Şehîd Îbrahîm Mûsa Îbrahîm di sala 1925’an de li gundê Jojîle yê ser bi bajarokê Sîdekan yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, li gundî dijiya û cotkarî dikir û zewicî bû.
Di sala 1961ê de tevlî Şoreşa Îlonê dibe û dibe cîgirê fermandarê Betalyona Erîf Yasîn a Hêza Balek û di şerên Hindrîn, Zozik û Gorezê de beşdar bûye. Di sala 1974’an de di êrîşa artêşa Iraqê ya li ser çiyayê Gorez de şehîd bûye.
Çavkanî:
1. Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.