Remezan Akreyî

Siyasetmedar Re‌mezan Muhsîn Emîn Reşîd, bi navê Re‌mezan Akreyî hatiye nas kirin. Di sala 1946 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurd re kiriye. Di sala 1960 an de yek ji daxwazkarên muhleta bi fermî kar kirinê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye...


Siyasetmedar Re‌mezan Muhsîn Emîn Reşîd, bi navê Re‌mezan Akreyî hatiye nas kirin. Di sala 1946 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurd re kiriye. Di sala 1960 an de yek ji daxwazkarên muhleta bi fermî kar kirinê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1964 û li kongreya şeşe‌m da bûye endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û heman salê de bi endamê encumenê serkirdayetiya şoreşa li Kurdistanê de hatiye hilbijartin. Di sala 1966 an de dest li karên xebatên partiyetiyê vekêşaye.


Jiyanname

Re‌mezan Muhsîn Emîn Reşîd, di sala 1927 an de li bajarê Dihokê ji dayik bûye. Qonaxa amadehiyê temam kiriye û paşê beşdariya xula Rûpîvanî ya li bajarê Bexdayê de kiriye û di sala 1958 an de li birêveberiya çandiniya Musilê de wekî fermanber hatiye damezrandin. Di sala 1961 an de ji bo heft mehan li bendîxaneya Celewla ya li tixûbê parêzgeha Diyale de hatiye bend kirin û îşkence kirin. Di salên ( 1966 - 1969 ) ji aliyê karbidestên hikûmeta Iraqê ve ji bilî dev jê berdana ji partiyetiyê, ji bo bajarê Nasirîye ya li başûrê Iraqê hatiye nefî kirin û dûr xistin. Di sala 1970 an de birêveberê desteya giştî ya çandiniya Musilê bûye. Di sala 1995 li bajarê Musilê koça dawî kiriye. Şarezayê zimanên Kurdî û Erebî bûye.

 

Xebatname

Re‌mezan Muhsîn Emîn Reşîd, di sala 1946 an de endamê yekemîn milê Partiya Dêmokrata Kurd bûye li bajarê Musilê. Di sala 1958 berpirsê lîjneya navçeya Akrê ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê bûye. Di sala 1959 an de nûnerê kongreya çarem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Iraqê li bajarê Bexdayê bûye û di sala 1960 bûye kargêrê lîjneya leqa yek ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Li 8 ê kanuna duyema sala 1960 yek ji wan kesan bûye ku bi fermî daxwazê kirine Partiya Dêmokrata Kurdistanê bibê partiyeke rêpêdayî û îcaze wergirtî da ku bi eşkere kar bike. Heman salê nûnerê kongreya pêncem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye li bajarê Bexda. Di sala 1961 heta heft mehan li bendîxaneya Celewla ya li tixûbê parêzgeha Diyale hatiye bend kirin û îşkence kirin û di sala 1962 ji bendîxaneyê azad bûye û çûye navçeyên azadkirî û peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

 

Di sala 1964 endamê lîjneya konferansên kongreya şeşe‌m bûye li tixûbê leqa yek û li wê kongreyê da bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û bûye endamê encumena serkirdayetiya şoreşê li Kurdistana Iraqê û paşê bûye endamê lîjneya darayî ya ser bi nivîsîngeha bi cîh kar ya ( Al Mekteb  Al Tenfîzî ) ya ser bi encûmena serkirdayetiya şoreşê ya li Kurdistana Iraqê‌.

 

Di sala 1965 an de bûye berpirsê lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1966 nûnerê kongreya heftem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajaroka Gelale ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Li nava sala 1966 an de ji aliyê komîteya navendî ve bi berpirsê ‌duyemê lîjneya leqa sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşan kirin.

 

Di sala 1966 dev ji karên xebata partiyetiyê aniye û salên ( 1966 - 1969 ) ji aliyê karbidestên hikûmeta Iraqê ve ji bo bajarê Nasirîye ya li Başûrê Iraqê hatiye dûr xistin û nefî kirin. Di sala 1973 pişt li Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û wekî endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê ya ser bi partiya Be'esê hatiye damezrandin.

 

Li 31 ê kanûna yekema 1995 li bajarê Musilê koça dawî kiriye û li goristana Musila Nû (Musil Al Cedîd) bi axê hatiye spartin.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

2- Mehdî Mihemed Qadir, pêşhatên siyasiyên Kurdistana Iraqê 1945 - 1958, ( Silêmanî ـ Navenda Lêkolîniya Stratejika Kurdistanê 2005 ).

3- Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Iraq (Fî muhatat reîsiye ) 1946 - 1993 ( Dihok ـ Matbaa Xebat 1998 ).

4- Şekîb Aqrawî, Senewat Al Mahniye Fî Kurdistan Ahm Al Hawadis Al Siyasiye wal Askariye fî Kurdistan wel Iraq min 1958 ali 1980, Al Tabia Al Saniye, ( Erbîl ـ Matbaa Minar 2007 ).

5- Abdalfetah Alî Al Botanî, Mintiqa Badînan 1925 - 1970 Dirasiye fî al Weqae wal Tatawirat Al Siyasiye, Al Cuz Al Awal, ( Erbîl ـ Al Akademiya Al Kurdî 2017 ).

6- Mesûd Al Barzanî, Al Barzanî wel hereke Al tehririya Al Kurdiye, Al Mucelid Al Sales, ( Erbîl - Matbaa Wezara Al Terbiye 2002 ).

7- Necim Al Dîn Alî Yusifî, Sewra Aylul Al Mucîde, ( Dihok ـ Al Fer Al Awal lil Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Muhed ـ Matbaa Kuliye Al Şarî 1995 ).


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir