Şehîd Hisên Îbrahîm Ebabekir di sala 1942’an de li gundê Rûstê yê girêdayî devera Balekayetî ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, li gundî dijiya û cotkarî dikir.
Di sala 1965an de tevlî Şoreşa Îlonê dibe û di Betalyona 3 ya Hêza Balekê de bûye pêşmerge û beşdarî şerên Gorez, Hindrîn û Korekî bûye. Di sala 1968’an de di şerê Çiyayê Zozkê de ji aliyê rejîma Be's ve tê şehîd kirin.
Çavkanî:
1. Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.