Aras Hiso Mîrxan Xezalî

Pizîşk û siyasetmedar Aras Hiso Mîrxan Xezalî, bi navê (Dr Aras), hatiye nas kirin. Nûnerê kongreyên yanzdehem 1993 û diwanzdehem 1999 bûye û di sala 2010 li kongreya sêzdehem da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...


Jiyanname

Aras Hiso Mîrxan di sala 1968 an li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Di sala 1993 bekaloryos û sala 1996 master û di sala 1998 an de Doktoraya Dermansaziyê li Zanîngeha Esfehan ya li welatê Îranê wergirtiye. Di sala 2009 an de masterê kargêriyê ji Zanîngeha Lubnanî - Fransî li Hewlêrê bi dest ve aniye. Di salên (2000 - 2001) li kabîneya çarem da bûye birêveberê giştî Rewşenbîrî û Ragihandina Wezareta Pêşmerge û di salên (2002 - 2011) Birêveberê Giştî yê Dîwana Çavdêrî û Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye. Şarezayê zimanên Kurdî, Farisî, Tirkî û Îngilîzî ye‌.

 

Xebatname

Aras Hiso Mîrxan di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê bi malbata xwe re koçberî Îranê bûye. Di sala 1982 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û di sala 1988 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye û li destana Xwakurk de beşdariyê kiriye.

 

Di sala 1995 an de bûye fermandeyê betalyona şehîd Elî Hiso û li şerê berevaniya Qesrê li tixûbê parêzgeha Hewlêrê de birîndar bûye. Di sala 1997 an de li şerê berevaniya li Herêma Kurdistanê ya li devera Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê de duyemîn car birîndar bûye. Di sala 2014 an de beşdariya şerê dijî hêzên Da'îş li bereya Giwêr - Mexmur ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê de kiriye.

 

Di dema kar kirina li nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de çendîn erk û berpirsiyariyan wergirtiye. Wekî berpirsê lîjneya navçeya Zanîngehê ya ser bi mekteba siyasî li navbera Qutabiyên (xwendekarên) penaberên zanîngeh û peymangehên Îranê 1990, Cîgirê Berpirsê mekteba rêxistina Pêşmerge (1998 - 2000), endamê mekteb li mekteba Serok (2000 - 2010), berpirsê leqa şanzdeh ya dewrubera Hewlêrê (2011 - 2017), berpirsê dezgeha veberhênan ya PDK 2020 û hwd...

 

Nûnerê kongreyên yanzdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 bûye û di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2022 li kongreya çardehem da bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.


 


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir