Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed Mehmud

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re(Mihemed Ebdulkerîm Mihemed Mehmud), ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.


Şehîd Heme Salih Ebdulkerîm Mihemed, di sala 1947 an de li gundê Girêze ya ser bi qeza Seyid Sadiq ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û karê cotkariyê re mijûl bûye. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û li nîşîngeha Derbendî Dizlî nîştecîh bûye. Piştî vegerana wan ya Kurdistanê ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwarê Iraqê bi zorê hatine veguhestin û li bajarê Dîwaniye hatine nîştecîh kirin. Heme Salih Ebdulkerîm xêzandar bûye û navê xêzana wî Xurşîde Seîd bûye û xwediyê sê kur û keçek bi navên Qadir û Serdar û Selah û Sirwe bûye.

 

Di sala 1969 an de li Leqa 3 ya betalyona 9 ê şehîd Dilşad de bûye Pêşmerge ku ser bi hêza Xebat ya Partiya Demokrata Kurdistanê bûye ku li wê demê de Şêx Mihemed Basakî Serleqê wî bûye û Fetah Axa fermandeyê betalyonê bûye. Li sala 1974 an de li çiyayê Hesen Begê ya li devera Soran de fîşekek li ber lingê wî yê rastê ketiye û bi dijwarî birîndar bûye.  

 

Di sala 1979 an de li cem Ebdula Axa dûbare bûye Pêşmerge ku ser bi hêza Hewraman ya Partiya Demokrata Kurdistanê bûye.

 

Li 4 ê Eylûla 1981 an de piştî encamdana çalakiyeke li deşta Şarezûrê, xwestine biçin gundê Girêze, ji bo bîhnvedaneke kurt û birina hinek pêwîstiyê taybet ji bo çiya, lê belê berî wê yekê ku bigihin gundê Girêze ketine nava kemîneke hêzekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û rûbirûyê wan bûne û li encamê da Heme Salih Ebdulkerîm û Mihemed Ebdulkerîm (Heme Girêzeyî) yê birayê wî şehîd bûne.


 


Çavkanî:

1. Arşîva Însîklopediya Partiya Demokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Ne'man Heme Ehmed Baweys

Şehîd Ne'man Heme Ehmed Baweys, kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bû li jiyana Pêşmergeyetiyê de carek birîndar bûye û berketiyê çekê kîmyayî bûye û di sala 1988 an de ketiye nav kemîneke serbazî ya hewalgiriya rejîma Be'es û di dema destgîr kirinê û heta niha wendaye û yek ji wan şehîdane ku gora wî nehatiye dîtin û wendaye.

Agahiyên bêtir