Şehîd Mistefa Xerîb, li sala 1942 an de li gundê Balekiyan ya bajaroka Diyana ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn û mijûlê karê cotkariyê bûye. Nexwendewar bûye û jiyana hevjîniyê pêkaniye.
Di sala 1974 an de peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re kiriye û li betalyona Hemîd Efendî ya ser bi hêza Balek bûye Pêşmerge. Beşdariya şerên Gorez û Sertîz û Gerwebêş û Geliyê Elî Beg de kiriye. Li 16 ê Nîsana 1974 an de di dema êrîş birina ser artêşa rejîma Iraqê, li Geliyê Elî Beg bi birayeke xwe yê bi navê Şêx Xerîb Şêx re ku ew jî Pêşmerge bû, bi gulleya rejîma Iraqê hatine şehîd kirin.
Çavkanî:
1. Arşîva Însîklopediya Partiya Demokrata Kurdistanê