Konferansa Yekemîn a Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê li Bexdayê -1962

Di Adara sala 1962an de, ji ber geşedanên siyasî yên herêmê û guhertinên di pêkhateya navxweyî ya rêxistinê de, yekemîn konferansa Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê (YQK) bi dizî li Bexdayê hat lidarxistin.


Sedemên lidarxistina konferansê

Piştî ku rewşa Iraqê hat guhertin, peywendiyên di navbera serkirdayetiya Kurd û Ebdulkerîm Qasim Serokomarê Iraqê de xirab bûn, di 11ê Îlona 1961ê de biryar hat dayîn ku li dijî zilma dewletê Şoreşa Netewî ya Îlonê bê destpêkirin. Bi destpêkirina şoreşê re careke din karê hizbî û rêxistinî rengekî veşartî girt û çalakiyên bi awayekî veşartî berdewam kirin, hikûmeta Iraqê dest bi nêçîr û girtina endamên PDKê kir û van girtinan endamên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê jî bi berfirehî vegirt, bi taybetî yên ku li zanîngehên Bexda û başûrê Iraqê xwendibûn. Di vê heyamê de hejmareke zêde ji endamên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, ji serkirdayetiya rêxistinê heta jêr, tevlî şoreşê bûn û berê xwe dan çiyayên Kurdistanê(1).

Lidarxistina Konferansê:

Di encama girtin û şehadeta hin serkirde û endamên xwe de, di Adara 1962an de, ji bo xwe birêxistin bikin û rewşa ku li ser rêxistinê hatiye ferzkirin binirxînin, Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê li Bexdayê konferanseke veşartî li dar xist û çend biryar derxistin.* Beşek ji biryarên vê konferansê piştgirîkirina Şoreşa Îlonê û balkişandina li ser pirsgirêkên pîşeyî û zanistî yên xwendekarên kurd bû. Di vê konferansê de Heyder Hemze di nava refên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê de weke sekreter têkoşîna xwe domand û nûnerên konferansê sekreteriya nû bi vî rengî hilbijart:

1- Serwer Kake Heme

2- Memûn Debax

3- Ehmed Şehrîf Lek

4- Heyder Hemze

5- Fuad Mela Mehmûd

6- Adil Nasir

7- Teyib Cebar Berwarî

8- Hîkmet Xaneqînî(2).

Girîngtirîn biryarên konferansê piştgirîkirina şoreşa Kurd û serkirdê wê û pêşkêşkirina çi ji destê wan tê ji bo hêzên Pêşmerge bû. Birêxistinkirina xwendekarên nû di nava refên şoreşê de. Girîng dayîna beşdarbûna xwendekarên Kurd di rêxistinên pîşeyî û akademîk de(3). 


Çavkanî

  1. Irfan Ezîz Ezîz, Kongre û Konferansên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, Çapa 1, (Hewlêr-Çapxaneya Rojhelat-2012), r 35.
  • * Derbarê cihê lidarxistina konferansê de nêrînên cuda hene, çend çavkaniyan diyar dikin ku konferans li devereke kurdistanê hatiye lidarxistin, lê cih nehatiye gotin û piştrastkirin. Macid Hesen Elî, Tevgera Xwendekarên Kurd li Iraqê (1926-1970), Teza Masterê/Zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê 2008, Weşanxaneya Spîrêz, (Hewlêrê - Çapxaneya Hacî Haşem), r 146.
  1. Ehmed Şerîf Lek, Şîrovekirina Bûyerên Dîrokî, Çend Rûpelên Dîroka Miletekî, berg 1, Çapa Yekem, (Hewlêr-Çapxaneya Rojhelat-2016), r 105.
  2. Sasan Ewnî, Yekîtiya Qutebiyên Kurdistanê: Çend Aliyên Têkoşîn û Dîrokê, (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdehiyê, 1998), r. Macid Hesen Elî, çavkaniya berê, r 146.

Gotarên Têkildar