Mihemed Sadiq Xizir Îsmaîl

Mihemed Sadiq Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye, li sala 1974 an de li nêzîkî gundê Nawpirdan şehîd bûye.


Şehîd Mihemed Sadiq li sala 1945 an de li gundê Sêkanî ya ser bi nahiye ya Teq Teq ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û mijûlî karê ajaldariyê bûye. Heta qonaxa seretayî xwendiye. Mihemed Sadiq xêzandar bûye û navê xêzana wî Xunçe Seîd e. Xwediyê sê kur û sê keçên bi navên Qadir, Şukir, Sabîr û Gulêxa, Kejê û Kaban bûne. 

 

Di sala 1969 an de peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re kiriye û bûye Pêşmerge. Li leqê Nesredîn Mistefa ya ser bi hêza Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Piştî peymana 11 ê Adara 1970 an de Mihemed Sadiq her wekî Pêşmergeyê Baregeha hêza Deşta Hewlêrê dimîne. 

 

Li meha Tebaxa 1974 Mihemed Sadiq û çend hevsengereke xwe ketine ber êrîşa balafirên cengî yên rejîma wê demê ya Iraqê û li nêzîkî gundê Nawpirdan ya li devera Çoman, Mihemed û hevsengereke xwe ku bi navê Gaynêceyî hatiye naskirin şehîd bûne. Paşê ji aliyê gundnişînên wê deverê ve bi axê hatine spartin.


 


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Mihyedîn Mistefa Salih

Mihyedîn Mistefa Salih, bi navê (Mihyedîn Şêxzade), hatiye nas kirin û Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl (1961- 1975) û Gulanê (1976- 1991) bû û di sala 1982 an de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir