîxaneya Rumadî ya li Rojavayê Iraqê hatiye bend kirin û di sala 1970 an de piştî peymana 11 ê Adarê ya li navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê da hatiye azad kirin. Di sala 1972 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê wekî penaber li welatê Îranê jiyaye.

 

Di sala 1975 an de ji aliyê Mesûd Barzanî ve ji bo amadekariyên şoreşa Gulanê hatiye raspardin û heman salê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi çar kesayetiyên din re ji bo beşdarî kirina li yekemîn civîna serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi mebesta berdewambûna li berevanî û berxwedanê hatiye vexwendin.

 

Di sala 1976 an de li konferansa Berlînê da bi endamê komîteya navendî ya serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1977 an de beşdariyê civîna berfireha navdewletî ya serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji bo rêkxistina hêzên Pêşmerge û ji nû ve çalak kirina rêxistinan de kar kiriye. Di sala 1979 an de endamê lîjneya xwe rêxistina serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye li nav penaberên Başûrê Kurdistanê yên li welatê Îranê.

 

Li kongreya nehem 1979 an de bi endamê komîteya navendî, li kongreya dehem 1989 an de bi endamê yedegê komîteya navendî, li kongreyên yazdehem 1993 û diwazdehem 1999 da bi endamê komîteya navendî û paşê endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin û di sala 2010 li kongreya sêzdehem da bi endamê encumena serkirdayetî û paşê endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2022 li kongreya çardehem da bi‌ endamê komîteya navendî û li yekemîn civîna komîteya serkirdayetiyê de bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin..

 

Di dema kar kirinê da li nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, çendîn erk û berpirsiyariyan wergirtiye. Wekî berpirsê lîjneya leqa sê û çar ya 1980, berpirsê mekteba peywendiyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Suriye 1981, berpirsê peywendiyên navçeyî û niştimaniyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê 1993, kargêrê mekteba siyasî û berpirsê mekteba navendî ya rêxistinê 1996, berpirsê mekteba navendî ya ragihandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê 2001 û hwd...

 

Di sala 2009 li kabîneya şeşem da Cîgirê Serokê Encumena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye. Di sala 2010 ji ber xizmeta wî ya li şoreşa Eylûlê, şoreşa Gulan û qonaxa raperîna Başûrê Kurdistanê û qonaxa serweriyê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî yê Nemir wergirtiye.



 

Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Taha Muhyedîn Me'rûf

Taha Muhyedîn Me'rûf, ku bi navê (Taha Hacî Mela Muhyedîn), tê nasîn, di sala 1946 an de di (Kongreya Yekemîn) de wekî endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin. Roja Înê, 2 yê Gulana 2003 an, piştî hilweşandina rejîma Seddam Husên, xwe radestî hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye.

Agahiyên bêtir

Seyîd Salih Berwarî

Salih Ebdulxaliq Reşîd, ku bi navê (Seyîd Salih Berwarî), tê nasîn, di sala 1962 an de peywendiyê bi refên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1963 an de bûye fermandarê tabûra topavêjiyê ya Leqa Yek a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Şêx Mihemed Hersîn

Mihemed Ebdulrehîm Mihemed, ku bi navê (Şêx Mihemed Hersîn), tê nasîn, di sala 1954 an de bûye endamê leqê di Komîteya Leqa Çar a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraqê. Di sala 1963 an de peywendiyê bi refên hêza Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Celîl Feylî

Ebdulcelîl Ebdulreza Elî, ku bi navên (Celîl Feylî, Bahoz û Semîr), tê naskirin, di sala 1957 an de peywendiyê bi refên Partiya Dêmokrat a Yekgirtî ya Kurdistanê re kiriye. Di sala 1965 an de tevlî refên hêza Pêşmerge bûye û bêjer û spîkerê zimanê Erebî yê nefermî (Celifa) yê Radyoya Dengê Kurdistanê bûye.....

Agahiyên bêtir

Heme Rezayê Sergeloyî

Endazyar Mihemed Reza Arif Elî, ku bi navê (Mihemed Şêx Rezayê Sergeloyî), tê nasîn, di sala 1960 î de tevlî refên Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bûye. Di sala 1961 ê de peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1976 an de di Konferansa Berlînê de bûye endamê Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê.

Agahiyên bêtir