Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif

Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif, piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û Pêşmergeyê şoreşa Gulan û raperîna cemaweriya xelkê Kurdistanê bûye. Li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1991 an de û li azad kirina qeza ya Seyid Sadiq de şehîd bûye.


Şehîd Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif bi navê Hemeyê Sofî Kerîm hatiye nas kirin û di sala 1955 an de li gundê Kanî Sêfî ya qeraxe çiyayê Surên ya ser bi nahiye ya Xurmal ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û karê cotkariyê re mijûl bûye. Heta qonaxa seretayî xwendiye û piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û li bajarê Merîwan nîştecîh bûye. Xêzandar bûye û navê xêzana wî Eyna Heme Seîd bûye û xwediyê çar kur û sê keçan bûye bi navên Kazim û Mesûd û Yadgar û Esed û Rehme û Rêzan û Fatîme.

 

Di sala 1986 an de li hêza Surên ya ser bi Lîjneya Navçeya Derbendîxan ya Leqa Çar ya Partiya Demokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Di sala 1987 an de balafirên cengî yên rejîma Be'es sengerên Pêşmergeyan yên li çiyayê Surên bombebaran kirine û ji ber wê bombebaranê Hemeyê Sofî Kerîm li sengerê berevaniyê da çend perçeyên saçmeyekî li ber ketine û bi dijwarî birîndar bûye.

 

Beşdariya raperîna cemaweriya xelkê Kurdistanê de kiriye û her di destpêka raperînê da li devera Şarezûrê, li 7 ê Adara sala 1991 li girtina serbazgeheke Qaynêce ya nêzîkî Seyid Sadiq de fîşekek li ber ketiye û şehîd bûye.  


Çavkanî:

1. Arşîva Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir