A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Gişt babet

Şewket Mela Îsmaîl

Şewket Mela Îsmaîl Hesen, pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû, Berpirsiyarê Dezgeha Bêtela Şoreşê bû, pileya fermandarê 3’yemîn Betalyona Hêzên Parastina Sînor di sala 1970’î de û serleşker di sala 1992’î de, di sala 1994an de hatye malinşînkirin.

Agahiyên bêtir

Ehmed Mistê

Ehmed Mistefa Şiwan, ku bi navê Ehmedê Mastê jî tê naskirin, Fermandar û Pêşmergeyê Şoreşa Barzan a Duyemîn, Komara Kurdistanê, Îlon Gulan û Serhildanê, di sala 1943an de beşdarî Şoreşa Barzan a Duyemîn dibe, di sala 1961ê de ji hêza Lêkder beşdarî Şoreşa Îlonê dibe, pileya fermandariya betalyonê di hêza Balek de wergirtye, berpirsiyarê îdarî û leşkerî yê baregeha Barzanî bû.

Agahiyên bêtir

Yûsif Hemed Rezzaq

Yûsif Hemed Rezzaq, pêşmergeyê Şoreşa Îlonê, di sala 1965’an piştî ku hat girtin, li gundê Balekyan ji aliyê Lîwaya 4 a artêşa Iraqê ve hat gulebarankirin.

Agahiyên bêtir

Peymana Cezayîrê

Ji bo dorpêçkirina Şoreşa Îlonê û bidawîkirina têkoşîna rizgarîxwaza Kurd li Kurdistana Iraqê, di roja 6ê Adara 1975an de bi navbeynkariya hikûmeta Cezayîrê di navbera hikûmeta Iraqê û Şahê Îranê de peymanek hat îmzekirin, ku piştre bi navê Peymana Cezayîrê hat naskirin, dorpêçkirina şoreşa Kurdistanê û lawazbûna tevgera rizgarîxwaz ji xalên wê yên sereke bûn, li ....

Agahiyên bêtir

Xidir Debax

Xidir Ebdullah Resûl, bi navê Xidir Debax jî tê naskirin, Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê, di sala 1963an de tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, bû fermandarê topxaneyên Şoreşa Îlonê û alîkarê Mele Mistefa Barzanî ji bo karûbarên topxaneyê.

Agahiyên bêtir

Heme Emîn Beg

Mihemed Emîn Mihemed Elî Salih Silêman, di sala 1949an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bûye, di sala 1963an de tevlî refên Hêzên Pêşmerge bûye, di sala 1964an de bû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK), di dawiya sala 1965an de wek endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Mela Mator

Ebdullah Îsmaîl Ehmed, di sala 1949an de tevlî Partiya Dêmokrat a Kurd bûye, di sala 1955an de wek berpirsê Komîteya navçeya Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê – Iraq hat destnîşankirin, di sala 1956ê de ji stafê duyem berpirsê komîteya liqa yekem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê – Iraq bû, di sala 1959 de, ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Iraq (Kongreya Çaremîn) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Ewnî Yûsif

Ewnî Yûsif Ehmed Qasim, ku bi navê Ewnî Qazî jî tê naskirin, di sala 1946an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Yekem) hat hilbijartin, di sala 1974 de, piştî alozbûna rewşê di navbera Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û Partiya Beis de tevlî hêzên Pêşmerge bû.

Agahiyên bêtir