Ne'man Heme Ehmed Baweys

Şehîd Ne'man Heme Ehmed Baweys, kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bû li jiyana Pêşmergeyetiyê de carek birîndar bûye û berketiyê çekê kîmyayî bûye û di sala 1988 an de ketiye nav kemîneke serbazî ya hewalgiriya rejîma Be'es û di dema destgîr kirinê û heta niha wendaye û yek ji wan şehîdane ku gora wî nehatiye dîtin û wendaye.


Ne'man Heme Ehmed di sala 1970 an de li gundê Kanîskanî ya ser bi nahiye ya Xurmal ya parêzgeha Helepçeyê ji dayik bûye. Di sala 1978 an de ew bi zorê veguhestine wargeha Şanêr û wê demê xwendekarê qonaxa navendî bûye.

 

Di sala 1983 an de peywendiyê bi rêxistinên Lîjneya Navçeya Derbendîxan ya ser bi Leqa Çar ya Partiya Demokrata Kurdistanê de kiriye. Di sala 1984 an de çek hilgirtiye û li hêza Surên ya Lîjneya Navçeya Derbendîxan ya ser bi Leqa Çar ya Partiya Demokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge.

 

Beşdariya şerên gundê Rîşên û şerê Qeredax û şerê Ehmed Awa û şerê Mile Qonere û şerê çiyayê Newê û çalakiyên partîzanî yên deşta Şarezûrê de kiriye.

 

Di sala 1987 an de li Kilkey Olesimt ya li çiyayê Newê bi hevsengereke xwe yê bi navê Mihemed Heme Newê ketine nav kemîna hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û gelek bi dijwarî birîndar bûne. Di sala 1988 an de li çiyayê Qeredax bi çend hevsengereke xwe ve berketiyê çekên kîmyayî bûne.

 

Di sala 1988 an de ji bo çalakiyeke partîzanî vegeriya ye nêzîk Seyid Sadiq û li wargeha bi zorê ya Barîke ketiye nava kemîneke serbazî ya Emna Erbet û hatiye destgîr kirin. Di dema destgîr kirinê û heta niha jî hatiye wendakirin û bê serûşûne. Yek ji wan şehîdane ku gora wî wendaye. 



 


Çavkanî:

1. Arşîva Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir